Heta ku Kurd nebin yek yê her wisa be… heta ku Kurd nebin yek yê Kurdê baş û xirab jî hebin, heta ku Kurd nebin yek yê Kurdê terorîst û Kurdên dost hebin, heta Kurd nebin yek yê Kurdê sipî û Kurdên hejar jî hebin û…
Bi hezarê salane ku Kurd di vê erdnigariyê de dijîn û gelek xizmet ji bo pêşketina şaristaniya Mezopetamya kirine, gelek bedel dane.
Dema ku mirov berê xwe dide dîroka Kurdan gelek tiştên wan yên baş hene ku mirov pê şanaz û serbilind be. Lê gelek tiştên wan ên xirab jî hene ku mirov ji wan fedî û şerm dike. Tiştên wan yên baş jixwe baş e. Ew bûne malê hemû cîhanê. Bûne nirxên cîhanşimûl ku mirovahî pê îftixar dike. Divê ku ev weke pirenîbek exlaqî bibe malê hemû gelan.
Lê tiştên xirab malê xwediyê xwe ye û yê her bi wî re bimîn e. Her kes bi karneya xwe derdikeve pêşberî dîrokê û li gor wê hesabê xwe dide.
Tiştên xirab ên Kurdan pir in. Ewqas pirin ku ev nivîsa kurt nikare mafê wê bide. Lê ez tenê dixwazim li ser mijarekî ku vê nivîsê eleqedar dike rawestim. Ew jî yekitiya Kurdan e.
Dibêjin; rojekî çend kes li Qayiqekî siwar bûn û derketin seyranê li ser Behrê de. Yek ji wan bi bizmarê destê xwe bin xwe kun dike. Hinek ji wan bêdeng dimînin û hinek jî dibêjin; tu çima Qayiqê kun dikî? Ew dibêje; bi we çi ez bin xwe kun dikim. Dema ku Qayiq kun dibe hemû kesê ku tê de ne di avê dixeniqin û …
Qayiqa Kurdan jî kun bûye. Çimkî gelek ji wan bin xwe kun dikin. Heta ku ev kun kirin dewam bike ev Qayiq nikare bi silametî di nav pêlên avê rizgar be. Divê her kes bizmarê destê xwe bavêje. Pêdiviyên Kurdan bi Qayiqekî saxlem heye di nav van pêlên xedar de nexwe…
Heta ku Kurd nebin yek, zîndan, şikence, kuştin, talankirin, parçebûn, hejarî, jan, girî, koletî, bindestî û … para wan e.
Heta Kurd nebin yek; zilma Tirkan, Farsan, Ereban û dagirkeran yê her hebe. Heta Kurd nebin yek, Başûrê Kurdistan, Bakûrê Kurdistan, rojavayê Kurdistan û Rojhilatê Kurdistan jî nîne. Yê her Bakûrê Eraqê, Başûrê Tirkiyê… hebe.
Heta Kurd nebin yek yê hertim damxaya serokeşîr, cudakar û terorîst jî yê her hebe. Heta koletî ji dagirkerên weke Tirk, Fars û Ereb re hebe, kes nikare sibe bersiva pirsên zarokên me jî bidin.
Ji bo wê jî heta di konferansa ku yê di Hewlerê de pêk were, yekitiyeke rasteqîne a ramanî, zihnî, giyanî di nav Kurdan de pêk neyên û Kurd bendê xwe ji dagirkeran qut nekin bila êdî kes qala Kurdbûna xwe neke. Lewra jî konferansa Hewlêrê navnîşana durustbûna her Kurdî ye.
Konferansa Hewlerê azmûna yekem a yekitiya netewî ye. Texteya yekem a Qayiqê saxlem e. Divê di vê konferansê de her kes dest ji berjewendiyên takekesî, hizbî, eşîrî, parçe û demî berde. Û bi awayek Kûr û dûr pêşeroja vê gelê hejar û belengaz bifikir e.
Bi salane ku Kurd tên talan kirin. Bi milyonan Kurd koçber û hejar bûne. Bi hezaran gundên Kurdan şewitîne. Bi hezaran kes îro di girtîgehan de ne. Îradeya Kurdan di dest wan de nîne, Kurd hatine kole kirin, welatê wan hatiye bindest kirin, serokê wan di bin şikenceyek bêhempa de ye. Çanda wan, hunera wan, awazên wan û dîroka wan hatiye dizîn û… divê her kes ji bo çareserîya wan bihizire û projeyan pêş bixwe.
Ev ezmûnek dîrokî ye nexwe emê bêne lanet kirin. Bila kes neyê lîstokên dagirkeran!!! Bila kes nekeve xefika zaliman. Bila kes birayê xwe nefroşe çend dirafan.
Heta ku Kurd di vê konferansê de bi awayek heqîqî û rast xwe beşdarî konferasê neke û bi projeyek piralî û dewlemend ji bo pêşeroja Kurdan neyê vir, Kurdistan yê bibe Tirkistan!
Kurd roj bi roj jihev belav dibin û her tiştê xwe derdidin, vîna wan binpê dibe, evîn û hesreta wan û hedara wan sedsalan ji ber xeletiyên Kurda bê encam dimînin.
Ev konferans dikare hinekî van xeletî û êş û jana Kurdan kêm bike. Ev konferans dikare bibe konferansa aştî û demokrasiya Kurdan. Ev konferans dikare xetek sor liser şer û pevçûnên navxûyî dane. Lê belê heta ku yekityek di nav Kurdan de nebe ev jî misoger nabe.
Eger di vê konferansê de yekitiyeke Kurdan saz nebe êdî kes, wan tiştekî nahesibîne û ji wan re rêz raber nake. Lewra jî pêwîste destpêkê ew ji xwe re rêz raber bikin. Heta ku dinya ji wan re rêz raber bike. Nexwe hata ku Kurd nebin yek….
Ferhad Urmiyeyî
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdîstanê
www.lekolin.org
{rokintensedebate}




22.10.2009
Kasım Engin