29 Temmuz 2010 Perşembe Saat 15:15
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Weynê Þaredariyan di Sazkirina Demokrasiya Xweser de
Hasan Hüseyin Deniz

Demokrasiya xweser li Kurdistanê xwediyê bingeheke amade ye. Ji xwe di civaka gelê kurd de ji berê ve civata porspiyan heye. Kesên di nava civakê de tên hezkirin, ên xwedî giranî, di çareserkirina pirsgirêkên civakî de her gav wekî saziyeke dadê weyn hilgirtine ser xwe û civak wiha meþandine. Her çiqasî bi damezirandina Komara Tirkiyê û desteserkirina xaka Kurdistan û pê re dagirkirina hemû heyîneyên Kurdî, vê saziyê jî darbeyeke mezin xwaribe, dîsa li cih û warên ji hêza dewletê dûr, li qadên çiyayî yên wekî Botan, Behdînan, Dêrsim, Omeryan ev yek tê meþandin. Li van deran û li gelek derên wekî vana ji dadgehên sazûmana Tirkiyê zêdetir civatên porspiyan li ser kar in. Gel pirsgirêkên xwe bi awayekî eþîrtî, malbatî bi kombûna porspiyan –li hinek cihan `rûspî` jî tê gotin- çareser dike. Ev kesên bi temen li hev kom dibin, li aliyan guhdarî dikin û biryarê didin, yên tawanbar kî ye, yê mexdûr kî ye derdixînin holê. Gel jî li hemberî biryara vana rêzdar e û zû bi zû binpê nake. 

Ger dozeke xwe biribê ber destê dadgeha dewletê û çareseriyek dîtibe, di demeke kin de ku aloziyek dîsa derkeve, dikare biryara dadgeha Tirk binpê bike, lê biryara dadgeha porspiyên Kurd nikare zû bi zû binpê bike. Binpêkirina vê wekî exlaq, çand, kevneþopî li yaqî xwe nabîne. Dema binpê bike dikare ji aliyê civaka tê de cih digre were þermezarkirin û ji nava civakê were dûrxistin. Civak dikare silavdayînê ji ser qut bike, di derbarê wî/wê de axaftinê bigerîne –teþhîrkirin- û dikare barkirina wî/wê ya ji gund an warê lê ye jî bixwaze. Bi vê sedemê biryara civata porspiyan ji biryara dadgeha Tirk bi bandortir û hêztir e.

Niha di Kurdistanê de ji civatên porspiyan zêdetir bi awayekî  modern Þaredariyên di encama têkoþînê de hatine bidestxistin erka vê saziyê bi awayekî berfirehtir dilîzin ango divê bilîzin. Ji  bo çareserkirina hemû pirsgirêkên civakî yên bajêr û gundên bi bajêr ve girêdayî þaredarî bi tevahiya saziyên xwe erkdar e. Þaredarî dikare ji xwe re zagoneke bingehîn a rêvebirina civaka lê ye amade bike û vê zagonê pêþkêþî raya gel bike. Dema pirahiya gel ev yek eciband êdî dikarê gel gorî vê zagona demokratîk rêve bibe. Yanî wekî niha cih bi cih tê dîtin, divê þaredarî nebêje` Ez li gorî zagonên dewletê dimeþim`, Ev gotin bi xwe, hebûna demokrasiya xweser ji holê radike. Ger te demokrasiya xweser beyan kiriyî û tu xwe wekî þaredariyeke demokratîk a Kurdistana Xweser a Demokratîk dibînî, wê demê pîvan û zagonên dewletê te girê nadin. Tu divê li gorî pîvanên demokratîk ên xweseriyê bimeþî. Ev jî her þaredarî divê li gorî pîvanên netewî  yên berjewendiya giþtiya gelên li Kurdistanê bingeh digre tev bigere û bi vê armancê her þaredarî `rêvebername`ya belde ya xwe derxîne. Di hundirê vê `rêvebername`yê de zagona bingehîn a beldeyê, peymana huqûqî ya beldeyê, bernameya perwerdehiya bi zimanê zikmakî  ya beldeyê,  zagona parastina xweza û mafê mirovan a beldeyê û hwd. hene. Þaredarî di amadekirina van zagon û bernameyan de ji civatên neferme alîkariyê distîne, bi tevlêbûna girseyan û nûnerên girseyan amade dikê û piþt re pêþkêþî raya gel dike. Bi erêkirina pirahiya gel dest bi meþandinê dike. Di meþandinê de jî dema astengî yan çewtî hatin dîtin, divê li berxwedan çênebê û dîsa bi pêþkêþkirina raya gel karibê bi asayî were guhertin. Yanî wekî madeyên destpêkê yên makezagona Tirkiyê nebêjin `Ev made nikarin werin guhertin`. Ti madeya ku  bi raya gel nikaribe were guhertin divê tine bê. Her made dikare were guhertin, dikare were rakirin, dewlemendkirin an bê bandorkirin. Yê ku vê biryarê bide wê girseyên gel be. Ji bo vê li her qadê, þaredarî dikarê qadên civatên gel ava bikê. Wekî hîpodrûmên Yewnanî, wekî qadên tiyatroyan dikarin meydaneke qasî  cihê lîstina futbolê ji bo vî karî veqetînin. Li nîveka wê kursiyekî deynin, gel bikaribe li derûdorê rûnê yan raweste û bi alavên teknîkî him guhdarî bike, him daxwaza xwe bîne ser ziman. Mînak, wê zagoneke nû pêþkêþî gel were kirin, þaredarî dikare gel tev agahdar bike ku fîlan rojê di bêvan saetê de li qada demokrasiyê bicivin. Gel tev di wê rojê, di wê saetê de li wê qadê dicive. Þaredarî zagona ku derxîne, yan jî bernameya dixwaze bi gel bide dengdan li wê derê dixwîne. Gel tev lê guhdarî dike. Piþt re raya gel tê pirsîn. Ji nava gel kesên dixwazin biaxivin li ser navê kîjan girse, tax, sazî an kes diyar dikin û herî zêde 2-5 deqe nêrîna xwe diyar dikin. Wiha li ser vê zagon an bernameyê gelek nêrîn tên guhdarîkirin, pêþniyar tên girtin û piþt re awayê dawî tê dayîn û piþt re di rojeke hilbijartinê de gel diçe ser sindoqan dengdana zagonê yan bernameyê dike. Ji ber ku gel tev li pêvajoya amadekirinê bûye wê di dengdana xwe de sedî sed encameke demokratîk derxîne holê.

