Di vê serdemê de rewþa dewleta Îranê yek ji mijarê herî
sereke yê çapemeniya cîhanê de bû. Di warê peyvendî xwe yên bi hêzên cîhanî û
heremî de herwisa salvegera hilbijartinê sala bihurî ya girîng ji eve ku rejîma
Îranê di asta tekeliyên xwe bi gelê Kurd re derbazî qonaxeka nu bûye.
Mijara çekên nûklerî ku bi salane cîhana derva li hemberî
rejîmê bikar dîne lê rejîm jî vê yek ji bo bêdeng kirina dînamîkê xwe yên
hundurîn bikar tînê. Derket holê ku bi îmza kirina peymannameya mabeyna Îran,
Tirkiye û Birezîl yê ku dibin qurban gelê Kurd e. Bi navbeynkariya Tirkîyê ku
heya niha neyartiya Kurdan kiriye dewleta Îranê bi avayekî hovane êrîþ anî ser
gelê Kurd. Bi ketina Tirkiyê di nav vê mijarê de li beranberî parastina
uranyoma Îranê ji hêla Tirkiyê ve Îran jî wê êrîþ bike ser girtiyê Kurd li
zindana de. Di piratîk de ev yek pir aþkere derket holê. Bi îmza kirina vê
peymannamê re hin nakokî ji di mabeyna rayedarên rejîmê derketiye. Elî Larêcanî
serokê meclisa Îranê ku yek ji hevalê Ehmedînejade bi vê yekê re muxalifet
kiriye. Ev jî dide xwuya kirinê ku di navbera muhafizekara de gelek nakokî hene
lê rejîm vediþêre. Þîara bingehîn a vê demê de di nav gel de tê gotinê eve li
hemberî derva lihevkirin li hemberî hundur serkût kirin. Di vê pêvajoyê de bi
rastî jî Îran nekarî biser keve. Bêrêzîl bi zêhniyeta xwe a çep herwisa Tirkiye
ji bi zêhniyeta xwe a Îslamî ku herdu karekter jî bi dilê rejîmê ne Îran
kiþandin nav girdabe kî de ku êdî vegera wê tuneye. Destavîtina Îranê li welatê
Amerîkaya latîn ji vê kevneþopiya rejîmê tê ku hewil dide cephe kî dijberî
Washingtone li vê herêmê de bide avakirinê lê ev yek pêknehat. Hevkarê bingehîn
yê Îranê wekî Rusya û Çin jî di pêvajoya tehrîm kirina liser Îranê de erênî
bersiv dane. Tengavbûna rejîmê di vê demê de nîþana ji dest dayîna hevalbendê
wî ne.
Hilbijartinê sala bihurî li Îranê di nav gîþtî cîhanê de
wekî hilbijartinek na reva hate dîtinê ji ber ku ji dengê gel re rêz nehat
girtinê berovacî meleyan nonerê xwe anîn ser kar. Xwepêþandanê gel yek roj
piþtî hilbijartinê di dîroka 30 sale a rejîmê de care yekem bû ruy daye. Îsal
jî hewil dan hebû ku xwepêþandan hebin lê Xameneyî bi avayekî aþkere gel tehdîd
kir. Hêzên sipahê pasdaran li gîþtî bajarê Îranê de bicih bûn lewra gel jî li
male xwe derneketin. Ji bo Musevî û Kerobî herdû serokê tevgera kesk nameyên
tehdîd hate rêkirinê herwisa malê van herdû kesan ji hêla muhafizekaran ve
hatin dagir kirinê. Neviyê Xumeynî bi navê Hesen Xumeynî di roja salvegera
mirina Xumeynî de derket pêþ gel lê muhafizekaran destûr nedan ku biaxive lewra
ev kes jî ku yadigara Xumeynî ye êdî cihê wî di nav rejîmê de tuneye ji ber ku
li dijî siyasetên Ehmedînejad û Xameneyî derketiye. Rejîm ku bi her avayî
tengav bûye bi tu kesî re rehmê nake. Rejîma ku Ayetûllah Muntezirî yek ji
damezrînerê Komara Îslamîye wekî munafiq bi nav bike herwisa êriþî ser kurê
Xumeynî bike bêguman tê payîn ku li Kurdistanê jî wê îdama pêkbîne.
Bajarê qom yek ji bajarên herî girînge ku rejîm li vir kadro
û mela perwerde dike. Lêev demeke li vî
bajarî alozî û pevçûn têne jiyan kirin. Piranî êrîþê liser muxalifan çêdibe li
vir pêktên. Yarastî kontirola bajar li destê rejîmê derketiye. Piþtî
hilbijartina û þûnde gelek mele, mamostayên zanîngeha û rojnamewan li
girtîgehan têne ragirtinê ev li neçariya rejîmê ye bi giþtî kesê ku dijberî wî
ye srekût dike anjî digire. Gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi zêhniyetek pir
paþverû re rûberu ye. Êrîþê herî berfire tên pêkanîn herwisa çeka îdamê li
hemberî gel ji her demê zêdetir tê bikar anînê. Dikarim bêjim ku tenê yek sedem
heye ku Kurda radigire ew jî Musulman bûna Kurda ye eger ev jî were qetandinê
îdî tiþtek namîne, wer diyare dem ber bi vê yekê ve diçe.
Tê zanîn ku rejîma Îranê di 9 ê gulanê de 4 lawê Kurd bê ku
dadgeh gunehê wan îspat bike îdam kir. Pîþtî vê buyerê û þûnde qonaxek dîrokî
li Rojhilatê Kurdistanê destpêkiriye. Rejîmê hewil da ku rihê berxwedanîya gelê
Kurd biþkîne lê þehîd Ferzad kemanger, Elî heyderyan, Ferhad wekîlî û þîrîn
Elem holî bi þîara berxwedan jiyane li dijî celadê rejîma Îranê rawestiyan û ji
bo bilind kirina agirê tekoþîna azadiyê li Rojhilatê Kurdistaê bi serbilindî
xwe feda kirin.
Piþtî îdamkirina hevalan ji bo cara yekê piþtî raperîna sala
1999 de li Rojhilatê Kurdistanê perotestoyek giþtî çêbû. Ev yek asta bilin bûna
tekoþînê û asta gelê Kurd li vî beþê Kurdistanê nîþan dide ku li rojhilata
navîn û Îranê de bê hempa bû. Rejîm ji bo ku vê yekê vala derxe heya niha
cenaze nedane malbatê wan. Rejîma ku li termê hevwelatiyê xwe evqas bitirse
bêguman li beranbedrî zindiyan hiç xwe ranagire û bi þêvazên herî hovane dibe
ber darê îdamê. Þêvazê çereser kirina pirsgirêka di vê sedsalê de ji hêla
rejîma Îranê ve îdamkirine. Ev jî yanî neçarî. Ya girîng rejîm vê yekê bi navê
dînê Îslamê dike. Di kîtaba asmanî de hatiye ku eger kesek hate binçavkirin
tenê 7 rojan dikarê girtî bimîne eger gunehê wî nehat îspat kirinê pêwîste bê
berdanê. Lê rejîmê 4 sala ev heval li girtîgehê ragirt bê ku gunehê wan îspat
bike îdam kir. Ev dide xwuya kirin ku tu elaqeya rejîma Îranê li gel Îslama
rastîn de tuneye.