Haberler / 27 Temmuz 2010 Salı Saat 07:52
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Bayik: CHP Û MHP Nikarin Bêjin Em ji AKP’ê Cûda ne
Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya Azadiya Welat ya vê hefteyê de, bal kişand li ser vegera Komên Aşitiyê û diyar kir

Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya Azadiya Welat ya vê hefteyê de, bal kişand li ser vegera Komên Aşitiyê û diyar kir ku dikare bê gotin ku Tirkiyeyê heta wê demê ji pêşwazîkirineke wiha bi heybet re nebûbû şahid. Kesên ku pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk bê çareserkirin û aştiyeke mayinde dixwestin gava hatibû avêtin bi erênî pêşwazîkiribûn û lê xwedî derketibûn.

Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Cemîl Bayik got; “19’ê cotmeha 2009’an Qasidên Aştiyê li ser banga Rêber Apo çûn Tirkiyeyê û ji aliyê civakê ve bi eleqeyeke mezin hatibûn pêşwazîkirin. Kurd rabûbûn ser piyan, qad hatibûn tijîkirin û ji deriyê sînor hevaltî bi Qasidên Aştiyê re kirin. Dikare bê gotin ku Tirkiyeyê heta wê demê ji pêşwazîkirineke wiha bi heybet re nebûbû şahid. Kesên ku pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk bê çareserkirin û aştiyeke mayinde dixwestin gava hatibû avêtin bi erênî pêşwazîkiribûn û lê xwedî derketibûn.”

Bayik ragihand ku komên aşitiyê bondorek derdorên siyasî kir û wiha berdewam kir: “ Bi êrîşa komkujiya siyasî ku dewletê di 14’ê nîsana 2009’an de dabû destpêkirin û bi vê yekê re ragêşiyeke siyasî çebûbû, vê ragêşiya siyasî şûna xwe ji pêvajoya nîqaşeke nû re dihişt. Lê li Tirkiyeyê kesên ku ji vê hewaya siyasî ya guhartinê aciz bûbûn jî ji nû ve dengê xwe bilind kirin. Di pêvajoyeke wisa de li dijî Rêber Apo êrîşa 17’ê Mijdarê pêk hat û ji nû ve lez dan êrîşên komkujiya siyasî û operasyonên leşkerî.”

JIBO AŞITIYEK MAYÎNDE PÊK NEYÊ HEWLDAN PÊKHATIN

Bayik bal kişand li ser êrişên jibo pirsgirêka kurd neyê çareserkirin û wiha derbirî: “Bi van hemû êrîşan, gava ku di 19’ê cotmehê de hate avêtin û çareseriya pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk neyê çareserkirin û aştiyeke mayinde neyê avakirin ji bo encamê nede hewldan pêk hatin. Piştre bi polîtîkayên li dijî Qasidên Aştiyê, bi wan êrîşên hatibû destpêkirin çi hedef dikirin raxist ber çavan.”

“Di merheleya gihîştî de bi çûna Qasidên Aştiyê ya Tirkiyeyê dev ji tiştê wan dihat hêvîkirin berde, ewlehiya canê wan jî nemabû. Li pêy hev der barê wan de doz hatin vekirin û avêtin girtîgehan”.

Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Cemîl Bayik di gotara xwe de wiha dibêj: “Di sala 1999’an de bi awayê du koman Qasidên Aştiyê çûbûn Tirkiyeyê. Qasidên Aştiyê cezayên giran xwarin û avêtin girtîgehê. Vê carê jî heman encam dîsa ji bo Qasidên Aştiyê pêk hat. Bi vî rengî tu hilbijêrk ji Qasidên Aştiyê re nehatin hiştin. An dê bihatina girtin an jî biketina rewşa lêgerînê û nikarîbûna rolên xwe bilîstina. Wê demê dê çi bihata serê wan di wê mijarê de mirov nikare tiştekî bêje.

Qasidên aştiyê yên nehatin girtin der barê rewşa xwe de tiştên ku dihat xwestin bê kirin ji raya giştî re aşkera kirin. Ligel hewldanên astengkirina dewleta tirk dîsa jî nikarîbûn asteng bikin. Li Mexmûrê ligel daxwaza astengkirina daxuyaniya çapemeniyê û pêkhatina vê daxuyaniyê girîngiya wê radixîne berçavan.

Qasidên Aştiyê bi biryara xwe çûn û dîsa bi biryara xwe hatin. Vê encama derket holê bi Tirkiyeyê da windakirin û kesên berdewamkirina şerê qirêj-taybet li gorî berjewendiyên xwe didîtin, li gorî berjewendiyên wan çêbû.

