Guman nîne ku zimanê kurdî nîşaneya bingehîn a hebûna gelê kurde. ger gelê kurd bê ku di binê çewsandin û minetan de, bikaribe perwerde û hemî kar û barên xwe yên rojane û jiyanî bi zimanê xwe bimeşîne wê di demeke pir kin de, hilberînên awarte biafirîne. ev ji du tiştan tê, jê yek ewe ku wê derfet çê bibe ku ew di nava xwezaya xwede bilive û her wihajî, bê ku derûniya wî/wê xwe piçûk û astengkirî bibîne diramîne û hîn kûrtir dikare biponije. ango ewê têkeve nava qada livbaziya cîhanê bi derûniyeke ji xwe bawer û xweser.
A din jî, eve ku rê şêwaz û cewherê perwerdêye. li gor min xala girîngtir eva hane. ji ber ku di dîroka kom, civat, netew û siyasetên tên meşandin de ger bên şopandin wê were dîtin ku bi zimanre xala sereke cewher û rêbaza perwerdê xwedî giraniyeke bingehîne. wek mînak ;frensî bi sedan sale di nava xwede veguherînan pêk tînin civata xwe tim li gorî mercên xwe û cîhanê nûjen dikin her wiha li pir derên cîhanê koloniyên wan bi rêbazên cûda hêjî, hebûna xwe didomînin. guman nîne ku ev tev( rast an şaş ) bi raman û taktîk pêk tê. çavkaniya frensiyan ya bingehîn zanîngeha sorbon e. birîtanya heman çarçovêde dilive ya wan jî, zanîngeha oksforde. herdû zanîngeh jî, bi sedsalanin vekirîne. an jî el-ezhera misrê heta şerê cîhanê yekem xweserbû rewşenbiriya rojhilatê ji wir av distend. ev di asta xwe de, ji bo hemî civatan heye. lê civata kurdistan pêwistiyeke lezgîn bi dibistan û zanîngehên gel heye. ji ber vê kêmasiyêye ku Rêber Apo bi dubare caran banga avakirina akademiya siyasetê dike. di dema xwe de, seîdê kurdî jî, bingehê meselê dibîne ku di perwerdeya xweser ya bi zimanê xwedeye, lêbelê heta ku hêza te ya parastina dibistanê tunebe tu nikarî yek kursiyek jî, daynî û lê bixwînî. tişta ku ustad nedidît ev bû.
Di vî warîde rexneyek mirov dikare li ser rêveberiya başûrê welat bîne yek, perwerde tenê dixwazin bi zaravê soranî bimeşînin ya xerabtir jî, dibistanên f.gulen kirine kurdistanê. mirov bi destê xwe zarokên xwe bide guran ev xirabe. aşbetaliya mezin eve!
Pirsgirêkên civata kurd cêwîne yek ji zanebûna azad dûr mane, ya din ji perwerda zimanê xwe bê par mane. niha herkes diaxive bê ku lêkolîn bike û hay ji dîrokê hebe. carnan ez hinek nivîskaran dixwînim dibêjin gelê kurd wihaye! wihaye!.erê raste lê neyê ji bîr kirin ku ( em wiha bêjin ) beriya ku MED tv vebibûya li bakûr çi dihate gotin? ‘ ma kurmancî û telefîzyon!? de here looo! ’ Niha ev zîhniyet çawa hate guherîn? bila kendal nezan bizanibe ku dema wî di kurd yekê de reklam dikir û digot ‘em ne tu girêdayî rêxistin û partiyekine! ’ gelo armanca wî mirov dikare bêje paqije? ma ew nizane ku di kurdistanê de,ev guherînên zîhniyetê bi vê berhemê pêk hat. û dîsan tv a wan jî, li ser vê mîrasê hate avakirin. di vir de, ziman tenê bi serê xwe têrê nake ger zîhniyet, raman ji berjewendiyên gelve girêdayî nebe tu wate nîne. îndiya, çîn, vîetnam bi salan koloniyên kedxwaranbûn lê bi zimanê xwe diaxivîn!.lê çawa? civata kurd divê hertim yek tişteke ji bîr neke û nabejî. dîrok, û serpêhatyên wê divê tim û tim di bîra civatê de zindî bimîne. hinek dixwazin dîsan civata kurd bê bîr bihêlin divê were zanîn ku ev mirina bi pemboye. ger çê û neçê bûyeran ji bîr bikin bê dadî û hilweşîn pêktê. ev ji bo kesan jî, wisaye.
Ji ber van yekan di tevaya dîroka kurdistan de, hetiye selimandin ku cewher û rêbaza perwerda têkoşîna azadî ji bo hemî gelê kurd yekaneye. helbet mirov ne hêviyêbe ku dujmin ji vê xweşbê an jî, hin kesên ji xwe xeyîdî dev dirêjiya bikin. ev ne rastin rastî ewe ku asta têkoşîna azadiya kurd gehîştiyê û her wiha jî, kesayetiya ku hatî avakirin şahidê vê yekêye. îro zanîngehên gelê kurd ên herî azad, serbixwe û ji bo berjewendiya hemî gelê kurd di riya rast de, berbî azadiyê dimeşin dibistanên qadên parastina medyayêne. li gor min heta ku derfetên deştê pêk bên divê kurdê xwedî şiûr berê xwe bidine van zanîngehan.
Ger ciwanên kurdistan ji sedî heftê di van zanîngehanve derbazbibin wê demê hêz têr nake ku kurd êdî werine xapandin. ji ber ku dora sed saliye her tim gotine hûn tunin! hûn tirkin! hûn erebin! hûn persin! hûn cûdaxwazin! Hûn belavkarin! lê ger zanebûn hebe wê her kes bibîne, na ên cûdaxwaz û belavkar ev hêzên kedxwarin. ji ber ku yê welatê wan hatiye belavkirin bi cûdatiyêre rûbirû maye gelê kurde. Lê hêjî, sîyasetmedar radibin dibên gihiştina kurdan li hev xeyale! de were bêje ev çiye?!
Kurdistan yeke îro an jî, sibê misoger ewê rojek di bin yek banekîde wê erka xwe dayne ji bîr nebe ku beriya bihata belavkirin yekbû wê dîsan bigêje vê yekitiya xwe. ji niha û pêve meşa berbî vê yekitiyê bi xwurtbûna perwerda li ser esasên berhemên Rêber Abdullah Ocalan pêktê. neyarên gelê kurd ev rastî fêm kirine îcar dora kurdane. da ku fêm kirin ji dil û mejî pêkve bê.
Harûn Serdar
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.org-net-info
{rokintensedebate}




22.10.2009
Kasım Engin