Gelo Statûya Herêma Kurdistanê Di Metirsiyê de ye?
Politik Analiz / 17 Kasım 2019 Pazar Saat 12:07
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Piştî ku rêveberiya Bexda encamên referandûmê red kir, bi zext û navbeyînkariya aliyên herêmî û cîhanî hukumeta Başurê Kurdistanê bi neçarî careke din berê xwe dan Bexda û hewildan ku bi hukumeta navendî re danûstandinên xwe pêş bixin.

Piştî ku rêveberiya Bexda encamên referandûmê red kir, bi zext û navbeyînkariya aliyên herêmî û cîhanî hukumeta Başurê Kurdistanê bi neçarî careke din berê xwe dan Bexda û hewildan ku bi hukumeta navendî re danûstandinên xwe pêş bixin. Li gorî geşedan û encamên danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexda de pirsgirêk li ser mijarên; kombuna hêzên pêşmerge di bin banê Wezareta Pêşmerge de, Herêmên Kurdistanî yên bi nakok, mijara petrol û dahata petrolê, muçeyên karmendên Herêma Kurdistanê û pişka salane ya herêma Kurdistanê de, heya astekê mezin bibûn.

Di demekî ku gelên Iraqê li hemu bajarên Başurê Iraqê ji ber sedema nebûna xizmetgozariyê, bêkarî û gendeliya di nava hukumetê de, daketine kolanan û daxwaza hilweşandina hukumetê dikin, meclis û rêveberî gihiştiye wê biryarê ku destûra bingihîn were guhertin û hukumet ji nu ve were saz kirin. Lê heya niha jî di vê mijarê de tu pêngavên berbiçav ne hatine avêtin. Çalakiyên gel, hewildanên hukumetê yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan berdewamin û di heman demê de jî mudaxeleya aliyên herêmî û derve di nava hukumetê de jî berdewam dikin.

Di kêliyek wisa de pirsên, gelo guhertina destûra bingehîn wê bandoriyekî çewan li Herêma Kurdistana Federal bike? Bexda wê di destûra bingehîn de çi qasê mafên Kurda nas bike? û ji hemuyê giringtir wê Bexda di mijara herêmên Kurdistanî yên bi nakok de çewa danustandinan bi hukumeta Başur re bike? tê hişê mirov.

Di wê demê de li darxistina Referanduma Başurê Kurdistanê, hilweşandina encama vê Referandumê û tavîzdayîna hukumeta Başur, aliyên Kurd xist di nava rewşekî giran de. Ji ber ku Başurê Kurdistanê weke hêz ji bo referandumê ne amadebun û ji neçarî bi awayekî lewaz li hukumeta Bexda zivirîn.

Hukumeta Iraqê piştî hilweşandina encama referanduma Başurê Kurdistanê ma çima hukumetekî weke Herêma Kurdistanê ku şûnde li wan vegeriyaye, mafên bê sînor ji wan re nas bike û ji dest bide. Berovajî, dibe ku bi hilweşandina hukumetê û guhertina destûra bingihîn re statuya Herêma Kurdistanê jî ji holê rake û sistema serokatiyê bixe meryetê. Hukumeta Iraqê, di sala 2007’an de li gel çareser nekirina îdareya herêmên Kurdistanî yên bi nakok (Benda 140.) hewil dide hemu hêzên pêşmerge dibin banê Wezareta Pêşmerge de kom bike û Wezareta Pêşmerge jî bi artêşa Iraqê ve bide girêdan. Ji ber ku her şandeya hukumeta Herêma Kurdistanê bi kijan şert û projeyan çube Bexda, vale hatiye derxistin û bê çareserî şunde vegiriya ye.

 

Deverên bi nakok û benda 140’mîn

Benda 140. di destûra bingehîn ya Iraqê de ji bo diyarkirina sitatuya welayeta Kerkuk, Diyala, Selahedîn û Musil hatiye amade kirin.

Li gora vê bendê; Wê destpêkê li Kerkuk û herêmên din yên bi nakok, guhertinên demografî yên di dema rejîma Seddam Husên û piştî 2003’an hatîn çêkirin, werin çareser kirin, hejmara nufusê were kirin û paşê ji bo diyarkirina biryara; welayeta Kerkukê bi hukumeta navendî ya Iraqê yan bi Hukumeta Herêma Kurdistanê ve were girêdan, referandum bihatiba li darxistin. Li gora destûra bingihîn ev biryarana hemu wê di çileya 2007’an de bi hatiban encamdan. Lê komisyona wê demê ku ji aliyê Tirkmenên Kerkukê, nunerên siyasî yên Kurd û Ereban pêk hatî ne gihiştibûn tu encaman û ev bend heya dawiya sala 2007’an ji holê hatibu rakirin.

Partî û aliyên siyasî yên Kurd tu carê rakirina vê bendê ne pejirandine û her carê diyar dikin ku divê teqez bi taybeti sitatûya Kerkuk û hemu deverên Kurdistanî yên bi nakok li gor benda 140. were diyarkirin. Lê li gora Ereb û Tirkmenên Kerkukê ev bend di sala 2007’an de hatiye betal kirin û pirsgirêkên wisa nînin. Piştî rakirina benda 140. aliyên Kurdistanî bi taybet partiyên ku hukumeta Herêmê pêk anîne, ji bo diyarkirina îdareya van navçeyan tu pêngav û hewildanên diyar ne avêtine.

