Dewleta Tirk İşkence Li ser Gelê Efrînê Zêdetir Dikin
Haberler / 06 Temmuz 2018 Cuma Saat 14:16
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
EFRÎN - Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmê ragihandî, di 2’ê hezîranê de piştî teqînên li navenda Efrînê pêk hat çeteyan zêdetirî 100 welatiyên sivîl ên Kurd girtin û di dibistana Elkeramê ku zivirandine girtîgehê îşkence kirin.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmê ragihandî, di 2’ê hezîranê de piştî teqînên li navenda Efrînê pêk hat çeteyan zêdetirî 100 welatiyên sivîl ên Kurd girtin û di dibistana Elkeramê ku zivirandine girtîgehê îşkence kirin. 

Binpêkirin û destdirêjî li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, taybet li Efrînê di asta herî jor de berdewam dikin. Dewleta Tirk a dagirker ku li Efrînê faşîzmê ji bo gel ferz dikin, ji ber ku nikarin bersiva çalakiyên YPG-YPJ bidin neçar dimînin. Hat diyarkirin ku çeteyên OSO yên girêdayî dewleta Tirk dagirkeriya li ser gelê Efrînê her roj bi rengekî cûda ferz dikin.

 

ZÊDETIRİ 100 KESİ İŞKENCE KİRİN

Li gor agahiyan di teqînên ku di navenda Efrîn de pêk hatibû, çeteyan bi dehan windahî dan û piştî wê êrîşî malbatên Kurd kirin. Ji 100’î zêdetir welatiyên Efrînê ji aliye çeteyan ve hatin girtin û li dibistana Elkerame ku wekî girtîgeh û navenda îşkence bikar tînin, hatin îşkence kirin.

 

WELATİYAN Bİ KUŞTİNÊ TEHDİT DİKİN

Hat diyarkirin ku  welatiyên ku li dibistana Elkerame girtine di îşkenceyên re derbas dibin û tên tehdit kirin. Her wiha ji wan tê xwestin ku ger bi wan re kar bikin wê serbest werin berdan. Kesê bi navê E. Mihemed ku piştî îşkenceyên giran hate berdan axivî û got: “Min birin cihekî tarî û îşkence li min kirin. Ez bavê 3 zaroka me. Nizanim çima ez hatim girtin, dema min pirs kir ji min re gotin ‘ji ber ku tu Kurdî me te girtiye’. Dest û lingên min girêdan, îşkence kirin û ji min re gotin em ê malbata te li ber çavên te bikujin û tu nikari tiştek bike. Êdî kes nikare Kurdan ji deste me rizgar bike. Emê we tune bikin. Efrîn ne welatê Kurda ye, welatê Ereban e.”

 

‘HEZAR Û 500 DOLAR BIDIN EM WE BERDIN’

Her wiha çeteyan ji girtiyan pere xwestin û wiha gotin: “Hezar û 500 dolar bidin, em we berdin.” Li gor agahiyan li beramberê standina nêzîkî hezar û 500 dolarî, ji her kesekî, hinek ji wan girtiyan serbest hatin berdan. Lê hêj kesên ku pere nedane, di zindanê de dimînin.

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): efrin  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.