13 Haziran 2010 Pazar Saat 16:22
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Ev Êrîþ jî,Têk Çû
Harun Serdar
@mail
Rêvebir  û  serkêþên  dewleta  Tirk, di bin rêberîya AKP ê de bi taybet ev saleke êriþên bi giþtî li dijî tevgera azadî dane destpêkirin. Encama beþên qada bajaran tê zanîn û ne pêwiste  li vir dubare were nivîsîn. Lê belê ji bona serdestên Tirk, xala bingehîn, mijara yekem hêzên leþgerî yên parastina Kurdistan’in. Ji serê salê û virde  dewlet amadekarîyan dike ji bona êriþeke li  dijî wan pêk bîne û li ser vê yekê dest pê kirin. Hêzên xwe yên herî bijare piþtî amadekirina derûnî û teknîkî, li ser xeta baþûr, rohilat, Dêrsim û amedê bi cîh kirin. Di van amadekarîyên êriþê de, heron û hin teknîkên nûjen ku, ji Îsraîlîyan û ji Emerîkîyan stendin xwedî cîheke serekeye. Dewleta Tirk, vê carê hedefeke dorfireh û kûr dabû pêþ xwe. Êrîþa îcar divê neþubiya yên din. Taybetîya vê êrîþê gellek zêdeye. Mîjokdarîya  Tirk bi êrîþeke giþtî dixwazin bi vê hewildanê erka xwe ya  emperyal li darbixin. Bi vê mebestê li gel  îran û Ereban têkilî  tund kirin. Heta demeke berê bi dengê bilind paþverûtiya Pers û Ereban dinivisîn û digotin, lê ji niþkêve bûne dostên wan ên  stratejîk. Ev çîroka keþtîya wan û Îsraîlîyan di vê çarçovêdeye. Esasen dixwazin bi nakokiyên xwe, hemî gelên rohilatê li dijî Kurdan rakin. Xwestin êrîþa E Eskenderûnê jî, veguhezînin qonaxeke wiha. Di vir de, hêjayî gotinêye mirov bêje piþtî  ku serdema çaremîn dest pê kir.wekî zengilê hawarê lêkeve hinek der û dor êriþan dibin ser tevgera azadî. Lê dema ku li dijî, Kurdan, qirkirin, girtin, destavêtin, lêdan û kuþtin diqewimîn. Bi heman rengî deng der nayê, gelo ji bo çi ? li vir maf û dad nîne. Gelê Kurd yên têkoþer û rêvebiriya wan, bi riya xwe dizanin. Divê hemî kes ji vê biryara mafê xwe  parastina demokratîkre rêz nîþan bide. Ên  xwînrêj û kedxwar ne tevgera Kurdane vajiyî vê dijminê Kurdanin. Balkêþe dewleta Îsraîliyan jî, piþtî van yekan xwest ji mijara Kurdistan, bi awayeke li gorî berjewendiyên xwe sûd werbigire. Qaþo ewê alîkarîya tenduristî rêbikin ji bo Kurdên  bakûr. Lê belê baþ tê zanîn ku di qirkirina netewa Kurdistan’de alîkarîya bingehîn dewleta Îsraîliyan didin Tirkan gelo îro çi bi wê dostaniyê hat ? ma qey kes vê yekê nabîne ? gelo wê Kurdên bakûr tiþteke wiha qebûl bikin ? qasî ku tê dîtin ji hêla Kurdan ve siyaseta ku xeta PKK ê dimeþîne nayê van lîstokan. Bi van lîstokan kes nayê xapan. Yek ji eqilmendên Cihûyan Netanyahû hê di 1988’ an de,pirtûka ku nivîsîye têde ji bona xwe xeterîya herî mezin PKK ê nîþan dide. Divê were zanîn ku bi taktîkên rojane bingeha mijarê nayê dîtin.

