Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

Monday
Sep 06th
Text size
  • Yaz fontu bytn
  • Varsaylan font bykl
  • Fontu kltn

Kayıt Ol! | Üye Girişi

Yazarlar



Divê Kurd Weke Îrade û Muxatab Bên Qebûlkirin

Di Meclîsa Tirk (TBMM) de li ser pirsgirêka kurd guftûgo hatin destpêkirin. Ev yek tê wateya ku cara yekemîn e li meclîsê pisrgirêka kurd dibe mijara guftûgoyê.

Di Meclîsa Tirk (TBMM) de li ser pirsgirêka kurd guftûgo hatin destpêkirin. Ev yek tê wateya ku cara yekemîn e li meclîsê pisrgirêka kurd dibe mijara guftûgoyê. Beriya niha jî li meclîsê pirsgirêka kurd bûbû mijara guftûgoyê û bi vê yekê re hatibû rojeva raya giştî. Lê belê feyde heye ku werê gotin; guftûgoyên ku di 10’ê mijdarê de dest pê kirin ji hemû guftûgo û nîqaşên heta niha hatin kirin cudatir in. 

Di 10’ê mijdara 2009’an de her çiqas navên cuda lê kiribin jî ya hate guftûgokirin xaleke bi tenê bû. Ew jî pirsgirêka kurd bû. Vê yekê nîşan da ku mijar û pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê çi ye. Bi vê yekê re careke din piştrast bû ku di rewşa heyî de dewleta tirk êdî nikare tevî hebûna pirsgirêka kurd bijî. Ev rastî di heman demê de gav û rêveçûna dewleta tirk a demên pêş jî destnîşan dike.   Bi guftûgoyên li TBMM’ê jî derkete holê ku êdî di pirsgirêka kurd de rastiyeke ku mîna rewşa ‘rim bi çiwal nahilê’ li holê ye. Lê belê tevî vê rastiyê jî dikare were gotin rewşeke dûrî rastnirxandina mijarê û lêgerînên çareseriyê heye. Wekî mînaka ku ji aliyê şaş ve guh nîşan bidin hê jî di polîtikaya înkar û tunekirinê de israr dikin. Cewherê nêzîkahiyên MHP, CHP û AKP ji vê rastiyê pêk tê. Bilêvkirina AKP’ê ya tiştên cuda ji MHP û CHP’ê vê rastiyê naguherîne. MHP partiyeke neteweperest, CHP partiyeke neteweperest a faşîst e. Di nava sînorê dewleta heyî de înkar û tunekirina kurdan rasterast û weke polîtakayeke vekirî diparêzin. AKP tevî ku di prensîb û pîvanên bingehîn de digihije van partiyan, dibîne ku bi rê û rêbazên beriya niha hatina meşandin çareserî pêk nayê. Ji ber vêkê jî ji bo xwe bigihîne hedefên bingehîn ên bi CHP û MHP’ê re hevkar e, nêzîkatiya guhertina rêbazên cuda nîşan dide. Di cewher de tiştekî bê guhertin tune ye. Berovajî hewldana jiyandina rewşeke xetertir mijara gotinê ye.

MHP û CHP teşhîr bûne. Êdî ne mimkûn e ku desteka kurdan bigirin an jî îtîbarê bibînin.  Parastina wan a tevkujiyên di demên borî de û pêşniyarkirina heman rêbazan a weke polîtikayên bingehîn nîşan dide ku ji aliyê siyasî ve dê temenê van partiyan zêde nedirêj be. AKP mîna partî vê yekê dibîne. Di vê çarçoveyê de jî bikaranîna rêbaz û argumanên cuda anîne rojeva xwe. AKP kurdan mîna gel qebûl nake. Li dijî sazîbûna siyasî ya kurdan, îradebûyîn îrade û mîna gel misogerbûna mafên wan a di destûra bingehîn de derdikeve. Tam di vê noqteyê de bi afirandina îlizyonê (xapandin) dixwaze kurdan ber bi nediyariyekê ve dahf bide. Her wiha di rewşa ku kurdan ber bi nediyariyê ve kaş dike de tim tîne ziman û nîşan dide ku ew xwediyê biryara di standin û pratîkkirina polîtikayên înkar û tunekirinê ne. Cewherê hevdîtinên li TBMM’ê pêk hatin ji vê rastiyê pêk tê.  

