Herêma Kotol
Navçeya Kotolê herêmeke Rojhilatê Kurdistanê ye. Dikeve aliyê bakurê rojava û ser bi bajarê Xoyê ve ye. Di nexşeya fermî ya rejîma Îranê de herêm wek Azerbaycan tê dîtinê lê bi çanda Kurdewarî û welatparêziya xwe ve xwerû Kurdistanî ye. Herdem ev koka xwe zîndî û hişyar hiştiye. Kotol di warê coxrafîk de di cihekî gelek stratejîk de ye û xwedî rolekî girîng e. Rêya hesin a Beharat ku Îranê û Ewrûpa bi hev ve girêdide di vir re derbas dibe. Her wisa bi rêka bejayî jî Îranê û Tirkiyê digihîne hev. Ji aliyê din ve Kotol di sêgoşeya Îran, Ermenîstan û Tirkiyê de cih digire. Ji bo vê jî herdem wekî gûzergahekî hatiye bikaranînê. Tevî hemû van derfetan ku ji bo pêşxistina aboriyê gelekî guncaw e, lê herêm di vî warî de gelekî lawaz hatiye hiştinê. Ev yek ji polîtîkayên herî bingehîn yê rejîma Îranê li beramberî gelê Kurd e. Mirov dikare bêje, Di 30 salên bihurî de ev herêm ji hêla rejîmê ve hatiye tecrît kirinê. Derfetên aborî yê herêmê bi giranî ji cihên cûda re tên bikaranînê. Ked û xwêdanek mezin tê rijandinê lê mirov nikare tu berhemeke berbiçav li vê herêmê bibîne. Mînak ferş (merş, xalîçe) çêkirin wek hunerekî destan li herêmê gelekî pêşketiye lê sermayedarên Îranî her ferşekê bi nîvê nirxa wê dikirin. Mixabin nişteciyên herêmê jî vê bazirganiyê bi vî rengî wek mecbûriyetekê qebûl kirine. Lê di vir de xala herî dilêşîn ew e ku % 70 zarokên ku ferş çêdikin ji hêla fîzîkî ve seqet dimînin. Çavê wan lawaz dibin, ji ber ku bi piranî runiştîne laşê wan zeîf dimîne û ji ber vî karî nikarin biçin dibistanê.
Di varê debara malê de jî rejîmê jiyanek girêdayî sîstema qupon (kaxiz) yan jî bi nîvê qîmet, erzaq belavkirin pêşxistiye û bi salan e vê yekê berdewam dike. Ev yek jî bi xwe re parsekçîtiyê tîne. Rejîm bi vî awayî gel bi birçîbûnê re rûbirû dihêle û ‘terbiye’ dike. Her melayekî muçtehîd (ev meleyên taybet yên rejimê ne û hejmara wan ne zêde ne) rejîmê bi rêka avakirina saziyên olî û komîteyan, salane 20 mîlyon dolar qezenc dike lê derameta kesekî sîvîl yan jî karkerekî rojane bi ser 10 dolaran nakeve. Di vê mînakê de tekiliya di navbera ked û kedxwar de bi hesanî derdikeve hole. ‘Edaleta Îslamî’ ya rejîma Îslamiya Îranê ev e. Herêma Kotolê jî yek ji van herêma ye ku ev siyasetên qirêj û gemarî yê rejîmê di nav de serdest e.
Derbeyek pir mezin di warê aborî de li herêmê daye û bi vî rengî despêkê gel birçî hiştiye paşî jî bi her awayî bi xwe ve girêdaye. Rêka teslîmgirtinê bi vî awayî hesantir kiriye. Lê bi pêşketina têkoşîna Tevgera Azadiyê, Kotol jî ji xewa giran hişyar dibe û di hilperike. Dîroka wê ya serhildêr vedije. Kotol di dîrokê de ji bo gelek serhildanan malevanî kiriye. Serhildanên Kela Dimdimê, Agirî, Simko Şikak, Şêx Ubeydûllahê Nehrî, Mahabad û Qasîmlo hêzeke mezin ji vir girtine û gelek caran ev herêm vek stargehekê bi kar anîn e. Kevneşopiya xeta berxwedaniyê heta roja îro jî xwe parastiye. Mînaka herî berbiçav jî di sala 1999’ê de, dema li hember Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan komploya navnetewî pêşket, serhildanên ku li herêmê pêşketin, zindîbûna vî giyanî bû. Dîsa sempatî û girêdana bi Tevgera Azadiyê re, dide xuyakirinê ku li hember zext û polîtîkayên rejîmê tu carî serî natewîne û wê her tim xwedî sekneke serhildêr be.
