Li Kerkukê Namzetê Kurd Nehat Qebul Kirin
Haberler / 13 Temmuz 2019 Cumartesi Saat 11:52
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
KERKUK- Erebên Encumena Parêzgeha Kerkukê namzetê hevbeş yê YNK û PDK’ê ji bo Parêzgarê Kurd yê Kerkukê, ret kirin. Hat diyarkirin ku, PDK û YNK’ê li ser namzetekî hevbeş ji Lîsteya Birayetî Tayîb Cebar li hev kiribun. Piştî retkirina Parêzgarê nu, Mesut Barzanî helwesta Ereban rewa dît û diyar kir ku ew tu hewildanên bi zorê li ser nasnameya Kurdistanîbuna Kerkukê nakin.

Erebên Encumena Parêzgeha Kerkukê namzetê hevbeş yê YNK û PDK’ê ji bo Parêzgarê Kurd yê Kerkukê, ret kirin. Erebên Encumena Kerkukê li ser mijarê daxuyaniyek dan û ragihandin ku, ‘’ev biryara wan herdu partiyane ku 16 sale dest danîne ser Kerkukê û bune sedema nakukî, durxistin, revandin, talankirin û ruxandina Kerkuk û gundên w꒒.

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku, ‘’nabe ku diyarkirina Parêzgarekî nu ji bo Kerkukê, bêy hilbijartina hersê pêkhateyên ‘’Kurd, Ereb û Tirkmen’’ û hilbijartina navxweyî were kirin. Heya ku hemu girtî neyên azad kirin, gundên hatîn wêran kirin neyên avakirin, îdareyekî hevbeş neyê diyarkirin û nexşeyekî çareseriyê ji bo pirsgirêkan neyê diyarkirin, mijara diyarkirina Parêzgar nayê niqaş kirin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP) û Yekitiya Niştîmana Kurdistan (YNK) doh ji bo niqaşkirina rewşa Kerkukê û diyarkirina Parêzgarekî hevbeş ji bo Kerkukê li bajarê Silêmaniyê civiyan. PDK û YNK’ê di civînê de, li ser namzetekî hevbeş ji Lîsteya Birayetî Tayîb Cebar li hev kiribun.

 

Barzanî, Helwesta Ereban Rewa Dît

Serokê giştî yê PDK û Serokê berê yê Herêma Kurdistana Federal Mesut Barzanî, piştî helwesta Ereban li ser diyarkirina Parêzgerê nu yê Kerkukê daxuyaniyek da. Barzanî, biryara herdu partiyên Kurd li ser namzetê hevbeş tine hesiband û got; ‘’Em tu hewildanên bi zorê li ser nasnameya Kurdistanîbuna Kerkukê nakin. Lê pirsgirêka Kerkuk tenê pirsgirêka siyasî ku di navbera du partî yan jî nakukiyên di navbera çend aliyan de nîne. Di rastiyê de pirsgirêka Kerkuk mijarek berfireh dîrokî û siyasî ye.’’

Barzanî got; ‘’li gorî me lihevhatina di navbera aliyên Kurd de pêngavekî giringe, lê divê pirsgirêkên Kerkukê û erka Parêzgayê Kerkukê, despêkê di navbera Hewlêr û Bexda de yek alî bibe û were çareser kirin. Her encamekî ku derdikeve divê li gorî fikrê hemû pêkhateyên Kerkukê be.’’


Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html


TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.