Hevdîtinên li TBMM’ê di çarçoveya biryara MGK’ê de pêk hat. AKP û rayedarên hikûmetê jî îfade dikin ku ev hevdîtinên pêk tên polîtikaya dewletê ne. Di vê polîtikayê de qebûlkirina kurdan û misogerkirina mafê wan a bi destûra bingehîn tune ye. Bi hedefa di ber çavan re derbaskirin û sererastkirina ‘Plana Îslahata Rojhihat’ a ji 1924’an ve xistine dewrê. Di vê mijarê de navlêkirina AKP’ê ya projeya xistine rojevê mîna ‘yekîtiya neteweyî’, mîna armanca bingehîn tasfiyekerina PKK’ê ji her alî ve bi  projeya ‘Îshalata Rojhilat’ yek e û xuya ye ku dixwazin vê projeyê rojane bikin û bimeşînin. Di vî warî de armanca bingehîn a hevdîtinên li TBMM’ê aşkera dibe. Bal kişandina AKP’ê ya ser hin rastiyên ku înkar û redkirina wan ne mimkûn e jî vê rastiyê naguherîne. Ji ber ku dewlet ji qebûlkirina çareseriya pirsgirêka kurd a li gorî pîvanên demokratîk re ne amade ye. Tenê dixwaze bi rêbazên pansûmanê  tedawiyê pêk bîne.
Rola ku dane AKP’ê di vê çarçoveyê de ye.

Tevî ku navê wê lê nehatibe lêkirin jî, di TBMM’ê de komkirina civata giştî û nîqaşkirina pirsgirêka kurd girîng e. Divê ev yek biçûk neyê dîtin. Ji ber ku gelê kurd di encama têkoşîneke mafdar û rewa de bi dayina bedelan komcivîneke bi vî rengî ferz kir. Naxwe ev ne tiştekî ku dewletê bi dilxwazî pêk anîbê ye. Berovajî tê xwestin pêşketinên di encama berxwedana kurdan de derketine holê ji cewher werin xistin û li gorî berjewendiyê xwe bikar bînin. Di vê wateyê de destkeftiyên kurdan ên di encama têkoşînê de bidest xistine, tê xwestin ji armancê werin durxistin. Ev lîstikeke gelekî xeter e.  
Diyar e ku divê kes neyê vê lîstikê.

Ev yek jî bi şêwazekî rast xwedîderketina li pêşketinên encama têkoşîna gelê kurd û israra ji bo çareseriya pirsgirêka kurd mimkûn e. Ev yek jî bi qebûlkirina hebûna kurdan a li gorî esasên demokratîk  û mîna gel bi destûra bingehîn misogerkirina mafên û mîna aliyê qebûlkirina muxatabên rastîn dikare pêk were. Heger di îstîqameteke bi vî rengî de hevdîtinên li TBMM’ê bi pêş bikevin dikarin watedar bin. Ji bilî vê yekê bendewariyeke ku derkeve holê dê ji xwe bi xwe xapandinên wêdetir neyê tu wateyê.

Cemîl Bayik

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info

{rokintensedebate} 

 

“Açılım Oturumu” ve Hesaplar - Şahan Dicle

“Açılım Oturumu” ve Hesaplar - Şahan Dicle

Uzun süredir AKP tarafından gündeme getirilen, üzerinde yoğun tartışmalar ve hesaplar yürütülen “açılım oturumu” nihayet yapıldı. Y...