Piştî ku çeteyên DAİŞ’ê heya sala 2014’an xakekî berfireh ya Iraqê û navçeyên Kurdistanê yên bi nakok dagirkir, leşkerên artêşa Iraqê li gelek herêman çeperên xwe berdan û hêzên Pêşmerge bi hinceta parastinê li van sînoran bi cih bibûn. Her wiha piştî zêdebûna êrişên çeteyan hêzên pêşmerge jî li gelek herêmên weke Şengal û Mexmurê paşde vekişiyan û xakekî berfireh ket bin destê çeteyên DAİŞ’ê. Çeteyên DAİŞ’ê li van herêman her ku diçu pêşde diçûn, ji ber wê yekê bi alikariya hêzên koalisyonê, Pêşmerge, gerîllayên PKK’ê û artêşa Iraqê careke din çeteyên DAİŞ’ê hatin şikandin û ew xak careke din hatin paqij kirin. Artêşa Iraqê bi alîkariya hêzên Heşdî Şeabi ku di bingehê xwe de girêdayî Îranê ne, di 16’ê cotmeha 2017’an de di serîde Kerkuk û ew navçeyên dikevin nav xala 140. de dagirkirin û hêzên pêşmerge jî  bêy berxwedanî hemû hêzên xwe ji van herêman paşde kişandin. Bi dagirkeriya 16’ê cotmehê re, hêviya careke din vegera sitatuya van navçeyên xaka Kurdistanê pir dûr hat paşxistin.

 

Deverên bi nakok ku dikevin nav benda 140. kijanin?

Bi giştî çar welayetên mezin weke Diyala, Selahedîn, Kerkuk û Musil dikevin nav sînorê herêmên bi nakok de.

Navenda bajarê Kerkûkê li gel navçeyên wê Daqûq, Hawîce, Dubiz û hemû navçe û gundên girêdayî Kerkukê.

Welayeta Diyale; Nahya Bedir, Casan, Zerbatiye û 53 gundên girêdayî van nahyan ku niha bi bajarê Kut ve hatine girêdan. Her wiha bajarê Xaneqîn û nahyên Meydan, Koruta, Sadiye, Celawla û 287 gund ku niha girêdayî sînorê Diyalena ne.

Herêmên Xurmatû, Silêman Beg, Amirlî, Newcul û Qadir Kerem ku bi Tikrîtê ve hatine girêdan.

Navçeya Mexmur, Karaca ku diketin nava sînorê Hewlêr û di sala 2016’an de ji aliyê artêşa Iraqê ve hatin dagirkirin.

Nahya Kendînawa, Guwêr, Hemdaniye, Sinunê, Başîqa li gel gundên girêdayî wan bi Musilê ve hatinine girêdan.

Şengal û nahyên pêre girêdayî, Tilafer û nahiyeyên pêre girêdayî, Şêxan û nahyeyên pêre girêdayî dikevin nava sînorê benda 140. û jêre navçeyên bi nakok dibêjin.

Her wiha bi dagirkirina artêşa Iraqê ya di sala 2017’an de Çemçemal, Kifrî û Kelar ji destê hukumeta Herêma Kurdistanê hatin derxistin û ketin nava herêmên Kurdistanî yên bi nakok.

 

Li deverên bi nakok çavkaniyên xwezayî

Bi giştî hilberîna petrola Iraqê ji sedî 40 li Kerkukê ku dikeve di nava sînorê herêmên bi nakok, derdikeve. Li vê herêmê 5 bîrên petrolê yên giring hene. Her wiha li navçeya Şeyhan ya girêdayî Musilê jî beşekî giring yê petrola Iraqê tê derxistin. Li navçeyên Şengal û Mexmurê girêdayî Musilê jî lêgerîna petrolê berdewam dike, her wiha li van herêman gelek birên gaz û petrolê ku niha dixebitin hene. Ji ber derbazbûna çemê Dicle li ser sînga deşta Musilê, hem ji bo girtina elektirîkê û hem ji ji bo çandiniyê xwedî giringiyekî mezine.

 

Gelo wê çarenusa herêmên Kurdistanî yên bi nakok çi be?

Yek ji mijarên bingihîn û giring ku divê aliyên Kurd baş xwe li ser amade bikin, mijara xaka Kurdistanê ye ku di demê xwe de ji Kurdistanê hatine veqetandin. Aliyên Kurdistanî di wê baweriyê dene ku, mijara îdareye van deveran wê di çarçoveya benda 140’an de were çareserkirin, lê heya niha bi tu awayan çareseriyek di derbarê mijarê de ne hatiye pêşxistin. Li gora aliyên siyasî yên hukumeta Bexda, Tirkmen û Erebên Kerkukê pirsgirêkêk ya deverên ku jêre dibêjin ‘deverên bi nakok’ nîne. Ji xwe ev dever hemû hatine parve kirin û bi xaka Iraqê ve hatine girêdan.

Wê demê eger ku benda 140. hatibe rakirin wê mijara sînor û ew navçeyên bi nakok çewa were çareser kirin? Eger ne hatibe rakirin wê ev navçe li gora benda 140’an were çareserkirin? yan jî ji bo aliyên Kurdistanî careke din îdareya van herêman bigirin plan û projeyekî wan heye? yan hukumeta Bexda çi bi xwaze ewê di çarçoveya berjewendiyên xwe de erê bikin? Ji bo bersivdayîna van hemû pirsan divê aliyên Kurd li hember hûkumeta Bexda xwedî sekin û biryarekî saxlem be.

Niha ji bo amadekirin û sererastkirina destûrek bingihîn komisyonek tê avakirin û li gorî agahiyan wê aliyên Kurd jî cihê xwe têde bigirin. Eger ku aliyên Kurd di vê qonaxê de di ser xalekî herî biçuk re derbaz bibin û her wiha nebin yek deng û bi hevre neçin biryarekî diyar, bêy pilan û proje bi hukumeta navendî ya Bexda re rûnin ewê di demên pêş de bikevin şaşiyên mezin û berdêlên giran bidin.

 

Çîçek BOTAN

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.