Ma Þam Dûr E Miþar Jî Dûr E!
Kadýn / 18 Şubat 2018 Pazar Saat 09:26
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Ev gotina pêþiyan a bi awayekî rûdayî li xaka ku gotin li ser tê kirin pêk tê

Ma Þam dûr e miþar jî dûr e, li miþarek Kurdistanê hemû derewên Erdoxan radixîne ber çavan. Wê gotinên wan ên mîna ji ber metirsiya kuþtina sifîlan, ne jî em bi pilan pêþdikevin tu kesî bide bawerkirin. Her roja oparasyonê ji ya berê kembaxtir e û li himberî berxwedaniya Avêstayan têk diçe. Çeteyên OSO naxwazin þer bikin. artêþa Tirk jî niha  dixwaze cehþên Bakûr  beþdarî oparasyonê bikin. heta niha bi dehan tang û du helikopterên wan xistin xarê. Êdî ne Þam û ne jî miþar dûr e. Di her duyan de  jî derewên Erdoxan li ser pelên darên zeytûnê mîna tozê li ber bayê dikeve û dikeve çavên wî.

  Belê, rastiya rêxistin û wêrektiya gelê Efrînê Þam û miþar nêz kiriye.  Civakek xwe birêxistin kiribe, zehmet e  ti hêz bikarin wê ji nav bibin û parçe bikin. Ger heta niha gelê kurd gelek êþ û zehmetî kîþandibe ji ber ne rêxisitinkirina wan bû. Tim û dawîm çavê wan li deriyê hinekan bû ku wê werin wan xilas bikin. Ji bo wê jî tim û dawîm derba herî mezin ji cihê ku baweriyek kor pê hebû dixwarin. Mirov bi heskirina xwe ve dikare li himberî hemû zor û zehmetiyan xwedî hêz û vîn be. Ji bo wê jî þertê hebûnê yê yekem divê mirov bikare ji xwe hez bike ku heta bikare xwe biparêz e. Jixwe hezkirin pîvanê welatparêziyê yê herî bingehîne. Ji xwe hezkirina welat bi xwe re dafirîne. Lewma baweriya sereke jî ji hêza cewherî û parastina cewherî derdikeve holê. Ji ber vê mirov dikare bêje ku, Kurd îro xwedî wê welatparêziyê ne berxwedaniya herî mezin a bêhempa tevî hemû hêza teknîka nûjen a dijber û artêþên çete yên cur be cur karîne xwe li her qadê biparêzin. Her wiha welatparêziya Kurd a ji heqîqeta hêza cewherî pêþ ketiye, li tevahiya cîhanê di asta mînak de ye. 

Gelê Kurd di sed sala  21. de li Rojhilata Navîn û cîhanê dîroka serkeftin û berxwedana gelan dinivîse. Bi þerê Kobanê re naskirina gelan çêbû, wê bi azadiya Efrînê re jî biratiya gelan faþîzim û dagirkeriya hikûmeta Erdogan û yên wek wî bi agirê bedena me bibe xwelî. Dewlet û faþîzim tim û dayîm, dema ku wê êrîþî gel û warekî bike,  destpêkê wê bi çend balafir, tang, fûze û firokan êrîþ bike. Ew wisa dizanin wê bi vê propagandê gel wî warî berdin û wê derê ji wî û dagirkeriya wî re bihêlin. Lê ez bawer im jibîr dike ku hêzekî ji balafir, tang, firoke û  topên wî mezintir li pêþiya wî heye. Bedenên me hemû tang, top, balafir, firoke  û fûzenin. Heta ku henase di giyana Apo’geran de hebe wê rê nedin faþîzim û darikeriyê. Rihê berxwedaniya Apo’geran wê faþizmê di her çeperê de çal bike.