Demokrasiya xweser ji aliyê KCKê ve tê beyankirin û KCK ji pêkanîn û meþandina wê berpirsyar e. ev rastiyek e, lê rastiyeke din jî heye ku li her qada KCK xweseriya demokratîk bixwaze ava bike, þaredariyek di encama têkoþînê de hatiye bidestxistin heye. Wê demê bi beyankirina demokrasiya xweser re KCK û Þaredarî digihêje hev. Bêguman li hinek cihan gerîla bi mîlîsên xwe dikarê erka xwe bîne cih, lê li hinek cihan daketina gerîla ya beldeyê dikare bibe sedema êrîþkariya dewletê û bibe sedema rijîna zêdetir xwînê. Ji bo vê weynê mezin dikeve ser milê mîlîs û þaredariyan. Þaredarî divê xwe ne wekî þaredariyeke dewletê, xwe wekî þaredariyeke sazûmana KCKê bibîne. Ji xwe li cihê ku dewlet vê rastiyê nepejirîne, þaredarî dikare înîsîyatîfê hilgire dest. Mînaka vê berê di pratîka têkoþîna me de heye. Di salên berya Cûntaya 12ê Îlonê de , li Serêkaniya Ruhayê, li Batmanê, li Nisêbînê, li Hîlwana Ruhayê û li hinek derûdorên din tevgera Apogerî þaredarî bidest xistin. Ev bidestxistin li hinek cihan bi hilbijartinê pêk hat, lê li hinek cihan jî bi înîsîyatîfê pêk hat. Mînak li Serêkaniyê tevgera Apoger bang li þaredar kir, got, divê tu ji gel lêborîna xwe bixwazî û bi têkoþênê re kar bikî. Þaredar ji zora tevgerê ev yek pejirand û tevgerê du kes erkdar kir ku bi þaredar re rêvebirina þaredariyê bimeþîne.

Di dema me de, ev yek dikare wiha pêk were. Li qadên ku dewlet rê nede þaredariyên demokratîk ên xweser, dive gel giraniya xwe deyne, têkoþîn hêza xwe deyne hole û þaredarî were bidestxistin. Þaredarî li gorî pîvanên demokratîk were meþandin. Di mudaxaleya dewletê de jî hêzên mîlîs ên li mala xwe, li ser karê xwe, lê çekdar in bikevin dewrê û beldeyê û nirxên xwe biparêzin.

Li þûna sazûmana cerdewaniyê dive sazûmana parazvanên gund û beldeyan ji alîye kesên welatparêz û demokrasîxwaz were sazkirin. Her belde li gorî mezinbûna belde yan ji deh heta hezar kesî û ji her temen û zayendê` Parêzvanên Demokrasiya Xweser` wekî saziyekê ava bike.  Parêzvanên Demokrasiya Xweser dikare ji jin, zilam, ciwan heta zarokan pêk were. Hinek ji vana dikarin çekdar, hinek bê çekbin. Ev di mala xwe de, li ser karûbarê xwe ne, lê bi dorê nobeta gund an beldeya xwe digrin û dema êrîþek ji derv e were di cih de kom dibin û tedbîra parastinê distînin. Ji bo vê ev kes bi teknîkê tên amadekirin. Mînak cîhazeke ragihandinê li ser vana tê belavkirin û navendeke agahdarkirina parêzvanan tê çêkirin. Dema ev navend li zengilê cîhazê dide, her parazvan li ku der dibe bila bibe, di hundirê bêhneke kin de xwe digihîne navendê û ji wê derê erka dikeve ser mile xwe fêr dibe û dest bi karê xwe dike. Di roja me de teknîk destûrê dide vê yekê û dive ji vê sûd were girtin.

