Di hundirê salekê de şewbek li parzemînekê peyde bû û roj bi roj û bi lezgînî li cîhanê belav bû. Derketina cihê şewbê cihekî gelekî balkêş e. Meksîka û Amerîka. Tê zanîn ku Meksîka ji gelek aliyan ve wekî sergoyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye. Amerîka li ser vê xakê gelek ceribandinên nukleerî pêk aniye. Çi di bin xaka vê derê de, çi li ser xaka vê derê nayê zanîn bê çiqase tehrîbata nukleerî heye û dikare çi bandoran li ser xweza, mirov û ajalên li vî welatî bike.
Her çiqasî ceribandinên nukleerî di bin erdê de çêbikin jî, kesek nikare garantiya vê bide ku ji van ceribandinan tiştek derneketiye ser ruyê erdê, yan tev li hewa û ava wê derê nebûye.
Bi vê sedemê dema dibêjin ku Şewba berazan ango Şewba xenzîr destpêkê li Amerîka û Meksîka peyde bûye, yekser ev tê bîra mirov. Gelo ev şewb encama kîjan ceribandina nukleerî ye?
Şewbek bê sedem ji ber xwe ve dernakeve. Ger ji feqîrî, qirêjî û bêdermaniyê derdikeve, divîbû di dema çermesoran de û pişt re di dema qirkirina çermesoran de şewb derketibaya. Çima li hêviyê ma ku di qirnê bîstûyekê de derkeve. Di demeke wiha de ku her kes xwedî av, sabûn, destav û têgiha paqijiyê ye, mirov dikeve nava şik û gumanan ku şewbek ji qirêjîbûnê rû bide.
Dibêjin ji ber ku nîşaneyên şewbê dişibin şewba li berazan peyde dibe, ev nav lê kirine. Yanî çi gunehê berazan tê de nîn e. Demekê li Brîtanya û wan derdoran jî gotin nesaxiya `golikên har` derketiye. Rabûn bi sedan, bi hezaran golik qir kirin. Dîsa di heman demê de gotin `şewba çûkan` hatiye. Bi milyonan mirîşk qir kirin. Dilê min herî zêde jî bi mirîşkên me yên li gundên Kurdistanê ma. Dayîkên debara mala xwe li ser du sê mirîşk û çend lib hêkên ji wana werin dikirin, dema mirîşka wan ji wan dihat sitendin wekî serê zaroka wan were jêkirin wiha bi wana zor dihat û rondik tije navbera mijankên wan dibûn. Dizanîbûn ku bi çûna wan mirîşkan, êdî wê hêk neketina selikê û nebiribana dikanê, bi kîloyek şekir an bi qalibek sabûn nikarîbana biguhertana. Êdî debara mala xwe wê bi çi bikrana? Yan ku zarok dema sibehê berê xwe bidana dibistanê, wê çawa li ser zikê birçî çûbana?
Çi sedem e nayê zanîn, şewba mirîşkan jî û nesaxiya golikên har jî çawa hatin wiha çûn û niha li şûna wana şewba berazan rû da der. Heta salekê wê ev jî biçe. Yên bimrin wê bimrin û yên bifilitin wê li bendeyî agahiya nûçeyeke din a şewbeke din bin. Ka bê vê carê ji ser kîjan xaka Amerîka nizanim di kîjan dîrokê de ceribandinek nukleerî lê kiriye de, wê nexweşiyek çawa derkeve pêşberî mirovan.
Dibe ku derketina van nexweşî û şewban jî encameke planê sermayedariyê yê danûsitendinê be. Çawa ku sermayedarî dema mal di dest de kom dibe û kesên vî malî bikirin hindik dimînin û di we demê de ji bo talep zêde bibe bi tonan ji wî malî dirijînin behrê yan jî dişewitînin û bi vî awayî careke din buhayê wê bilind dikin, xwedêgravî gelo ev jî ne encama planekî wiha be? Bi derketina nexweşiyeke wiha dermanfiroş, nexweşxane, bijîjk, çapemenî û gelek sektorên li derûdora van dizîvirin çiqase kar dikin gelo?
Gotineke kurdî heye; ji bo kesên mafnenas û rêzê ji ti pîvanê re nagrin, dibêje; `Ew derpiyê diya xwe jî nabore!` Ev peyv ji bo sermayedarî û serkêşê sermayedariyê sazûmana Amerîkayê pir di cih de ye ku mirov bikar bîne. Ji bo berjewendiya xwe û zêdetir kar bike, sermayedarî bi rastî jî derpiyê diya xwe jî nabore. Wê jê daxîne û karê xwe bike. Ewqasî bêtixûb di warê bêehlaqiyê de rizandinekê dijî.
Ji bo wê guman heye ku van nexweşî û şewbên her salê bi awayekî rû didin encama kar, xebat, ceribandin û planên sermayedariyê bin. Sermayedarî bi derxistina van vîrusan him mirovahiyê dixe nava tirs û xovê, him bala mirovahiyê ji ser pirsgirêkên jiyanî dizîvirîne ser aliyên din û him jî wana pêwîstê xwe dike.
Bi kevirekî gelek çûkan dikuje û gunehê wê jî carekê dixwe stuyê golikan, carekê mirîşkan û niha jî yê berazan.
Feqîrên berazan nikarin xwe li ser vê bêbextiyê biparêzin jî. Lê ew jî dizanin ku sermayedariyê, ne tenê jiyana me, tevahiya xwezaya me tije vîrus kiriye û jiyan li şînatî, ajal û mirovan herimandiye. Ji bo vê divê mirovahî li jiyana ekolojîk xwedî derkeve û li hemberî xerabkirina sermayedariyê, xwezayeke şîn, pak û bê vîrus biafirîne. Di vî bingehî de bîrdoziya Komelên Civaka Kurdistanê ya ku sazûmaneke demokratîk, azad û ekolojîk ji bo mirovahiyê pêşîdibîne jiyanîbûn û pêwîstbûna xwe zêdetir derdixe ber çav.
Hesen Huseyîn Denîz
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.org-net-info
{rokintensedebate}




22.10.2009
Kasım Engin