19’ê cotmeha 2009’an Qasidên Aþtiyê li ser banga Rêber Apo
çûn Tirkiyeyê û ji aliyê civakê ve bi eleqeyeke mezin hatibûn pêþwazîkirin.
19’ê cotmeha 2009’an Qasidên Aþtiyê li ser banga Rêber Apo
çûn Tirkiyeyê û ji aliyê civakê ve bi eleqeyeke mezin hatibûn pêþwazîkirin.
Kurd rabûbûn ser piyan, qad hatibûn tijîkirin û ji deriyê sînor hevaltî bi
Qasidên Aþtiyê re kirin. Dikare bê gotin ku Tirkiyeyê heta wê demê ji
pêþwazîkirineke wiha bi heybet re nebûbû þahid. Kesên ku pirsgirêka kurd bi
riyên demokratîk bê çareserkirin û aþtiyeke mayinde dixwestin gava hatibû
avêtin bi erênî pêþwazîkiribûn û lê xwedî derketibûn.
Çûna Qasidên Aþtiyê ya Tirkiyeyê bandor li ser hawirdora
siyasî jî kiribû. Bi êrîþa komkujiya siyasî ku dewletê di 14’ê nîsana 2009’an
de dabû destpêkirin û bi vê yekê re ragêþiyeke siyasî çebûbû, vê ragêþiya
siyasî þûna xwe ji pêvajoya nîqaþeke nû re dihiþt. Lê li Tirkiyeyê kesên ku ji
vê hewaya siyasî ya guhartinê aciz bûbûn jî ji nû ve dengê xwe bilind kirin. Di
pêvajoyeke wisa de li dijî Rêber Apo êrîþa 17’ê Mijdarê pêk hat û ji nû ve lez
dan êrîþên komkujiya siyasî û operasyonên leþkerî.
Bi van hemû êrîþan, gava ku di 19’ê cotmehê de hate avêtin û
çareseriya pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk neyê çareserkirin û aþtiyeke
mayinde neyê avakirin ji bo encamê nede hewldan pêk hatin. Piþtre bi
polîtîkayên li dijî Qasidên Aþtiyê, bi wan êrîþên hatibû destpêkirin çi hedef
dikirin raxist ber çavan.
Di merheleya gihîþtî de bi çûna Qasidên Aþtiyê ya Tirkiyeyê
dev ji tiþtê wan dihat hêvîkirin berde, ewlehiya canê wan jî nemabû. Li pêy hev
der barê wan de doz hatin vekirin û avêtin
girtîgehan.
Di sala 1999’an de bi awayê du koman Qasidên Aþtiyê çûbûn
Tirkiyeyê. Qasidên Aþtiyê cezayên giran xwarin û avêtin girtîgehê. Vê carê jî
heman encam dîsa ji bo Qasidên Aþtiyê pêk hat. Bi vî rengî tu hilbijêrk ji
Qasidên Aþtiyê re nehatin hiþtin. An dê bihatina girtin an jî biketina rewþa
lêgerînê û nikarîbûna rolên xwe bilîstina. Wê demê dê çi bihata serê wan di wê
mijarê de mirov nikare tiþtekî bêje.
Qasidên aþtiyê yên nehatin girtin der barê rewþa xwe de
tiþtên ku dihat xwestin bê kirin ji raya giþtî re aþkera kirin. Ligel hewldanên
astengkirina dewleta tirk dîsa jî nikarîbûn asteng bikin. Li Mexmûrê ligel
daxwaza astengkirina daxuyaniya çapemeniyê û pêkhatina vê daxuyaniyê girîngiya
wê radixîne berçavan.
Qasidên Aþtiyê bi biryara xwe çûn û dîsa bi biryara xwe
hatin. Vê encama derket holê bi Tirkiyeyê da windakirin û kesên berdewamkirina
þerê qirêj-taybet li gorî berjewendiyên xwe didîtin, li gorî berjewendiyên wan
çêbû.
