Di Meclîsa Tirk (TBMM) de li ser pirsgirêka kurd guftûgo hatin destpêkirin. Ev yek tê wateya ku cara yekemîn e li meclîsê pisrgirêka kurd dibe mijara guftûgoyê.
Di Meclîsa Tirk (TBMM) de li ser pirsgirêka kurd guftûgo hatin destpêkirin. Ev yek tê wateya ku cara yekemîn e li meclîsê pisrgirêka kurd dibe mijara guftûgoyê. Beriya niha jî li meclîsê pirsgirêka kurd bûbû mijara guftûgoyê û bi vê yekê re hatibû rojeva raya giştî. Lê belê feyde heye ku werê gotin; guftûgoyên ku di 10’ê mijdarê de dest pê kirin ji hemû guftûgo û nîqaşên heta niha hatin kirin cudatir in.
Di 10’ê mijdara 2009’an de her çiqas navên cuda lê kiribin jî ya hate guftûgokirin xaleke bi tenê bû. Ew jî pirsgirêka kurd bû. Vê yekê nîşan da ku mijar û pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê çi ye. Bi vê yekê re careke din piştrast bû ku di rewşa heyî de dewleta tirk êdî nikare tevî hebûna pirsgirêka kurd bijî. Ev rastî di heman demê de gav û rêveçûna dewleta tirk a demên pêş jî destnîşan dike. Bi guftûgoyên li TBMM’ê jî derkete holê ku êdî di pirsgirêka kurd de rastiyeke ku mîna rewşa ‘rim bi çiwal nahilê’ li holê ye. Lê belê tevî vê rastiyê jî dikare were gotin rewşeke dûrî rastnirxandina mijarê û lêgerînên çareseriyê heye. Wekî mînaka ku ji aliyê şaş ve guh nîşan bidin hê jî di polîtikaya înkar û tunekirinê de israr dikin. Cewherê nêzîkahiyên MHP, CHP û AKP ji vê rastiyê pêk tê. Bilêvkirina AKP’ê ya tiştên cuda ji MHP û CHP’ê vê rastiyê naguherîne. MHP partiyeke neteweperest, CHP partiyeke neteweperest a faşîst e. Di nava sînorê dewleta heyî de înkar û tunekirina kurdan rasterast û weke polîtakayeke vekirî diparêzin. AKP tevî ku di prensîb û pîvanên bingehîn de digihije van partiyan, dibîne ku bi rê û rêbazên beriya niha hatina meşandin çareserî pêk nayê. Ji ber vêkê jî ji bo xwe bigihîne hedefên bingehîn ên bi CHP û MHP’ê re hevkar e, nêzîkatiya guhertina rêbazên cuda nîşan dide. Di cewher de tiştekî bê guhertin tune ye. Berovajî hewldana jiyandina rewşeke xetertir mijara gotinê ye.
MHP û CHP teşhîr bûne. Êdî ne mimkûn e ku desteka kurdan bigirin an jî îtîbarê bibînin. Parastina wan a tevkujiyên di demên borî de û pêşniyarkirina heman rêbazan a weke polîtikayên bingehîn nîşan dide ku ji aliyê siyasî ve dê temenê van partiyan zêde nedirêj be. AKP mîna partî vê yekê dibîne. Di vê çarçoveyê de jî bikaranîna rêbaz û argumanên cuda anîne rojeva xwe. AKP kurdan mîna gel qebûl nake. Li dijî sazîbûna siyasî ya kurdan, îradebûyîn îrade û mîna gel misogerbûna mafên wan a di destûra bingehîn de derdikeve. Tam di vê noqteyê de bi afirandina îlizyonê (xapandin) dixwaze kurdan ber bi nediyariyekê ve dahf bide. Her wiha di rewşa ku kurdan ber bi nediyariyê ve kaş dike de tim tîne ziman û nîşan dide ku ew xwediyê biryara di standin û pratîkkirina polîtikayên înkar û tunekirinê ne. Cewherê hevdîtinên li TBMM’ê pêk hatin ji vê rastiyê pêk tê.
Hevdîtinên li TBMM’ê di çarçoveya biryara MGK’ê de pêk hat. AKP û rayedarên hikûmetê jî îfade dikin ku ev hevdîtinên pêk tên polîtikaya dewletê ne. Di vê polîtikayê de qebûlkirina kurdan û misogerkirina mafê wan a bi destûra bingehîn tune ye. Bi hedefa di ber çavan re derbaskirin û sererastkirina ‘Plana Îslahata Rojhihat’ a ji 1924’an ve xistine dewrê. Di vê mijarê de navlêkirina AKP’ê ya projeya xistine rojevê mîna ‘yekîtiya neteweyî’, mîna armanca bingehîn tasfiyekerina PKK’ê ji her alî ve bi projeya ‘Îshalata Rojhilat’ yek e û xuya ye ku dixwazin vê projeyê rojane bikin û bimeşînin. Di vî warî de armanca bingehîn a hevdîtinên li TBMM’ê aşkera dibe. Bal kişandina AKP’ê ya ser hin rastiyên ku înkar û redkirina wan ne mimkûn e jî vê rastiyê naguherîne. Ji ber ku dewlet ji qebûlkirina çareseriya pirsgirêka kurd a li gorî pîvanên demokratîk re ne amade ye. Tenê dixwaze bi rêbazên pansûmanê tedawiyê pêk bîne.
Rola ku dane AKP’ê di vê çarçoveyê de ye.
Tevî ku navê wê lê nehatibe lêkirin jî, di TBMM’ê de komkirina civata giştî û nîqaşkirina pirsgirêka kurd girîng e. Divê ev yek biçûk neyê dîtin. Ji ber ku gelê kurd di encama têkoşîneke mafdar û rewa de bi dayina bedelan komcivîneke bi vî rengî ferz kir. Naxwe ev ne tiştekî ku dewletê bi dilxwazî pêk anîbê ye. Berovajî tê xwestin pêşketinên di encama berxwedana kurdan de derketine holê ji cewher werin xistin û li gorî berjewendiyê xwe bikar bînin. Di vê wateyê de destkeftiyên kurdan ên di encama têkoşînê de bidest xistine, tê xwestin ji armancê werin durxistin. Ev lîstikeke gelekî xeter e.
Diyar e ku divê kes neyê vê lîstikê.
Ev yek jî bi şêwazekî rast xwedîderketina li pêşketinên encama têkoşîna gelê kurd û israra ji bo çareseriya pirsgirêka kurd mimkûn e. Ev yek jî bi qebûlkirina hebûna kurdan a li gorî esasên demokratîk û mîna gel bi destûra bingehîn misogerkirina mafên û mîna aliyê qebûlkirina muxatabên rastîn dikare pêk were. Heger di îstîqameteke bi vî rengî de hevdîtinên li TBMM’ê bi pêş bikevin dikarin watedar bin. Ji bilî vê yekê bendewariyeke ku derkeve holê dê ji xwe bi xwe xapandinên wêdetir neyê tu wateyê.
Cemîl Bayik
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info
{rokintensedebate}




22.10.2009
Kasım Engin