22 Temmuz 2010 Perşembe Saat 16:53
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Li Colemêrgê Xweseriya Demokratîk
Tayyip Temel

Siyaseta kurd bi qasî du salan e ‘Xweseriya Demokratîk’ wekî projeyeke civakî xistiye rojeva xwe.
Siyaseta kurd bi qasî du salan e ‘Xweseriya Demokratîk’ wekî projeyeke civakî xistiye rojeva xwe. Di vê projeyê de bingeha esasî ew e ku gel xwe di her warî de bi rêve bibe û pergala xwe bi xwe bide meşandin. Bi vî awayî tê armanckirin ku têkilî û eleqeyên kurdan yên bi dewleta ku hebûna wan înkar dike bên sînorkirin.

Her kes mereq dike û dipirse ka ev proje çi tîne û çi bi xwe re dibe? Ango kurdên ku pêşengên wan li ser projeya Xweseriya Demokratîk minaqeşeyê dikin, bi mereq dixwazin naveroka vê projeyê fêm bikin û li gorî vê yekê jî helwesta xwe diyar bikin. Bi taybetî BDP û Tevgera Siyasî ya Kurd ji bo ku ev proje bê fêmkirin û di nav kurdan de bikeve jiyanê dest bi xebatekê kirine. Ewil çarçoveya (taslak) projeyê li ser înternetê hate weşandin û li gelek deveran jî li ser mijarê panel, gotûbêj û civîn tên lidarxistin.

Li gorî tespît û minaqeşeyên ewil proje pêwîst dibîne ku di rewşa îdarî û siyasî ya Tirkiyeyê de guhertinên bingehîn pêk bên. Dîsa tê plankirin ku gel di her merheleyê de bi awayekî aktîf beşdarî biryarên girîng ên tên dayîn bibe.
Dîsa behsa reveberiyên heremê yên xweser ku xwe bi xwe birêve dibin tê kirin. Wekî hêmaya esasî ya vê projeyê jî Reveberên Xweser û Meclisên Herêman derdikevin pêş.

Lê lingekî esasîtir ê projeyê heye. Tê xwestin ku gelê kurd li her devera lê dijî hemû pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bike û mekanîzmayên xwe yên çareseriyê bi xwe ava bike. Ango tê plankirin ku gel di tu pirsgirêkan de hawara xwe negihîne dewletê û heta dereceyekê xwe ji dewletê bê minet bike.

Li Colemêrgê rewşa bêminetiyê

Mirov dikare  bêje ku rewşa bêminetiyê li bajar û navçeyên Colemêrgê bi temamî pêk hatiye. Niha li Colemêrgê ji pirsgirêkên civakî bigirin heta yên ewlekariyê, ji yên ewlekariyê bikin heta yên hiqûqî û heta yên aborî gel di navbera xwe de çareser dike û bi tu awayî nabe cem saziyên dewletê. Em dikarin çend mînakan bidin;
Pirsgirêka axê ya di navbera tu gundan de ligel ku gundiyan bi qasî 40 sal in doz li hev kirine jî ji aliyê dewletê ve nehatiye safîkirin. Her tim hincet derxistiye ku xûsûmet û aloziya di navbera wan de bidome.

Lê êdî baweriya gundiyan bi dewletê nemaye û lewre mijar biriye rojeva BDP û saziyên kurd. Lewre jî ew li wir li çareseriyê digerin. Ya girîngtir ew e ku herdu alî jî ji vê yekê razî ne.

Pirsgirêkên wekî pevçûn û şeran, tundiya di nava malbatê de jî ji wan pirsgirêkan e yên herî zêde diçin rojeva partiyê. Partî jî bi aliyan re minaqeşe dike û li gorî wê yekê hewl dide biryareke adîl bide.

Dîsa malbatên xizan ên ku di warê aborî de zehmetiyên mezin dikişînin berê xwe didin saziyên xwe yên wekî şaredarî, partî û komeleyên sivîl û dixwazin ku ji bo çareseriya pirsgirêkê alîkarî ji wan re bê kirin.

Pirsgirêka ewlekariyê her wisa ye. Xwecihiyên bajar û gundan edî bi xwe li hemberî êrîşan tedbîrên xwe digirin. Bi şevê nobedariyê li kolan, tax û gundan digirin û xwe ji êrîşên pêkan ên hêzên tarî diparêzin.

Heta vê derê mirov kêfxweş dibe ku kurdan ev qas bawerî bi mekanîzmayên xwe û saziyên aniye. Lê hêjayî gotinê ye ku ligel ku xelkê pêngaveke mezin ber bi xweseriya demokratîk ve avêtiye jî hêj sazî û reveberên wan negihiştin wê merheleyê ku bersivê bidin van hemû pirsgirêk û daxwazên gel.

Tayîp Temel

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com -www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info


Parveke
Bu yazı toplam 104 defa okundu.
Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.
video..
Sinan Sinegır
AKP Anayasası
SİTE İÇİ ARAMA
Şu anda sitede 5 misafir var