Serdestên Tirkan êdî pê hesiyane ku,

Kurdistan’a  di bin mijokdarîya wan de bû, bi cewherî ji vê kedxwariyê filitiye. Ango ew tenê bi hêzên xwe yên çekdarî li Kurdistanê hene. Ji bona vê yekê ; ev êrîþ ji xwere dike armanc  ku Kurdistan ê ji nûve dabigire. Lewra bi hiþyarbûna gel dagirkerî betal bûye.

asta demokratîk û azadîxwaz a ku gelê Kurdistan ê gihîþtiyê ji bo gelek stratejîstan xeyaleke.ev gel bi vê sazûmana xwe têra pir tiþtan dike, têkçûna mijokdariyê di vir de ye.

Her wiha di  merhela yekem a dagirkeriyê de, roja yekê bîst firokeyên þer, heft seet û nîv bombe reþandin. Roja duyem, bîst bafirokan bombe reþandin. Roja sêyem hêzên  wan ên  taybet ji bejayîve daketin qadên Medyayê

Di encama van êriþên hewayî de,HPG ê  wendayiyên xwe daxwîyand . Lê di berxwedana himberî hêzên bejayî de,wek hate dîtin ji  Zap ê kêmtir nebû. Heman berxwedan li qada Dêrsim ê jî pêk hat. Tirkan bi vê hêza xwe êriþ bibirana ser kîjan cînarê xwe, ew dewlet di van sê rojan de diket. Lê belê ; ji ber ku encam ji hêla wan ve nehate stendin bêdengin wekî ku êriþeke wiha giran pêk nehatî ye. Tevgera azadî jî, ji ber tundbûna cengê ev êrîþa, piçûk dît. Lê pêwiste ev xal bi dor firefî were lêkolîn û nîqaþê. Ev xaleke rexnegiriyêye li ser çapemenîya welatparêz. Çima  nasandin û pêkhatina van pevçûnan baþ nayê weþanê.

Artêþa Tirk di merheleya yekemîn de li himberî tevgera azadî û HPG ê þikyaye têk çûye. Ev nayê wê wateyê ku hemî tiþt qedyaye, lê di vê cengê de  gaveke pir girîng bi serkeftina tevgera azadî derbaz bûye. Kesên ku ji taktîk û stratejiya leþgerî têdihêjin vê rastiyê dikarin bibînin.

Di dema pêþ de ev tiþt têne xwiyan,

1-Hêzên Tirkan di qada leþgerî de li dijî HPG ê wê serî li hin êriþên taybet bide ev ji nihave bê encamin ji ber ku þewqa artêþê þikestiye.

2-Li bajaran dijî xwendekar û xwenasên kurdan êriþên bi dar û kêr û carna çek wê pêþ bikevin. Ev êrîþana ne dikarê kesî bitirsîne û ne jî, dibe sedemê devjêberdana têkoþînê.

3-HPG, li himberî artêþ û polêsên wan ên taybet çalakiyan bilind dike.

4-Ciwanên Kurdan êrîþên kevir û kuçan xwiyaye ku carinan veguhezînin çekdarî li nava bajaran. Mînak ; dema ku meþên girseyî çê dibin robotên wan êriþan dibin ser gel, bîst kes li ser serê zarokekî dicivin.piþtî vekiþîna girse 2 ciwan bi çekên otomatîk xwe bera nava van robotan bidin gelo wê çi biqewime ?

5-Ya herî girîng çalakiyên fedayî wek mînaka Zîlan di rojevê dene.

 

Harûn Serdar

Kürdistan Stratejik Araþtýrmalar Merkezi

www.navendalekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info

Parveke
Bu yazý toplam 298 defa okundu.
Bu Yazýya Henüz Yorum Eklenmemiþ.
video..
Cemîl Bayik
Fiyasko
Sinan Sinegýr
AKP Anayasasý
SÝTE ÝÇÝ ARAMA
Þu anda sitede 6 misafir var