Swissotel’deki Toplantının Düşündürdükleri…-Akif Roj

Kullanıcı Oyu: / 2
En KötüEn İyi 
Swissotel’deki Toplantının Düşündürdükleri…-Akif Roj

İstanbul Swissotel'de 2 – 3 Kasım tarihlerinde Güney Kürdistanlı bazı yetkililer ile Türkiye’den aralarında bir kısım akademisyen, emekl...

Helwesta CHP - MHP’ê û Niyeta AKP’ê

Pêvajoya nîqaş û minaqeşeyên hikûmetê yên li ser pirsgirêka kurd gihiştin merheleya xwe ya herî krîtîk û diyarde
Pêvajoya nîqaş û mi...

Savaş’ın Fotoğrafları

Savaş’ın Fotoğrafları

Kürt Ulusal mücadele hareketi PKK, sorunun çözümü için yeni bir hamle yaptı. Yaklaşık 4 aydır ülke açılımla kalkıyor açılımla yatı...

Plana Tinekirinê Ya AKP’ê

Çûyîna Qasidên Çareseriya Demokrotîk li Tirkiyeyê ji bo çareseriyê wek hewildaneke katalîzor hêz daye pêvajoyê. Helwesta AKP’ê ya li h...

Şewba Berazan An Fermana Amerîkan

Kullanıcı Oyu: / 1
En KötüEn İyi 

Di hundirê salekê de şewbek li parzemînekê peyde bû û roj bi roj û bi lezgînî li cîhanê belav bû. Derketina cihê şewbê cihekî gelekî...

AKP’nin Güney Kürdistan’da ki Açılım Umudu-Yusuf Ziyad

Kullanıcı Oyu: / 3
En KötüEn İyi 
AKP’nin Güney Kürdistan’da ki Açılım Umudu-Yusuf Ziyad

Son günlerde Türkiye’de tekrardan yoğunluk kazanan demokratik açılım hikâyesinin detayları her gün daha netlik kazanmaya başlıyor. KCK’...

Kontrayên siyasî

Çûyina qasidên aştî û çareseriya demokratîk a Tirkiyeyê bû sedem ku rojeva siyasî bi rengekî lezgîn bipêş bikeve. Ji 19’ê Mijdarê h...

Sayfa 1 > 39

UMUDUN ZAFERİ

 

Öcalan: Açılımı Devlet Yapıyor, AKP Sadece İmzacı

 

Öcalan: Yeni Bir Döneme Girildi

 

Öcalan: Erdoğan’ın Sonu Özal Gibi Olabilir

ÖZGÜRLÜK PERSPEKTİFLERİ

 

İnsan-Toplum İlişkisi Üzerine

 

İnsanda Yoğunlaşan Gerçeklik

 

“Bilimsel Yöntem”, İktidar ve Kapitalizm Birliği Üzerine

 

Savunmalar: Kapitalist Modernitede İktidar

YAZARLAR

Kasım Engin
22.10.2009
Kasım Engin

Biraz Ahlak Lütfen!



Serbest Rezan
01.11.2009
Serbest Rezan

Li Dayikên Kurd Xwedî Derkevin

Tayyîp Temel
14.11.2009
Tayyîp Temel

Helwesta CHP - MHP’ê û Niyeta AKP’ê

Sinan Sinegır
02.11.2009
Sinan Sinegır

Açık Olmayan, “Demokratik Açılım”

Harun Serdar
12.09.2009
Harun Serdar

Perwerda Bi Kurdî Bi Zanebûna Rast Dibe Azadiyê

Cemîl Bayik
16.11.2009
Cemîl Bayik

Divê Kurd Weke Îrade û Muxatab Bên Qebûlkirin

Hasan Hüseyin Deniz
08.11.2009
Hasan Hüseyin Deniz

Şewba Berazan An Fermana Amerîkan

Şahan Dicle
14.11.2009
Şahan Dicle

“Açılım Oturumu” ve Hesaplar - Şahan Dicle


Şu an 26 misafir çevrimiçi