Dibe ku di avakirina demokrasiya xweser de di roja yekem de sazî û qereqolên sazûmana Tirkiyê ji beldeyê nikaribe were derxistin, lê derxistina wan dive were armanckirin. Ger nikaribe were derxistin jî hebûna wana dive were bê watekirin. Ji  dadgeh, saziya nufûs, qeymeqamtî, walîtî, dibistan, þûbeya leþkertiyê û hwd. bigir heta  qereqol, polis û her hebûna dewletê dive bi awayekî bikarneanînê vala were derxistin. Kurdek tenê jî serî li van deran nede û li þûna wan saziyên xwe damezirîne û bikar bîne. Mînak ger polis, leþker û memûrên van saziyan xwarin û vexwarina xwe ji bajêr an beldeyê temîn dikin, dive dikandar tiþtên xwe nefiroþin vana, jiyanê li wana teng bikin ku pêwîst bimînin ji beldeyê birevin biçin. Dadgeheke ku bi sal û mehan dozek tenê jî neyê ber destê wê pêwîste xwe bigre, þûbeyek ku nikaribe ciwanekî tenê jî biþîne leþkertiyê dive xwe fesih bike,  nufûsek ku zarokek tenê jî lê neyê qeydkirin dive kilîdê li deriyê xwe bide… Bi vî awahî gel xwe ji saziyên dewletê vediqetîne û karûbarê xwe di saziyên xwe de dike. Li cihên hêza gel û gerîla dikare encamê bigre bi êrîþeke serhildêrî ya çekdarî gel û gerîla dikare qadê, beldeyê ji hebûna leþkerî ya dewletê paqij jî bike û wê qadê an wê beldeyê wekî navendeke azad a demokrasiya xweser beyan bike. Êdî parastin û rêvebirina wê qadê bi tevahî li ser mile gel û gerîla dimîne. Qadên din tev ji bo jiyandina vê qada azad destekê didin û hewl didin ku ew jî qada xwe azad bikin. Ji bo vê ew qada were azadkirin dive karibe li hemberî ambargoyên aborî, jiyanî ji xwe re aboriyeke xweser jî pêk bînin. Çandinî, xwedîkirina ajalên kedî, kargehên biçûk û pêwîstiyên wekî vana dive rêveberiya qada azad bikaribe organize bike û bimeþîne. Ger dewlet her derê dorpêç bike jî ev qada azad dive karibe xwe xwedî bike, ji birçîbûnê nemre, zikê gel têr bike û heta ji cih û warên din zêdetir standarteke demokratîk û bilind bikaribe bide gel ku bala her aliyî bikiþîne ser xwe û dilbijandinekê çêbike.

Ev yek wê li Kurdistanê demeke nû, jiyaneke nû, sazûmaneke nû û pêþerojeke nû biafirîne. Kurdistan wê roj bi roj bi vê yekê azad bibe, demokratîk bibe û xweþ bibe. Her gelê li ser xaka Kurdistanê dijî wê ji vê xweþiyê sûd bigre û di encama berfirehbûna vê de dijmin yan wê pêwîst bibe ji Kurdistanê derkeve yan jî pêwîst bibe jiyîna bi kurdan re a wekhev û azad bipejirîne. Wê demê gelê kurd jî bi nasnameya xwe, bi çanda xwe û bi rûmeta xwe wê di nava civakên cîhanê de cihê xwe bigre û dawî li êþ û janên hezarên salan tên kiþandin wereBi vê sedemê avakirina demokrasiya xweser gelek erk û berpirsyarî dide ser mile gel û þaredariyên gel. Her kes dive li gorî vê erk û berpirsyariyê xwe ji dema nû re amade bike. Êdî roj roja xwedîderketina li Kurdistana azad û demokratîk e.

Hesen Huseyîn Denîz

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com -www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info








Parveke
Bu yazý toplam 110 defa okundu.
Bu Yazýya Henüz Yorum Eklenmemiþ.
video..
Mazlum Yýlmaz
Boykot Korkusu
Cemîl Bayik
Fiyasko
Sinan Sinegýr
AKP Anayasasý
SÝTE ÝÇÝ ARAMA
Þu anda sitede 10 misafir var