Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

Friday
Sep 10th
Text size
  • Yaz fontu bytn
  • Varsaylan font bykl
  • Fontu kltn

Kayıt Ol! | Üye Girişi

Harûn Berwar



Mekanîzmaya Netewî

Kullanıcı Oyu: / 3
En KötüEn İyi 

Heke neteweyek pêdiviyên xwe bi cih nîne nikare li ser lingan bimîne. Yek ji van pêdiviyan ziman be, yek jî yekîtî ye. Netewa kurd di van herdu waran de jî negihaştiye encamekê û hîn riyek dirêj li ber heye.

Di roja îro de netewa kurd divê di du waran de bibeze. Yek ji van bezan li ser riya azadiya jinê be, ya din jî li ser riya zanist û teknolojiyê ye. Xala yekem rûyê gelê kurd li qada navnetewî, xala duyem jî ji bo famkirin û qebûlkirina vî rûyî û jiyanek hêsantir pêwist e.

Li pêşiya serkeftina gelê kurd benda herî mezin “avakirina raya giştî” ye. Di avakirina raya giştî de xaleke girîng çapemenî û weşan bin, xala din jî diyaloga bi kesên girîng re ye. Hîn bi milyonan tirk, ereb û farisên ku li dijî mafên gelê kurd derdikevin hene û çapemeniyeke ku timî bixwaze di deriyê yekem re têkeve hundir, nikare wan biguharîne. Di vî warî de encax rewşenbîr, nivîskar û çapemeniya tirk, faris û ereb roleke girîng bigire ser pişta xwe, ku hinekî pêşve biçe.

Ji bo xalên jorîn ji aliyê netewa kurd ve baş were bicihanîn, pêdivî bi mekanîzmayên netewî heye. Em wekî kurd di warê mekanîzmayên netewî de tenê xwediyê partiyan e. Wekî rêxistin partî, di sedsala 19 û 20'an de ji bo têkoşîna rizgariya netewî û têkoşîna rizgariya çînî bes bû. Wê demê gelê kurd ev mekanîzma bi cih neaniye. Lê di dawiya sedsala 20'an û destpêka sedsala 21'ê de emperyalîzm bûye xwediyê mekanîzmayên dewlemend. Ji bo vê yekê mekanîzmaya netewî ya gelê bi giştî ava nebe, dê gelê kurd berdêlên mezin bide.

Dema Hozan Aydin ji balefirgeha Hewlêrê hate vegerandin, heke biryarek dadgehên Herêma Kurdistana Federal hebûya, mirovî dikaribû bigota ku mekanîzmayeke huqûqî ya Başûr heye. Lê bêyî biryarek dadgehê heke kesek dikare ji welatekî were derxistin û sedema derxistinê bi awayê yasayî nikaribe were vegotin, huqûq tune.

Li beramberî vê yekê, heke li Zanîngeha Dîcle ya Amedê xwendekarên welatparêz nahêlin Kovara Demokrat were firotin, lê nikarin di vî warî de biryareke rêxistina xwe nîşan bidin û heta biryarek wisa qet tune, mirov nikare behsa huqûqê bike. Her wisa jî, li bakur ji bo vekirina komeleyekê 7 kes serî li Dezgeya Komeleyan bide bes e. Lê gelo dema kurd bixwazin komeleyekê vekin, divê mekanîzmaya gelê kurd jî bi kar bînin.

 Ev xalên huqûqî baştir nîşan didin ku wekî mekanîzmayeke netewî tenê partî têra îro nakin. Huqûqek gelê kurd a netewî divê hebe. Kongraya Civaka Demokratîk divê firehtir bibe û divê bibe xwediyê mekanîzmayên xwe. Dad, aborî, maliye, derûdor, xebat, karê derve, karê hundir, wize (enerjî), çand, perwerde, daristan, çandinî, tenduristî û bazirganî tenê çend xalên pêşî yên girîng in ku divê li bin banê vê Kongreyê bêne avakirin. Li ser serê van xalan divê teqez parlamenterên kurd hebin. Kurd divê ji bo vê kongreyê bikaribin hilbijartinan bikin. Û ev yek ji kêfa Tirkiyeyê re nemaye, divê neyê hiştin jî.

