Partiyên Kurd: Divê Aliyên Kurd Bi Yek Listeyê Beşdarî Hilbijartina Parêzgehan Bibin
Haberler / 09 Eylül 2019 Pazartesi Saat 11:41
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
NAVENDA NUÇEYAN - 3 partiyên Başurê Kurdistanê di derbarê hilbijartina Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de daxûyaniyek dan û diyarkirin ku divê partiyên Kurdistanî bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinên Parêzgehan bibin.

Partiya Zehmetkêşên Kurdistan, Partiya Şiuyên Kurdistan û Tevgera Demokrata Gelê Kurdistanê, piştî biryara Encûmena Nûnerên İraqê ji bo hilbijartina encûmena parêzgehên navçeyan û serjimêriya niştecihan di sala 2020’an de, li ser rewşa Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên bi nakok çend rêze hevdîtin pêk anîn. Partiyan piştî hevdîtinên xwe di derbarê hilbijartina encûmena Parêzgeha Kerkûkê de daxûyaniyek dan û diyarkirin ku divê partiyên Kurdistanî bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinên Parêzgehan bibin.

Di daxûyaniya partiyan de hat diyarkirin ku biryara Encûmena Nûnerên İraqê li ser encamdana hilbijartina Parêzgeha Kerkûkê biryarekî giştî ya Fraksiyona Nûnerên İraqê bûya.

Hersê partiyan di daxûyaniya xwe de dan zanîn kû; Hukûmeta navendî bêy kû rewşa Kerkûkê asayî bike û aramiyê saz bike beşek mezin ji malbatên çeteyên DAİŞ’ê ji qampên Musilê li Kerkukê bi cih kirine û hemû karûbarên wan yên niştecihbûnê amade kirine kû ev jî beşeke ji siyaseta guhertina demografiyê ye.

Her wiha Li gorî yasaya hilbijartina Encûmena Parêzgehan beşek ji ew Kurdên (60 hezar) ku di serdema Rejîma Baas de li Kerkukê li gorî maddeya 140 ji bo cihên cûda hatine vegûhestin, di beşdarbûna vê hilbijartinê de bê parin. Ev jî heman şêweyê siyaseta gûhertina domografiya herêmê ye. Demê ku hukûmet serjimêriya nifûsê dike, ev kesane bi şêwazekî yasayî li ser Kerkûkê nayên tomar kirin.

Partiyan di daxûyaniya xwe de dan zanîn; Eger ku hilbijartina Encûmena Parêzgeha Kerkukê li ser Kurdistaniyan were ferz kirin, yasa neyê bi cih kirin, pêwiste partî û aliyên Kurdistanî bi helwestekî hevbeş û yek listeya hevbeş li kerkuk û navçeyên Kurdistanî li derveyî herêmê beşdar bibin ku ev pêwistiyekî niştîmaniye nabe paşgûh were xistin. Partiyan diyarkirin ku ew amadene ji bo civîna hevbeş ya hemû aliyên Kurdistanî li ser mijara hilbijartina Parêzgarê Kerkûkê maldariyê bikin.

Biryare ku hilbijartina encûmena parêzgehên Iraqê li gel hilbijartina encûmena parêzgeha Kerkûkê di Nîsana 2020’an de were kirin.


Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html


TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.