Siyasetên Rejîma Îranê Li Herêma Kotolê
Ev kiryarên ku li vê herêmê tên meşandinê, li Rojhilatê Kurdistanê siyaseteke giştî ya Îranê ye lê lê di hêla rejîmê de hin nêzîkatiyên taybet ji bo herêma Kotolê tên kirinê. Ya herî giring dewlet bi rêka sîxurtiyê dixwaze gel bi gel qontirol bike. Heta 10 sal berê tu kesê bi navê sîxur li herêmê peyde nedibû. Lê mixabin bi siyasetên qirêj yên dewletê îro kesên ku bi vî karê gemar re mijûl in zêde bûne. Bi taybetî jî hindek keya (mûxtar) yên gundan serkêşiya vê yekê dikin. Bêguman ji ber girîngî û mercên civakî û coxrafîk yê vê herêmê dewlet siyasetên taybet li vir dimeşîne. Taybetiyên welatparêzî, germbûna gel û guncawbûna coxrafya herêmê bûye sedem ku têkoşerên Tevgera Azadiyê herdem lê bi cih bibin yan jî pêwîstiyê xwe ji vir peyde bikin.
Dewlet jî li hemberî vê yekê li hemû deverên herêmê paygehên (qereqol) nû ava dike. Li hêla din li gelek gunda kesên sîxur ‘wezîfedar’ kiriye. Bi hejmareke zêde sazî û dezgehên girêdayî sipahê û îtlaatê (istixbarat) jî li vir ava kiriye. Ji bo zarokan perwerdeya Besîcî (wezîfedarên dewletê) û sîxurtî tê dayîn. Heta tê gotinê ku hindek muxtar di vî warî de di nav pêşbirkê de ne. Ev kes, eger ji kesekî hez nekin, bi şêwazên cûrbecûr wî/wê dikin armanca xwe û didin girtin yan kuştinê. Heta niha gelek kes bi vî rengî dane girtinê, buxtan (îftira) avêtine ser û di civakê de teşhîr kirine.
Yek ji kiryarên qirêj jî yên rejîmê, pêşxistina fihûşê li herêmê ye. Hêzên dewletê ji bo vê yekê hindek tîm û grub çêkirine. ‘Wezîfeya’ wan li gundên welatparêz revandina keçan e. Yan jî bi şev li ber deryê malan kom dibin û nearamî û tirsê pêşdixin. Ev karê qirêj, bi giranî ji hêla tîma taybet ya bi navê ‘dûpişka reş’ ve tê meşandin. Li herêma Kotolê şerê taybet, ji hêla vî tîmî ve û bi şêwazên ku hêzên sipahê ji wan re nîşan didin tê kirin.
Di dema dawî de derdikeve hole ku rejîma Îranê li ser vê herêmê hîn zêdetir û bi awayekî taybet disekine. Ji bo lawazkirin û teslîmgirtina gelê herêmê her şêwazî bi kar tîne. Mînak, ji bo gelek deveran ticareta li ser sînor serbest e lê ji bo navçêya Kotolê bi xwe, karekî gelekî zehmet e. Ev yek dibe sedem ku gel ji bo debara xwe muhtacî dewletê be yan jî bibe cerdevan. Jixwe armanca dewletê jî ev e.
Di encam de her miroveke/î xwedî vijdan pêwîst e li dijî van kiryarên qirêj û siyaseta gemar bisekine. Li hember bê edaletî û zilma ku bi navê Îslamê tê kirinê serê xwe rake. Vê yekê weke erkekî welatparêzî û mirovî bibîne. Ez bawer îm ku wê ev zilm û harîtiya Îranê bi destê Têkoşerên Azadiyê dawî lê bê. Qirêjî û pîsî ya rejîmê wê di nav xweşkahiya Kotol û Kurdistanê de têk biçe.
Cemşîd Ensar
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.org-net-info
{rokintensedebate}




22.10.2009
Kasım Engin