Ji Îstîxbarata çeteyên Efrînê ji endamên xwe re hişyarî: YPG hêza xwe mezin dike û tê
Haberler / 05 Eylül 2018 Çarşamba Saat 08:21
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
EFRÎN – Beşa Lêkolîn û Arşîfa çeteyên girêdayê dewleta tirk derbarê çalakiyên YPG/YPJ’ê ji bo endamên xwe hişyar bike, talîmatnameyek belav kir.Di talîmatnameyê de tê diyarkirin ku her diçe ciwan tevlî hêza kurd YPG’ê dibin û tên. Her wiha di talîmata bi deng de jî hatî belavkirin de tê gotin ku kurdên ji 15 salî jortir ji Efrînê bên derxistin.

Li Efrînê piştî ku çalakiyên YPG/YPJ’ê li hember artêşa dewleta tirk, çeteyan û ajanan zêde bûn  metirsiyek mezin çêkir. Ji ber vê yekê Beşa Lêkolîn û Arşîfa çeteyên girêdayên dewleta tirk ên ku ji aliyê Serokê Giştî ya AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan ve weke “Artêşa Millî”, “Kuvayî Millî” hatiye pênasekirin, bi riya belavkirina talîmatnameyekê endamên xwe hişyar kir. Di talîmatnameyê de metirsiya çeteyan a li hemberê zêdebûna çalakiyên YPG’ê zelal dike.  

‘Mezin dibin û tên’ 

Talîmatnameya ku ji aliyê Beşa Lêkolîn û Arşîfa çeteyên girêdayê dewleta tirk di rojên dawî de bi zimanê erebî weke hişyarî li endamên xwe belav kiriye, ev tişt hatine nivisandin: “Kurd bi armanca êrîşkirina ser Efrînê artêşa xwe mezin dikin û hejmareke mezin ji ciwanan tevlî artêşa xwe dikin. Her wiha bi armanca bidestxistina Efrînê amadekariya êrîşkirinê hene. Jixwe şehîd xistina hevalên me yên dawî de her kes pê zane û malûmê we ye. Di heman demê de jî rêjîm propogandayên operasyona Idlibê dike û bi riya raghandinê belav dike. Li gor hin agahiyên piştrast ku ji aliyê çavkaniyên me yên bi ewleh ve dayî, di nava meha Îlonê (meha 9) de dê operasyona Efrînê ji aliyê kurdan ve dest pê bike û kurd dibêjin ku dema zivirandin û rizgarkirina Efrînê hatiye. Li ser vê esasî divê her endam û alîgirên tevgera me ya azad li hember van agahiyan tedbîrên cidî bigirin.”

‘Kurdên ji 15 salî û jortir ji Efrînê derbixin’

Berpirsiyar û Fermandarê Firqa 23 ya Rewşa Lezgîn Ebû Hiseyin jî, bi dengê xwe talîmatê li hêzên tevahî Efrînê dike û diyar dike ku ji ber çalakiyên hêza kurd YPG’ê her çiqas diçe xûrtir dibe, ji bo alîkarî nedin wan wek e tedbîr kesên kurd ên ji 15 salî jortir ji Efrînê bên derxistin. Di dengê talîmatê de hişk hişyarî tê kirin û radigihîne ku dive hemû endam bi awayek cidî li ser vê biryarî bisekinin.

 

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): YPG  YPJ  AKP  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.