Pêvajoya nîqaş û minaqeşeyên hikûmetê yên li ser pirsgirêka kurd gihiştin merheleya xwe ya herî krîtîk û diyarde
Pêvajoya nîqaş û minaqeşeyên hikûmetê yên li ser pirsgirêka kurd gihiştin merheleya xwe ya herî krîtîk û diyarde. Her çiqas rayedarên AKP’ê di her derfetê de bi peyva ‘tasfiyekirina PKK’ê’ niyeta xwe ya esasî aşkera kiribe jî li hemberî pirsên li ser naveroka ‘Plana Kurd’ de her tim gotine; ‘em ê mijarê bibin parlementoyê û em ê li wir naverok û şeklê dawî bidin planê’.
Duh piştî nîvro plana navborî anîn meclisê. Lewre divê mirov li axaftin û nêrînên wan binêre. Bi vî rengî mirov dê fêm bike ka çiqas samîmî ne.
Di nîqaşên 10’ê mehê de tiştên derketine holê balkêş in. MHP û CHP bêyî ku şerm û fedî bikin li çavên parlementerên kurd û li çavên gelê kurd nihêrîn û gotin; ‘çareserî qetlîam û komkujî ye’. Onur Oymen ê ku li ser navê dewleta tirk bi salan li derveyî welat dîplomasî meşandiye raste rast got; ‘kurdan qetil bikin’. Dîsa hemû partiyan hevdu bi îthamên pir giran sûcdar kir.
Balkêş e ku hemûyan jî ji ber pêşwazîkirina Komên Aştiyê DTP wekî hedef nîşan da. Hin ji wan ji DTP’ê dixwazin ku di plana wan a tasfiyekirinê de rol bilîze û ji wan re bibe alîkar. Ji bo rayedarekî dewletê ev xwestek şerm û bêrûmetiyeke mezin e.
Lazim e êdî bê fêmkirin ku kurd bi mafên takekesî û xapînok bawer nakin. Her wiha pişta xwe li nirx û nûnerên xwe yên esasî nazivirînin. Berê xwe nadin tiştên biçûk. Ev merhele êdî gelek li paş maye. Lazim e êdî AKP di vî warî de xwe îkna bike. Dibe ku bi çend hewldanên tepeserkirin û zextdayînê çareseriya esasî bi derengî bixe, lê ne mimkûn e ku çareseriya xwe pêk bîne û bibe serî.
Êdî cihê baweriya ji demogojiyên klasîk ên wekî; ‘welat parçe dibe, dewlet ji dest diçe’ nemaye. Duh Ahmet Turk bi vê gotinê ev rastî raxistin ber çavan; “Bi qasî ku me li cem hev bigirin, nirxên me hene û ew dê her tim hebin jî. Tu pirsgirêka kesê bi al û sînoran re tune ye û nabe jî. Zimanê hevpar ê Tirkiyeyê dikare tirkî be. Lê ji bo yên ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibin jî ‘tirkî’ dikare bibe zimanê hevpar ê ragihandin û fêmkirinê.
Ev daxwazên ku birêz Turk anîne ziman li gorî daxwazên gelê kurd ên esasî gelek maqûl û heta mirov dikare bêje nerm in jî. Lê birêz Turk helwesta kurdan a li hemberî hebûna dewletê bi çarçoveyeke rast û durist aniye ziman.
Lê xetereyek heye ku ji ber van zimandirêjî û êrîşên ne exlaqî yên CHP û MHP’ê dibe ku naverok û niyeta hikûmetê manîpule bibe û her wekî çareserî bê fêmkirin. Ev şaşfêmkirin û dibe ku kurdan ji rojeva wan a esasî dûr bixe. Lewre jî bi qasî lanetkirin û şermezarkirina helwesta CHP û MHP’ê divê zêrevanî û hişyarî li hemberî plan û projeyên ku bi navê çareseriyê tên meşandin û ji rastiya çareseriyê dûr in jî hebe.
AKP li şûna ku naverok û armancên xwe aşkera bike her tim dibêje; ‘ev pêvajoyek e û ew didome.’ Lê xuya ye ku bi vê gotina xwe dixwaze hin tiştan veşêre. Lê her kes jî dizane ku projeyên çareseriyê pirsgirêkên bi vî rengî bi diyarkirina merheleyên pêşîn, navîn û dawîn tên amadekirin û bi wî rengî tên meşandin. Ligel vî yekê jî divê pêngavên ku di her merheleyê de bên avêtin ji raya giştî re bên aşkerakirin.
Tayîp Temel
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info
{rokintensedebate}




22.10.2009
Kasım Engin