Tirkmenên Kerkuk Hêzên Pêşmerge Bi Revandina Sivîlan Suçdar Dikin
Haberler / 16 Eylül 2019 Pazartesi Saat 07:00
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
NAVENDA NUÇEYAN – Serokê Eniya Tirkmen û Parêzgarê Kerkûkê hêzên pêşmerge bi revandina jimareyek hemwelatiyên Kerkuk û navçeyên bi nakok sûçdar kir û daxwaz kirin ku ev sivîl demekî nêz de serbest werin berdan.

Serokê Eniya Tirkmen Erşed Salih û Parêzgarê Kerkûkê yê bi wekalet Rêkan Cibûrî li Kerkukê li ser rewşa qaşu aramiya Kerkûkê û ew kesên tên revandin û wenda kirin civînek li darxistin. Erşed Salih û Rêkan Cibûrî piştî civînê kongreyekî rojnamevanî lidarxistin û di daxûyaniya xwe de hêzên pêşmerge bi revandina jimareyek hemwelatiyên Kerkuk û navçeyên Kurdistanî yên bi nakok suçdar kir û daxwaz kirin ku divê ev sivîl demekî nêz de serbest werin berdan.

Rêkan Cibûrî da zanîn,‘’ Di destê me de gelek belge hene diyar dikin ku hejmarek mezin xelkê Kerkukê hatine revandin, wenda kirin û niha di zîndanên herêmê de tên ragirtin. Lê Wezareta Navxweyî ya Herêmê van gotinên me ret dike.’’

Rêkan Cibûrî diyarkir ku ew bi xwe jî dizanin gelek xelkê bê guneh di zîndanên wan de hene û got; ‘’Ew kesên hatine binçavkirin û wenda kirin, ew bi xwe jî nizanin çima hatine revandin û sûca wan çiye. Gelek xelkê bê sûc di zîndanên wan de tên ragirtin û çarenûsa wan ne diyare, ji ber kû rojene gelek xizmên wendakiriyan diçin daxwaz ji wan dikin ku kesûkarên wan werin azad kirin.’’

Erşed Salihî ji di derbarê mijarê de axivî û da zanîn; ‘’Di destê me de gelek belge hene kû ne tenê li Kerkuk li hemû parêzgehan jimareyek xelk hatine revandin û wenda kirin. Her wiha belge hene ku hêzên pêşmerge jî jimarek ji van kesan revandine û çarenûsa wan ne diyare.’’


Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html



TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.