Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Mehmet Alî Şahin, bûyerên demên dawî nirxandin û xwest hemû kes bi "têkoşîna yekdest" li hemberî pirsgirêka Kurd tevbigere
Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Mehmet Alî Şahin, bûyerên demên dawî nirxandin û xwest hemû kes bi "têkoşîna yekdest" li hemberî pirsgirêka Kurd tevbigere. Şahin, diyar kir ku, heke kesên tên lînçkirin Kurd bin "rewşekî bê fikarkirin tineye."
Serokê Meclîsê Mehmet Alî Şahin, bûyerên demên dawî nirxandin. Şahin, anî ziman ku meclîsê îsal di mijara PKK'ê de xebatên gelek girîng kirin. Şahin, mijara Kurd jî wekî 'pirsgirêka terorê' dît û bang li hemû kesî kir ku têkolîşînekî yektest bimeşînin û wiha got: ''Di mijara terorê de di serî de saziyên siyastê û hemû saziyên di bi hevre tevbigerin gelek girîng e. Berê jî meclîsa me di mijara têkoşîna bi terorê hemû alîkarî dan û niha şunda jî çi bikeve ser milê me em wê bikin. Bi vê minasebetê kesên ji bo vê yekê canê xwe dan em carekî din bibîrtinin û sersaxiyê didin malbatên wan."
Şahin, pirsên rojnamegeran yên têkildarî êrîşên demên dawî yên li dijî Kurdan pêktên jî bersivdan û ji bûyerên li Înegol û Dortyolê endîşeyekî wi heye yan na wiha bersivdan: ''Li Înegol û Hatayê bûyerên em hemû xemgîn kirîn pêkhatine. Ji ber van bûyeran em hemû xemgînin." Şahîn, da zanîn ku divê bûyeran mezin nekin û tu diltirsa wan tuneye û wiha dom kir: ''Ji ber ku hêvênê netewame saxleme.Tu tişt nikare me bihejîne." Şahin, destnişan kir ku, divê siyasetmedar bi hestiyarî tevbigerin û wiha pê de çû: "Di vê pêvajoyê de divê hemû kes bi hestiyar tevbigere. Di serî de saziyên siyasetê di vê mijarê de bihestiyar bin. Dema ku ez behsa saziyên siyasetê dikim ez behsa xwe jî dikim. Divê hemû kes ji gotinên civakê sordike dûr bibe. Pêşgotinekî bapîrên me heye. Bila tu kes li qusûrê mêze neke û ez ji bo kesekê jî nabêjim 'Heke mela şaşiyê bike, wê civat çi bike" Ji ber vê yekê kesên rêberên gel divê ji gotinên gel bandor dikin dûr bibin."
Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn jî bûyer wekî provokosyon nirxandin. Ergîn, êrîşên li dijî Kurd pêk hatin veşart û banga bihestyariyê kir. Ergîn, wiha bang kir: "Hewcehiya me bi sebir û bihestiyar tevbigerin heye. Di nava yekîtiyê de me wê vê pirsgirkê di demekî kinda çareser bikin."
Serokê Partiya Demokrat Husammetîn Cîndoruk jî daxuyaniyekî nivîskî da û wekî MHP'ê hikûmet berpirsiya nîşanda. Cîndoruk, xwest ku hikûmet dest ji polîtîkayên Kurdan qebul dike, bikin.-ANF
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com -www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info
Bu yazı toplam 52 defa okundu.