Di Navbera YNK Û PDK’ê De Bazara Kerkukê
Haberler / 11 Ağustos 2018 Cumartesi Saat 11:05
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
KERKUK - Demekî dirêje encumena parêzgeha Kerkukê ji ber tevlînebuna PDK’ê bi awayekî sererast civînên xwe pêknayînin. YNK û PDK hewil didin ku kursîyên rêveberîya Kerkukê di navbera xwe de parve bikin.

KERKUK - Demekî dirêje encumena parêzgeha Kerkukê ji ber tevlînebuna PDK’ê bi awayekî sererast civînên xwe pêknayînin. YNK û PDK hewil didin ku kursîyên rêveberîya Kerkukê di navbera xwe de parve bikin. 

Piştî dagirkeriya di 16’ê cotmeha 2017’an de pêk hatî, encûmena parêzgeha Kerkûkê ji ber tevlînebuna Partiya Demokratîka Kurdistanê (PDK) bi awayekî sererast civînên xwe pêknayînin. Hat destnîşankirin ku sedema ne amadebuna PDK’ê ya di civînan de ji ber nakokiyên di navbera PDK û YNK’ê de ye. Ji ber ku her du alî li ser çawaniya çareserkirina pirsgirêkên Kerkûkê bi hevre nakokiyan jiyan dikin.

 

Berpirsê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) ya bajarê Kerkûkê Aso Mamend diyar kir ku  PDK heya niha tevlî civînên encumena parêzgehê nebuye, ji ber vê yekê jî pirsgirêkên Kerkukê heya niha ne hatine çareser kirin. Mamend, da zanîn ku hewildanên wan ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî yên Kerkukê bi PDK’ê re berdewam dikin û anî ziman ku di hevditinên wan de  pêşveçunên baş çêbune, lê belê hêj jî biryara dawî ne hatîye dayîn.

Mamend, wiha got: “Eger di qonaxa yekem de em li ser diyarkirina walîtiya nû negihijin tu biryaran jî, em dikarin li ser civîna encûmena parêzgehê li hev bikin.’’ 

Hat destnîşankirin ku li gorî PDK’ê divê erka berpirsyartîya parêzgeriya (walîtî)  Kerkuk û erka Serokkomariya İraqê para Kurdan û bi taybetî jî ya PDK’ê be. Ji ber wê sedemê PDK dixwaze van herdu erkan di navbera xwe û YNK’ê de sabît bike.

Piştî ku Necmedîn Kerîm ji parêzgartiya Kerkûkê hat durxistin, Rêkan Ciburî ku ji pêkhateya Erebe bi wekalet erka parêzgartiyê hat bi cih kirin.

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): YNK  PDK  waliti  Kerkuk  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.