Wek mezinên me gotine, “hebûna rojê çawa bi moxilê nayê nixûmandin.” Serkeftin  û berxwedaniya Efrînê jî ne bimoxilê, ne jî bi faþîzim û dagirkeriya Erdogan tê tinekirin û nixûmandin. Ji ber rastiya ku em behs dikin ne pêtek agire wê di bagerek biçûk de vemire û bibe xwelî. Agirê ku li Rojava û Efrînê pê dikeve her ku diçe pêtên wê digihên erþê ezman bi xwîna hezaran jin, ciwan û zarokên Kurd û dostên wan hatiye pêxistin. Ji bo wê jî her ku diçe ev agirê di dilê jin, ciwanên Apo’ger de gur dibe û li firehiya cîhanê belav dibe. Kobanê çawa bû navnîþana berxwedaniya jin, ciwan û enternasyonalan, Efrîn jî dibe Sûr û kelha berxwedanê ku jinên wek Barîn û Avêsteyan ciwanên çar parçeyên Kurdistanê ji xwe re kirine warên þeref û namûsê. Li Kurdistanê hemûyê ne tenê mirovên mezin dibêjin em ji Erdoxan natirsin û em ê çavê Erdoxan, faþîst û xwînxwar derxînin. Helbet wê zarokên wî gelî jî bêjin, “ em ji Erdoxan natirsin.” Tevî ku di nava van þer û pavçûnan de bi sedan zarok hatine kuþtin û qetilkirin. Gelo dema ku ev zarok wisa dibêjin, ma hema ji xwe re vê gotinê dibêjin. Na! Helbet tiþtekî ku ew zarok pê dihesin û dizanin heye. Ger zarokên Kurdan wisa bêjin, mezinên wan jî dibêjin, bila nêzî me nebin em ê  ne tenê firokên wan bixin  em ê çavê dagirkerî û faþîzmê derxînin. Heta roja îro gelê Kurd êrîþî ti hêz, kes, gel, erd û welatekî nekiriye. Lê li kêleka wê xwe li himberî hêzên dagirker û faþîst parastine.  Ev bi sedê salan e ku dewletên dagirker û faþîst êrîþî vîn û hebûna gelê Kurd dike.

                Gelê Efrînê nîþanî hemû cîhanê kir ku civak û gelek bi bîrdozî û felsefeya Rêber Apo çawa dikare bi hêza xwe ya cewherî li ber xwe bide. Çima? Ev war warê me ye. Ne Erdoxan û ne jî yekî weke wî nikare bi dagirkerî û faþîzmê me qir bike. Baþ e, we heta niha bi sedên caran war û hebûna me qir kir û þewitand. Lê her roja ku çû em hêj mezintir û xurttir bûn. Zilim mirovan xilas nake. Zilim hêza mirov a serhildan û berxwedanê þiyar dike. Heta ku zilim û dagirkerî hebe, wê serhildan û berxwedan jî xilas nebe.

                Divê ji Bakûr û Rojhilatê Kurdistan jin û ciwan rabin ser piyan û dewleta faþîst û dagirker ya Tirk û Erdoxan li ber tofana serî Hilde bibe. Dema ku gelê Bakûrê Kurdistan rabû ser piyan wê piþta dagirkerî  û faþîzmê biþkêne û wê dersa dîrokî bide Erdoxan û hevkarên wî yên xwîn xwar. Ji bo wê divê ji niha de jin û ciwan xwe ji bo cenga mezin amade bikin. Dewleta Tirk hêj hêrsa jin û ciwanan ne dîtiye ku wê çawa tofanê di serê wan de rakin. Wê faþîzim û dagirkerî di nav hêrs û bedewiya dilê jin û ciwanên bi ramanên RêberApo de bê hilweþandin. Wê dersa dîroka berxwedaniya jin û felsefeya RêberApo bide hiþmendiya faþîst û dagirker. Wê faþîzim, dagirkerî û destdirêjî di agirê dilê jin û ciwanên Apo’ger û sosyalîst de bibe xwelî. Temenê azadî û berxwedaniyê dirêjtire ji yê faþîzim û dagirkeriyê.

Bihar Denîz

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): Ma  Sam  Dur  E  Misar  Ji  Dur  E    

Bu Yazýya Henüz Yorum Eklenmemiþ.