No Result
View All Result
No Result
View All Result
  • Anasayfa
  • Anketler
  • Hakkımızda
  • home page
  • İletişim
  • Test
  • Tüm Yazılar
  • Yorum İlkesi
Home Bölümler Kürdistan Tarihi ve Dili

Demirtaş: Wê Li Cihên Kurd Lê Dijîn Du Ziman Hebin

Lekolin by Lekolin
15 Mart 2020
Reading Time: 2 mins read
A A

15 Aralık 2010 Çarşamba Saat 15:17

Hevserokê BDP’ê Selhedîn Demirtaş diyar kir ku ew li benda sererastkirinên dewletê namînin û got, wê li cihên ku Kurd lê dijîn du ziman hebin.

Hevserokê BDP’ê Selhedîn Demirtaş diyar kir ku ew li benda sererastkirinên dewletê namînin û got, wê li cihên ku Kurd lê dijîn du ziman hebin.

Demirtaş got “Em li benda sererastkirinên zagonî û destûra bingehîn ên dewletê manînin. Li cihê ku Kurd lê dijîn û li hemû qadên jiyanê bi du zimana biaxivin. Ger îro hinek BDP’yî zimanê xwe yê zimakî nezane, ew ne şerma wan, şerma dewletê ye.

Hevserokê BDP’ê Selhedîn Demirtaş li gel Şaredarê Amedê Osman Baydemir û rêveberên din ên BDP’ê bi boneya Hefteya Mafê Mirovan çûn serdana Komeleya Mafê Mirovan (KMM) şaxê Amedê. Demirtaş diyar kir ku ev êşên li herêmê derketin hemû jî para dewletê ne.

DIKARIN BI LÊBORÎNÊ DEST PÊ BIKIN

Demirtaş got “divê mirov bi boriya xwe re bê beramberî hev û diyar kir ku hikûmet dibêje em wek hikûmet van êşên hatin kişand fam dikin, lê ger ji dil bin, dikarin bi lêborînê dest pê bikin. Ji bo dewletê a bingehîn herdemtiye. Dibe 3 hezar gund ne di dema AKP’ê de hatibin şewitandin, lê dikare lêborînê bixwaze. Berpirsê 17 hezar kuştinên kiryarên wan nediyar dewlet e. Ji ber vê jî hun dikarin lêborîn bixwazin.

Herwiha Demirat bal kişand li ser zimanê zikamakî û diyar kir ku demek dirêje di rojeva Tirkiyeyê de ye, û bi bîr xist ku Wezîrê Dewletê û Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç di Meclîsê de hevokek Kurdî bikar anî.

BIŞAVTIN ŞERMA PERGALÊ BI XWE YE

Demirtaş got “Ger Kurdek li Tirkiyeyê nekare bi Kurdî bipeyve, ew ne gunehê wê/wî ye. Ew şerma sîstema ku 80 sale kurdan asîmle dike ye. Li şûna Birêz Arinç li Lijneya Giştî renxeya ‘BDP’yî û Kurd bi Kurdî nizanin’ bike, bila lêborînê bixwaze. Ew bi xwe wezîr e û nuneriya dewletê dike. Divê ji ber polîtîkaya bişaftinê ya dewletê li dijî Kurdan bikar anî, lêborîna xwe bixwaze. “

EM DEST JI XAPÎNOKAN BERDIN

Demirtaş got “li vî welatî wê ji bo Tirkî olîpiyat bên amadekirin, lê dema tenê wê ji ber vexwendinnameyek bi Kurdî şaredarê bajarê mezin riya di navbera dadgeh û şaredariyê de bipîve. Ma xapînokek wiha dibe? Wê ji bo Tirkî her tişt bê kirin, lê vexwendinnameyek bi Kurdî ji Kurdan re zêdegaviye. Her îro parlementerên BDP’ê bi Kurdî nizanin, nikarin bipeyvin, ne şerma wan, şerma dewletê ye. Ger Arinç bi zimanê dayîka xwe perwerde nedîtiba, niha çawa bi 300 peyvan biçûya li ser kursiyê meclîsê rune. Em dest ji van xapînokan berdin.

EM ÊDÎ SERERASTKIRINAN NAMÎNIN

Demirtaş diyar kir ku divê esnaf zimanê zikmankî bikar bîne, navê markayên bazar û bazargehan bi zimanê zikmakî be, menu û tabela bikî bi dû zimana be. Demirtaş diyar kir ku ew êdî li benda sererastkirinên zagonî û destûra bingehîn ên dewletê yên ji bo zimanê zikmakî namînin.

Baydemir berdiva pirsa rojnamegerekî ya ku dibêje “Ji bo navên Kurdî tengasî hene? da û diyar kir ku nihal i 97 cihan tabelayên bi Kurdî û Tirkî hene û bal kişand ku wê hemû mêvanên ji derve tên bajêr bi tabeleyan du zimanan bêne pêşwazîkirin-ANF

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info

Tags: araştırmakurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiye
Share201Tweet126
Previous Post

Botan Halk İnisiyatifi’nden Çağrı

Next Post

TARİH BOYUNCA HİÇ NETLEŞMEYENLERDEN NETLEŞME BEKLEMEK ACABA NE NETİCE VERECEK?

Lekolin

Lekolin

Next Post

TARİH BOYUNCA HİÇ NETLEŞMEYENLERDEN NETLEŞME BEKLEMEK ACABA NE NETİCE VERECEK?

Öne Çıkan Yazılar

  • Zilan’ın Fedailiği: Özgürlük Aşkının Manifestosu

    531 shares
    Share 212 Tweet 133
  • MİT ve HTŞ, Uyuşturucu Kaçakçılığında Baas Rejiminin İzinden Gidiyor!- HABER ANALİZ

    571 shares
    Share 228 Tweet 143
  • Önder Apo’nun Manifestosu Ve Yaşanan Gelişmelere Etkisi

    509 shares
    Share 204 Tweet 127
  • Demokratik Toplum Sosyalizmi ve Öz Savunma

    502 shares
    Share 201 Tweet 126
  • Küresel ve Bölgesel Hegemonik Rekabetin Bir Yansıması

    531 shares
    Share 212 Tweet 133

Önerilenler

Demokratik Toplum Sosyalizmi ve Öz Savunma

Zilan’ın Fedailiği: Özgürlük Aşkının Manifestosu

Önder Apo’nun Manifestosu Ve Yaşanan Gelişmelere Etkisi

MİT ve HTŞ, Uyuşturucu Kaçakçılığında Baas Rejiminin İzinden Gidiyor!- HABER ANALİZ

Küresel ve Bölgesel Hegemonik Rekabetin Bir Yansıması

  • Anasayfa
  • Anketler
  • Hakkımızda
  • home page
  • İletişim
  • Test
  • Tüm Yazılar
  • Yorum İlkesi
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi