Doh dema min li Roj TV temaşe dikir, dîmenên dayîkên aştiyê yên di sala 2006’an de yên ku li Amedê di bin jopên polîsên Tirkiyê de hate bîra min. Lê dîmenên vê carê ne yên paytexta Kurdistanê Amedê bûn, dîmen yê Rojavayê Kurdistanê bajarê Helebê bûn. Her çende ev bûyer li cih û demên cûda yê Welat be jî, lê mixabin yên dilşewat û mexdûr dîse dayîkên me kurdan bûn.
Dewleta Sûriyê li Rojavayê Kurdistanê, bi kiryarên xwe yên hovane têr nebû edî dest avête ‘ezmûn û tecrûbe’yên dewleta Tirkiyê jî. Hêzên Sûriyê êrîş birin ser girseya ku ji bo merasîma îlana 3 şehîdên Tevgera Azadiya Kurd civiyabûn û dayîkên kurd dane ber dar û jopan. Polîsên Sûriyê yên ku bi şovenîzma rêjîma Baasê ‘terbiye’ bûne, dayîkên kurd di bin piyan û jopên xwe de hiştin. Li bajarê Helebê dayîkên kurdan, merasîma îlana 3 şehîdên azadiyê li dar dixistin. Lê careke din polîsên rêjîma dagirker a Sûriyê li hestên dayîkên dilşewat tehemûl nekirin û mudexele kirin.
Mebesta polîsên Sûriyê ji êrîşan tirsandina gelê kurd e. Dewleta Sûriyê bi peymana stratejîk a di navbera Tirkiyê û Sûriyê de, bi Tirkiyê re kete nava pêşbaziya înkarkirina gelê Kurd. Ji bo ku Sûriyê sedeqeta xwe ji Tirkiyê re nîşan bide, bi hemû lêza xwe ve polîtikaya qirkirina kurdan daye ber xwe. Netehemûliya rêjîma Sûriyê ji tilîlî û hestên dayîkan re, encama têkiliyên Sûriyê û Tirkiyê ye. Êrîşên Sûriyê li ser dayîkên şehîd û gerîllayên azadiyê, ji bo Tirkiyê peyam e. Yanî ji Tirkiyê re tê gotin ku tu çendî kurdan bikujî û biçewsînî, emê piştgiriyê bidine te. Ev peyama qirkirina kurdan a Sûriyê di serdana Beşar Esad a Tirkiyê de, bi zelalî hatibû dayîn. Êrîşa dawî jî nîşana vê yekê ye.
Piştî bûyera roja sêşemê ya ser dayîkên kurd, xala herî girîng ku pêwîst e mirov li ser rawest e, ew e ku gelo çima li hember êrîşên dewleta Sûriyê em kurd bêdeng dimînin? Dewleta Sûriyê ji bo ku polîtika xwe ya inkarê bi ser bixîne, hem li derve, hem jî li hundur lihevhatin (mutebekat) pêkanî. Lê çima em nikarin hêza xwe ya cewherî derxînin holê û yekîtiya kurdan nîşan bidin? Her wiha çima em nikarin coş û heyecana Bakurê Kurdistanê ji xwe re bikin ezmûn û bi yek helwestê sekna xwe nîşanî dagirkeran bidin? Ev hemû pirsên girîng in ku pêwîst e her ferd û her rêxistinek li Rojavayê Kurdistanê ji xwe bike û bersiva wan bide. Pêwîst e aliyên siyasî yên ku qaşo bi navê kurd siyasetê dikin ji xwe bipirsin: Gelo çima du welatên dagirker li ser Kurdistanê dibine yek û peymanan mor dikin lê em nikarin yekîtiya xwe saz bikin?
Rêya rizgariya ji zilma rejîma Baasê û zextên rayedarên dewletê, di yekîtiyê û xwedîderketina li nirxên pîroz re derbas dibe. Xwedîderketin li dayîkên kurd, bi têkoşîn û çalakiyên demokratîk re derbas dibe. Incex bi çalakiyên demokratîk û têkoşîna Parastina Rewa, emê bikaribin dewleta tirsê rejima Sûriyê bînin rayê.
Serbest RÊZAN
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.org-net-info
{rokintensedebate}







22.10.2009
Kasım Engin