Encama ku derketiye holê ji aliyê derdorên ku pirsgirêka
kurd bi riyên demokratîk bê çareserkirin û li Tirkiyeyê aþtiyeke mayînde bê
avakirin dixwazin divê baþ bê nirxandin. Çunkî pêvajoya ku em tê de derbas
dibin vê yekê zêdetir ferz dike. Helwesta Hikûmeta AKP’ê ya li hemberî
pirsgirêka kurd zelal e. Di vê mijarê de bila kes xwe nexapîne. Hikûmeta AKP’ê
bi tevahî di pozîsyoneke ku dijberî kurd de ye. Helwesta ku nîþan dide jî vê
rastiyê îspat dike.
AKP jî weke hikûmetên beriya xwe, li ser bingeha îmha û
înkarê nêzî pirsgirêka kurd dibe. Her çend hinek têgeh guhertibin jî, lê di
cewhera wan têgehan de heman tiþtî dibêje. Tu ferqa nêzîkatiya wê ya ji bo
pirsgirêka kurd, ji nêzîkatiya CHP û MHP’ê tune ye. Bi heman awayî, CHP û MHP
jî nikarin îdia bikin ku ji AKP’ê cudatir difikirin. Her çend di navbeyna wan
de hinek gengeþî hebin jî, bi vê yekê tenê raya giþtî dixapînin.
Rejîma þerê taybet a desthiladar û muxalefetê ya li hemberî
kurdan, dest ji gavavêtina di çareserkirina pirsgirêka kurd de berdin, berovajî
vê yekê rêbazên þerê qirêj û taybet derdixe pêþ û di vê yekê de israr dike. Di
vê mijarê de hewl dide ku ji raya giþtî piþtgiriyê wergire. Ji bo vê jî gelek
organên çapemeniyê, partiyên xwe, gelek sazî û rêxistin jî xistine nava liv û
tevgerê. Bi riya wan dixwaze pêkanînên þerê qirêj bi civakê jî bide pejirandin.
Di vê pêvajoyê de þerê taybet-qirêj ew qas hatiye pêþxistin,
destpêkê R. T. Erdogan û piþtre jî rêveberên din ên AKP’ê dikarin gotinên ku di
þert û mercên normal de bibin sedema qiyametê û di nava civakê de bibin sedemê
înfialê bi rehetî dibêjin. R. T. Erdogan bi awayekî berbiçav, þêwandin û
pêlixandina cenazeyên gerîlayên jiyana xwe ji dest dane, parast. Beriya niha kesên bi çekên pompayî êrîþî gel
kirin û faþîstên sivîl ên êrîþî karwana DTP’ê kiribûn parastibûn. Gotinên
Erdogan cesaret dabû gelek endamên din ên AKP’ê jî.
Hemþehriyê Erdogan ango Þaredarê Rîzeyê Halil Bakirci jî
cesareta xwe ya bê hed û hesab ji vê yekê girtibû û bi wê cesaretê hatibû
cihekî wisa ku karî behsa zewicandina keçên kurd weke hevsereke duyemîn bi
zilamên tirk re bike.
Qasidên Aþtiyê di pêvajoyek wiha de, di nava van þert û
mercan de biryara vegerê dan û vegeriyan. Bêguman ji girtina biryareke wiha
hikûmeta AKP’ê berpirsyar e. AKP’ê li Tirkiyeyê rê li ber çareseriya demokratîk
ya pirsgirêka kurd û pêkhatina aþtiyeke mayinde girt û zemîna vê yekê sabote
kir.
Dema Qasidên Aþtiyê hatin Tirkiyeyê û heta hatine girtin an
jî vegeriyan Mexmûrê jî li gorî misyona xwe tevgeriyan. Di dema ku li Tirkiyeyê
man her tim ji bo aþtiyê xebitîn. Piþtî ku þert û mercên wan ê xebatê neman û
ewlehiya canê wan nema û hin ji wan hatin girtin, ew jî neçar man ku vegerin Mexmûrê.
Divê ev yek rast û baþ bê fêmkirin. Dema pêþî li wan hate girtin û êdî wan
nekarî rola xwe bilîzin, ew neçar man vegerin. Lazim e hemû kesên ku dixwazin
pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk çareser bibe û aþtî pêk bê, li gorî vê
rastiyê helwest nîþan bidin.
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com -www.lekolin.org - www.lekolin.net –
www.lekolin.info
Bu yazý toplam 74 defa okundu.