Li gorî encamên ne fermî yên hilbijartina Iraqê û agahiyên ji deverê tên lîsteya nêzî Baasiyan di rêza yekemîn de ye û piraniya kursiyên parlementoyê bi dest dixe. Bêguman mirov nikare li gorî van encaman teqez biaxive. Lê di hilbijartinan de agahiyên destpêkê tên, kêm caran piştre tên guhertin.
Encamên ku bi hilbijartinê derdikevin holê li aliyekî, lê pêşketinên dawiyê yên ku li Iraq û başûrê Kurdistanê diqewimin hêjayî nirxandinê ne.
Lê di dema ku encameke wiha dihate nîqaşkirin daxuyaniyeke Serkêşê Lîsteya El-Iraqiye Tariq Haşîmî daxuyaniyeke balkêş da. Haşîmî ev gotinên watedar ên ku mirov didin fikirandin bi lêv kirin: “Ji ber ku Iraq welatek ereb e, divê Serokkomarê wê jî ereb be”.
Bi awayekî mafdar derdorên demokrat û kurd ji vê gotina Haşîmî aciz bûn û ew wekî nijadperestî bi nav kir. Heta hin derdoran bi awayekî mafdar ev daxuyanî wekî encama berdewamiya Rejîma Baasê bi nav kir.
Lazim e baş bê zanîn ku ev daxuyaniyên bi vî rengî xwedî piştperdeyeke girîng in û pir watedar e ku ev gotin di demeke ku encamên hilbijartinê tên aşkerakirin de tên kirin. Ew peyama; ‘Em ê dîsa polîtîkayên xwe yên kevin bidomînin û ji bilî ereban nabe ku kurd di desthilatdariya Iraqê de cih bigirin’ didin derdorên nijadperestên ereb.
Çend sebebên bingehîn ên vê yekê hene.
Sebeba yekemîn ew e ku her diçe polîtîkayên Amerîkayê yên der barê başûrê Kurdistanê de diguherin. Êdî armanca Amerîkayê ew e ku piştî van zextên demdirêj ên li ber Baasiyan, niha gav bi gav tawîzan bide wan û beremberî vê yekê jî piştgiriya xwe ya ji bo kurdan jî an kêm bike, an jî di asta heyî de biparêze. Jixwe tawîzkariya ji bo ereban bi helwesta Amerîkayê ya ji bo Kerkûkê aşkera bû.
Di hevdîtina dawî ya Barzanî û Obama de rewşa Kerkûkê bi berfirehî hate nirxandin û Rêveberiya Washingtonê bi awayekî aşkera ji Barzanî re got; ‘Hêviya xwe ji Kerkûkê bibirin.’ Jixwe piştî Barzanî vegeriya başûrê Kurdistanê bi parlamentoyê, desteya wezîran û polîtburoyên YNK û PDK’ê re civîn li dar xistibû.
Lazim e neyê jibîrkirin ku di vê hilbijartinê de hêzên ku piştgiriya gel wergirt ji bo Amerîkayê dê bibin referansên esasî. Çimkî li Iraqê pêwîstiya Amerîkayê bi propagandaya ‘gel kîjan hêzê dixwaze ez li pişt wê me’ heye.
Ji ber vê yekê jî encamên vê hilbijartinê dê bandorê li ser dengeyên siyaseta kurd ên neteweyî û dengeya siyaseta navneteweyî ya der barê kurdan de bike. Dibe ku wan dengeyan bi temamî neguherîne, lê xuya ye ku dê bandoreke diyarker lê bike.
Di rewşeke ku xeleka bêbextiya navneweteyî li kurdan dîsa tê tengkirin, pêwîstiya kurdan bi yekitiyeke xurt a navneteweyî heye.
Lê mixabin ku heta niha di mijara Konferansa Neteweyî de tu gav nehatine avêtin. Tu ji kîjan hêza siyasî ya kurd bipirsî ew ê bi rehetî girîngiya Konferansa Neteweyî ya Kurd bîne ziman û piştgiriya xwe bi devkî diyar bike. Lê ligel vê xetereya mezin a li ber deriyê kurdan hê jî tu gavên pratîk nehatine avêtin.
Di vê pêvajoya krîtîk de yekitiya kurdan bi qasî pêşvekirina hêza gelê kurd dê bandoreke gelek erênî li ser têkiliyan kurdan ên bi ereb, tirk û farisan re jî bike.
Divê neyê jibîrkirin ku felsefeya serdesta ev e; ‘Kurmê darê ne ji darê be, zewal li darê nabe.”
Tayîp Temel
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info
Bu yazı toplam 204 defa okundu.