Saziyên dewleta desthilatdar, bi qasî ku mekanîzmaya kurdan nas bike divê bêne naskirin. Nexwe li gor vê yekê di Kongreya Civaka Demokratîk de li serê beşa “aboriyê” parlamenterekî hilbijartî hebe, ku bixwe li Meclîsa Tirkiyeyê rûdine, dikare daxwazên gelê kurd bigihîne meclîsa Tirkiyeyê jî. Roja hilbijartinê jî dikare bi hêsanî li qadan bêje “me evqas daxwaz birin ber deriyê meclîsê, evqas hatin çareserkirin, evqas jî ji aliyê partiyên din ve hatin astengkirin.” Yanî avakirina mekanîzmayê bixweber avantajên xwe dixe meriyetê û kurd gav bi gav îradeya xwe didin hîskirin.

Ji bo hemû neteweyan, komele zenguloka hilmê ye. Hilmçikandinên netewî bi komeleyan têne çareserkirin. Kesên ku komeleyan wekî mekanîzmayeke kapitalist dibînin, divê hinekî din berê xwe bidin teoriya Konfederalîzmê. Di Konfederalîzmê de hilmçikandina civakî bi komeleyan hatiye çareserkirin. Heta avakirina komeleyan li gor kêfa kesî nehatiye hiştin û ev bûye parçeyê herî girîng ê îqtîdara gel. Hemû çîn û çînayetên netewa kurd di encamê de ku bûn xwediyên komeleyên xwe, pirsgirêkên xwe bixwe çareser dikin. Pirsgirêkên giran didin destê federasyonên xwe û yên girantir jî bi riya nûnerên federasyonan diçin meclîsa konfederal.

Ji bo ev mekanîzma jî bi rêk û pêk bimeşe, meclîsa konfederal, ango Kongreya Civaka Demokratîk divê bingeha aborî amade bike. Yanî komele ji aliyê aborî ve dê çawa li ser lingan bimînin, dê ji ku bînin û çawa xerc bikin... Dema ev mekanîzma rûnişt komeleyên girêdayî partiyên din jî ku bixwazin beşdarî vê sîstemê bibin, dê ji derfetên aborî yên vê mekanîzmayê sûdê wergirin.

Kengî ku ev mekanîzma bikaribe salê carekê alîkariya aborî bide partiyên siyasî, wê demê kîjan partiya siyasî ku beşdarî vê mekanîzmayê bibe, li gor ku pêdiviyên huqûqî yên vê mekanîzmayê bi cih aniye, dê van alîkariyan wergire.

Ev çîrokeke fantazî ye. Netewa kurd an dê pêdiviyên netewî bi cih bîne, an jî nikare li ser lingên xwe bimîne. Çawa ku pêdiviyeke netewî ziman e, lê ji ber ku mekanîzma tune ziman jî nikare xwe biparêze. Kampanya Perwerdeya bi Zimanê Kurdî çawa ku serhildanan dest pê kir, ji rojevê ket. Lê heke mekanîzma hebûya, dê genelgeyek bi lez biweşanda û bigota “di serhildanan de jî pankartên xwe, sloganên xwe û daxuyaniyên xwe bi kurdî bidin û pêngava xwe bidomînin”... Her ku pêvajo guharî, her ku rojev guharî dê vê mekanîzmayê bikira ku ew rojev dîsa bi kurdî bimeşe. Piştî salekê jixwe ev dê rûnişta û biketa meriyetê û êdî dê bibûya xaleke xwezayî ya civaka kurd.