Encama ku derketiye holê ji aliyê derdorên ku pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk bê çareserkirin û li Tirkiyeyê aştiyeke mayînde bê avakirin dixwazin divê baş bê nirxandin. Çunkî pêvajoya ku em tê de derbas dibin vê yekê zêdetir ferz dike. Helwesta Hikûmeta AKP’ê ya li hemberî pirsgirêka kurd zelal e. Di vê mijarê de bila kes xwe nexapîne. Hikûmeta AKP’ê bi tevahî di pozîsyoneke ku dijberî kurd de ye. Helwesta ku nîşan dide jî vê rastiyê îspat dike.

CHP Û MHP JÎ NIKARIN BÊJIN EW JI AKP’Ê CÛDA NE

AKP jî weke hikûmetên beriya xwe, li ser bingeha îmha û înkarê nêzî pirsgirêka kurd dibe. Her çend hinek têgeh guhertibin jî, lê di cewhera wan têgehan de heman tiştî dibêje. Tu ferqa nêzîkatiya wê ya ji bo pirsgirêka kurd, ji nêzîkatiya CHP û MHP’ê tune ye. Bi heman awayî, CHP û MHP jî nikarin îdia bikin ku ji AKP’ê cudatir difikirin. Her çend di navbeyna wan de hinek gengeşî hebin jî, bi vê yekê tenê raya giştî dixapînin.

Rejîma şerê taybet a desthiladar û muxalefetê ya li hemberî kurdan, dest ji gavavêtina di çareserkirina pirsgirêka kurd de berdin, berovajî vê yekê rêbazên şerê qirêj û taybet derdixe pêş û di vê yekê de israr dike. Di vê mijarê de hewl dide ku ji raya giştî piştgiriyê wergire. Ji bo vê jî gelek organên çapemeniyê, partiyên xwe, gelek sazî û rêxistin jî xistine nava liv û tevgerê. Bi riya wan dixwaze pêkanînên şerê qirêj bi civakê jî bide pejirandin.

GOTINÊN ERDOGAN CESARET DIDE ENDAMÊN DIN YÊN AKP’Ê

Di vê pêvajoyê de şerê taybet-qirêj ew qas hatiye pêşxistin, destpêkê R. T. Erdogan û piştre jî rêveberên din ên AKP’ê dikarin gotinên ku di şert û mercên normal de bibin sedema qiyametê û di nava civakê de bibin sedemê înfialê bi rehetî dibêjin. R. T. Erdogan bi awayekî berbiçav, şêwandin û pêlixandina cenazeyên gerîlayên jiyana xwe ji dest dane, parast. Beriya niha kesên bi çekên pompayî êrîşî gel kirin û faşîstên sivîl ên êrîşî karwana DTP’ê kiribûn parastibûn. Gotinên Erdogan cesaret dabû gelek endamên din ên AKP’ê jî.
Hemşehriyê Erdogan ango Şaredarê Rîzeyê Halil Bakirci jî cesareta xwe ya bê hed û hesab ji vê yekê girtibû û bi wê cesaretê hatibû cihekî wisa ku karî behsa zewicandina keçên kurd weke hevsereke duyemîn bi zilamên tirk re bike.

JI GIRTINA BIRYAREK WIHA AKP BERPIRSYAR E

Qasidên Aştiyê di pêvajoyek wiha de, di nava van şert û mercan de biryara vegerê dan û vegeriyan. Bêguman ji girtina biryareke wiha hikûmeta AKP’ê berpirsyar e. AKP’ê li Tirkiyeyê rê li ber çareseriya demokratîk ya pirsgirêka kurd û pêkhatina aştiyeke mayinde girt û zemîna vê yekê sabote kir.

Dema Qasidên Aştiyê hatin Tirkiyeyê û heta hatine girtin an jî vegeriyan Mexmûrê jî li gorî misyona xwe tevgeriyan. Di dema ku li Tirkiyeyê man her tim ji bo aştiyê xebitîn. Piştî ku şert û mercên wan ê xebatê neman û ewlehiya canê wan nema û hin ji wan hatin girtin, ew jî neçar man ku vegerin Mexmûrê. Divê ev yek rast û baş bê fêmkirin. Dema pêşî li wan hate girtin û êdî wan nekarî rola xwe bilîzin, ew neçar man vegerin. Pêwîste hemû kesên ku dixwazin pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk çareser bibe û aştî pêk bê, li gorî vê rastiyê helwest nîşan bidin”.-ANF

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com -www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info


Parveke
Bu yazı toplam 88 defa okundu.
Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.
video..