Netewa Kurd li Sûriyê û Tirkiyê mezintirîn netewî heremê ne. Di vê wateyê de daxuyanîya Beşar El Esad tiştekî nû nîne. Lê mirov dikarê diwarê polîtikaya rojane de erênî wesif bike. Kurd çi li Bakur çi jî li Rojavayê Kurdistanê her daîm li rex tekoşîna xwe ya netewî, ji bo tevahiya gelê Rojhilata Navîn jî tekoşîna xwe berdewam kiriye. Weke mînak çawa Komara Tirkiyê bi piştgiriya gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê, di sala 1923’an de hate damezrandin. Li Rojavayê Kurdistanê jî Komara Sûriyê bi piştgiriya gelê Kurd di sala 1946’an de hate damezrandin. Kurdên Rojava, cara yekemîn bi navê tekoşîna rizgariya Sûriyê li gel Ereban mil bi mil, li dijî Firansa tekoşîna rizgariyê meşandin. Nîşana vê hevkariyê jî, ew pêngava yekemîn ya rizgariya netewî ya Sûriyê ji herêma çiyanê Kurmênc( herêma Efrînê) bi pêşengiya îbrahîm Henenû li Geliyê Tîran hate destpêkir. Ev mînak hem weke erdnîgarî hem jî weke pêşengê vê tekoşîne ku Kurd e, nîşaneya ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, weke her kesekî xwediyê ax û niştimaniya xwene.
Di van rojên dawî de, dewleta Sûriyê careke din li gor dilê Dewleta Tirk axivî. Serok dewletê Sûriyê Beşar El Esad di daxuyaniya xwe ya beriya heftiyekê de diyar kir ku: “ Hemwelatiyê Kurd li Sûrî û Tirkiyê beşekin ji civaka vî welatî”. Her wiha El Esad di berdewamiya gotinê xwe de got ku: “ Tu pirsgirêkên me bi rêxistina ku çek ne hilgirê re nîne”. Ev herdu hevokê ku ji devê beşar El Esad derketine, çendî bi nakokbin jî, bi qasî wê jî bi hesab hatiye kirin.
Piştî peymana Edenê ya sala 1999’an rêvebirya Şam’ê gav bi gav xwe nêzî delweta Tirk kir. Her cara ku dewleta Tirk zextên xwe li ser gelê Kurd zêde kir û her dema ku pilanên xwe yên tasfiyekar xiste meriyetê, ji rêvebiriya Şam’ê jî dengên piştgriyê derdikeve. Di vê çarçoveyê de daxuyaniya El Esad ya ku dibêje “Hemwelatiyê Kurd beşekin ji Tirkiyê û Sûriyê” destek dayîna polîtikaya hovane ya dewleta Tirke. Yanê çawa ku Tirkiyê bi navê naskirina realya Kurd, Kurdan tesfiye dike û mafê Mirovan binpêdike, dewleta Sûriyê jî bi daxuyaniyên xwe yên bi vî rengî piştgiriya Tirkiyê dike.
Rêvebiriya Şamê, bi tekeliyên xwe li gel Tirkiyê dixwazê du çûkan bi kevirekî bikuje. Ji aliyekî ve piştgiriyê dide polîtikaya AKP’ê ya tunekirina gelê Kurd, ji aliyê dîve ji bi daxuyaniyên xwe yên sexte û xapînok dixwazê gelê Kurd bixapînê. El Esad di daxuyaniya xwe de behsa lêborîneke giştî dike. Gelo zarokê Kurdan çi tewanbarî li dijî rêvebiriya Şamê û Enqerê kirine ku bêne lêborandin. Berovajî vê yekê dewleta Sûriyê bi polîtikayên xwe yên ku îflas kirî û birçîbûnê, kurdan bi mirinê tehdît dike.
Rêvebiriya Şamê pêwîste beriya behsa lêborîna giştî bike. Kiryarên xwe yên rojane, li zîndanên bajarê Edra, Tedmûr û Firh-Filistînê diqewimin bibînê û serarast bikê. Pêwîste beriya her tiştî kuştiyên ku kujerên wan ne diyar yên di nav artêşa Sûriyê de li dijî ciwanê Kurd têne meşandin rawastînê û faîlên wan bigre. Dewleta Sûriyê bi sazî û dezgehên xwe yên ewlekariyê, berpirsiyarê van kiryaraye.
Rêvebiriya Şam’ê bi daxuyaniyên wiha dixwazê dilê Kurdan xweş bikê. Lê Kurd ne Kurdên berêne ku bi yek gotin û bi daxuyaniyekê bêne xapandin. Em Kurd êdî ji rêvebiriya Şam’ê re dibêjin derziya çavên Tirkiyê berde, êdî Şujina çavê xwe bibîne. Kurd ne bi gotinê te bûne beşek ji netewa Tirkiyê û Sûriyê, Kurd xwediyê vê axê bi xwene. Ciwanê Kurd jî bi vîna xwe tekoşîna xwe ya azadiyê dimeşînin. Ji ber vê yên biryarê şer û aştiyê bide Kurd bi xwene. Tişta ku bikevê ser milê te. Tu rastiyê bibîne û dev ji Tirkiyê berde…
Serbest Rêzan
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com -www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info
Bu yazı toplam 105 defa okundu.