Yek ji bingehên esasî ku xebatan dixitimîne jî aborî ye. Li ser vê xalê hîn jî serê mirovan ne zelal e. Marks ku gotiye “siyaset îfadeya konsantrebûyî ya aboriyê ye”, tenê ji kapîtalîstan re ev negotiye. Heta qet ji kapîtalîstan re negotiye. Ji sosyalîstan re gotiye. Lê tenê kapitalist vê gotina wî bi cih tînin. Hinek kes gotinên Rêberê Gelê Kurd berovajî dikin û dibêjin “ji bo vê yekê Marks xizmeta kapîtalîzmê kiriye”. Lê dewleta tirk û partiyên tirk jî gelekî sûde ji Rêberê Gelê Kurd girtine. Herî pir jî AKP'ê sûde girtiye. Heta romannûsên tirk jî mijara jinê hinekî jê girtine û bi kar anîne.

Mesele ew e ku neteweyek nikare bi aboriyeke wiha; ku li ser bingeha berhevkirina pereyan e, li ser lingan bimîne. Aborî bixwe hilberîn e. Li welatekî ku sererd û binerda wê zêr e, heke siyasiyên kurd tenê bi pereyên berhevkirinê aboriya xwe bimeşînin, nikarin di riyê de bibezin, ev bez heta derekê ye. Siyasetmedarên kurd mecbûr in berê xwe bidin çareseriyên ku Rêberê Gelê Kurd ji bo wan daniye holê. Di warê aborî de jî ev divê ji gundan dest pê bike û bi avakirina kooperatîfên çandinî, senayî û hin wekî din bidome. Enstîtuyên çanadinî û hin wekî din... Ajansên raperîna aborî...

Aşkere ye, heke ev mekanîzma netewî li gor derfetên parçeyên Kurdistanê neyên avakirin dê bi ser nekevin. Li Bakur nifûsa gelê kurd nahêle ku dewleta tirk bikaribe wekî Îranê qedexeyan dayne, an jî wekî Sûriyeyê. Ev jî derfetê dide ku Kongreya Civaka Demokratîk bikaribe mekanîzmayên xwe ava bike. Piştî demekê dewleta tirk dê bixwe bibîne ku dema mudaxaleyî vê mekanîzmayê bike, dê rewş ji berê xerabtir bibe. Ev jî dê destê kongreyê firehtir bike û di fiîliyatê de dê gelê kurd îqtîdara gel ava bike.

Harûn Berwar

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

 

UMUDUN ZAFERİ

 

Öcalan: Açılımı Devlet Yapıyor, AKP Sadece İmzacı

 

Öcalan: Yeni Bir Döneme Girildi

 

Öcalan: Erdoğan’ın Sonu Özal Gibi Olabilir

ÖZGÜRLÜK PERSPEKTİFLERİ

 

İnsan-Toplum İlişkisi Üzerine

 

İnsanda Yoğunlaşan Gerçeklik

 

“Bilimsel Yöntem”, İktidar ve Kapitalizm Birliği Üzerine

 

Savunmalar: Kapitalist Modernitede İktidar

YAZARLAR

Kasım Engin
22.10.2009
Kasım Engin

Biraz Ahlak Lütfen!



Serbest Rezan
01.11.2009
Serbest Rezan

Li Dayikên Kurd Xwedî Derkevin

Tayyîp Temel
14.11.2009
Tayyîp Temel

Helwesta CHP - MHP’ê û Niyeta AKP’ê

Sinan Sinegır
02.11.2009
Sinan Sinegır

Açık Olmayan, “Demokratik Açılım”

Harun Serdar
12.09.2009
Harun Serdar

Perwerda Bi Kurdî Bi Zanebûna Rast Dibe Azadiyê

Cemîl Bayik
16.11.2009
Cemîl Bayik

Divê Kurd Weke Îrade û Muxatab Bên Qebûlkirin

Hasan Hüseyin Deniz
08.11.2009
Hasan Hüseyin Deniz

Şewba Berazan An Fermana Amerîkan

Şahan Dicle
14.11.2009
Şahan Dicle

“Açılım Oturumu” ve Hesaplar - Şahan Dicle


Şu an 4 misafir çevrimiçi