Çeteyên OSO ji Efrîn û Idlibê dest bi revê kirin
Haberler / 11 Ağustos 2018 Cumartesi Saat 11:34
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
EFRÎN – Çetyên dewleta tirk OSO piştî destpêkirina operasyona Idlib û ji ber metirsiyên xwe ji çalakiyên YPG û YPJ`ê ji Efrînê û Idlibê bi 3000`$ ber bi tirkiyê ve direvin.

EFRÎN – Hat diyarkirin ku çeteyên OSO yên girêdayên dewleta tirk, ji ber metirsiyên çalakiyên YPG û YPJ’ê ku her çiqas diçe xurtir dibe, her wiha biryara operasyona hêzên rejîmê ya Idlibê, dest bi revê kirin. 

 

Piştî îlan kirina operasyona Idlibê û zêde bûna çalakiyan ji aliyê YPG û YPJ`ê ve di Efrînê de, hate raghandin ku çeteyên dewleta tirk OSO ji xwe re li riyeke revê digerin û amade ne ku her tiştê xwe bidin tenê ji Efrîn û Idlibê birevin.

 

‘OSO hîs dike ku Erdogan wan firotiye’

 

Çavkaniyekî ji herêmê raghand ku çeteyên dewleta tirk OSO rojê bi dehan ji Efrînê ber bi Tirkiyê ve direvin. Dewleta tirk ji bo pêşî li revandina wan bigire talîmatnameyek belav kir û çûn û hatina endamên OSO ya Tirkiyê qedexe kir. Li ser vê yekê çeteyan serê mirovekê 3 hezar dolar didin qaçaxçiyan û derbasî bajêrên Tirkiyê dibin.

Li gor agahiyan, endamên OSO yên li Idlibê jî, piştî hêzên rejîmê biryara operasyona ser Idlibê kir, dest bi revê kirine. Li gor çavkaniyekê ji heremê ragihand, çeteyên li Idlib û Efrînê ku bertek nîşanê lihevkirina Tirkiye ya bi Rûsya re ku çeteyan tasfiye bike, didin û dest bi revê kirin. Çavkanî anî ziman ku gelek çete ku ji Idlibê û Efrînê metirsî ketiye nava wan, dixwazin ber bi Tirkiyê ve birevin. Çavkanî, ev tişt gotin “Çeteyên Erdogan ên ku Efrîn û Idlibê dagir kirine, îro wan ji bo berjewendiyên xwe difiroşe. Her roj hejmarek çete bi rêbazên cuda cuda direvin. Ev jî bi taybetî piştî biryara operasyonê ya ser Idlibê û di Efrînê de jî şervanên YPG/YPJ çalakiyên xwe zêde kirin tirs û xovek mezin ketiye dilê wan. Rayedarên dewleta tirk ku bi vê yekê hesiyan, belavokek belav kir û çûn û hatina çeteyan a ji bo Tirkiyê hatiye qedexekirin. Ji bo vê jî çeteyan bi riya kaçaxçiyan bi 3 hezar dolarî derbasî bajarên Tirkiyê dibin.” 


Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): OSO  sinor  tirk  Efrin    

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.