KURDÎ
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • Anasayfa
  • Haberler
  • Polİtİk Analİz
  • Araştırmalar
  • Makaleler
  • Tüm Bölümler
    • Dizi Yazı
    • Kadın
    • Özgürlük Perspektifleri
    • Editörden
    • MİT Gerçekleri
    • Röportajlar
    • Dış Basından
    • Serbest Yazılar
KURDÎ
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster

Rêveberên ENKS’ê ji bo MÎT’ê razî bikin di pêşbeziyê de ne!

15 March 2020
Kategori: Haberler
244 18
1.5k
GÖRÜNTÜLEME
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın

26 Ağustos 2019 Pazartesi Saat 07:03

NAVENDA NÛÇEYAN – Rêveber û endamên ENKS’ê bi taybet yên li derveyê Rojavayê Kurdistanin ji bo MÎT/AKP’ê razî bikin di nava pêşbaziyê de ne. Lê dema ev tê kirin jî ev rêveber û endam ji bo derkevin pêş jî li pey hev lîstikan dikin.

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku di 26`ê Cotmeha 2011`an de
li Başûrê Kurdistanê û bi îdeaya qaşo ‘netewperestî’ ya Kurd hat avakirin,
rêveber û endamên wê ji bo dewleta Tirk razî bikin ketine nava pêşbaziyê. Yek
ji endamekî Partiya Yekitî ya ku di nava ENKS’ê de ye û nexwest navê wî aşkere
bibe hevdîtina rêveberên ENKS’ê Brahîm Biro û Kamîran Haco ya piştî civînekê li
bajarê Hewlerê ya Herêma Kurdistana Federe ku di 29’ê gulan a 2019 (29.05.2019)
de hate lidarxistin de ji mere wisa ragihand

Destpêkê ENKS ji 11 partiyên Kurd ên li Sûriyê ava bû, di sala 2012`an de
bû 15 partî, lê bi demê re ji ber ji îdeaya parastina gelê Kurd pir dûr ma yek
bi yek partî jê qût bûn û tenê 4 partiyên wek e   “Partiya Demokratîk a Kurdistanê bi serkêşiya
Ebdulhekîm Beşar û niha Siûd Mele, Partiya Yekîtiya Kurdistanê bi serkêşiya
Ibrahîm Biro, Yekîtiya Kurdistanê Ebdulbasit Hemo û Partiya Azadî ya Sûriyê bi
serkêşiya Mistefa Oso tevî hindek partiyên din. Endamê ku diyaloga Birahîm
Biro û Kamîran Haco ya bi dewleta Tirk re ragihand, diyar kir ku di axaftinên
rêveberên ENKS’ê de ti eleqeya xwe bi Kurdayetiyê re nîne û dev ji PDK’ê berdin
bi temamî li gor talîmatên dewleta Tirk tevdigerin. Endamê ku nexwest navê wî
aşkere bibe anî ziman ku ji ber vê yekê jî kesên wan nas dike jî dev ji wan
berdidin.

Heman endam anî ziman ku ji ber vê yekê ew jî dê dev ji ENKS’ê berde û ev
tişt gotin: “Ji destpêka damezirandina ENKS’ê ve heya niha, ENKS’ê tu gavên
cidî ji bo gelê Kurd li Sûriyê ne avêtine. Lê belê xwe xistiye xizmeta qaşo bi
navê Meclisa Niştîmanî ya Sûrî tê naskirin ku niha veguheriye Îtîlafa Niştîmanî
ya Sûrî ya ku desteka xwe ji Tirkiyê digire. Her du meclis hewl didin ajandeyên
Tirkiyê li Sûriyê pêk bînin.

 

Ji ber daxuyaniya ENKS’ê
ya Efrînê ya dewleta Tirk aciz kirin hev sûcdar dikin!

Endamê ENKS’ê yê agahî ragihand, destnîşan kir ku bi taybetî di diyaloga
Birahîm Biro û Kamîran Haco de, ji ber daxuyanî û rapora ENKS’ê derbarê
dagirkirina Efrînê ya ji aliyê çeteyên girêdayên dewleta Tirk û artêşa Tirk ve
hatî kirin de, hem ji ber rapora ku Kamîran Haco amade kiribû û hem jî hin
daxuyaniyên rêveberên ENKS’ê de ev tişt gotin: “Ew rapora ku li ser efrînê çêbû
hadî û yan bedir bû. Nesir ew rapor da min û bixwîne û mewqif jê girtibû. Nebaş
bû te nîv şerê wan kiribû û nîv pesnê wan dabû. Te ne ev razî kir û ne ew. Hat
gotin ku li ser vê nerazîbûna Biro, Kamîran Haco jî, ji ber Fuad Elîko,
Siyamend Haco, Evdîlhekîm Beşar û kesê bi navê Rêzan giliyê wan li cem dewleta Tirk
bi taybet jî di civîna ku rayedarên MÎT’ê jî tevlî bibûn, kiriye.

Endam ragihand ku Biro û Haco gotine ku ji Serokê Giştî ya ENKS’ê Siud Mele
bigire hemû rêveber û endamên heremî yên ENKS’ê bê destûra wan daxuyanî an jî
rapor amade nekin, lewra divê Enqere û Hewlêr aciz nekin.   

Biro û Haco li ser şandeya Fransa ku amadekariya ji bo Rêveberiya Xweseriya
Demokratîk û ENKS’ê ligel hev bide rûniştandin de jî, Biro gotiye ku hêj
amadekarî tê kirin, ew jî dê herin, jixwe eger pêşniyarên wan di asta daxwaza
dostên wan bin (qala Enqere/dewleta Tirk dikin) ew dê riyek nîşan bidin, lê
dewleta Tirk ekît naxwaze bi PYD’ê re bê rûniştandin.

 

Baş e di vê demî de
daxuyaniyên Biro û Haco çewa bûn?

Ev demeke dirêj e Tirkiye bi piştgiriya hêzên
navneteweyî li her parçeyî êrîşî nirx û destkeftiyên gelê Kurd dike. Çi Bakur,
çi Başûr, çi Rojava, li ku derê li ser navê Kurdan tiştek bê bidestxistin ew
dibe hedefa Tirkiye yê. Ligel vê yekê gelek derdorên Kurd, bi Tirkiyeyê re di
nav hevkariyê de ne. Ne tenê bi Tirkiyeyê re, hin derdorên Kurd ligel ku tu
keda wan di pêvajoya şoreşê de tûne ye li ser fetisandina vê şoreşê li
paytextên cuda bazariyan dikin.

Serokê Komîteya Karê Derve ya ENKS’ê Kamîran Haco,
piştî hevdîtinên xwe yên li Rûsyayê wiha gotibû: “Der barê Rojavayê Firatê de
hêzên navneteweyî xwediyê planên nû ne. Hêzên Navneteweyî dixwazin hêza PYD’ê
bişikînin û dixwazin bi hêzên ku ENKS jî di nav de planên nû biafirînin. Ger ku
ev plan bi ser bikevin dê hêza me zêde bibe. Roja ku Haco vê daxuyaniyê da, li
Stenbolê di navbera Fransa, Almanya, Rûsya û Tirkiyeyê de Zîrveya Suriyeyê dihat
lidarxistin. Piştî vê zîrveyê, Tirkiyeyê cara yekemîn bi çekên giran êrişî
herêma Zormixar a herema Kobaniyê kir. Dijberiya Tirkiyeyê ya Rojava tê zanîn û
Tirkiye dixwaze ku ji Kobaniyê dest pê bike û şoreşa Rojava bifetisîne. Ji ber
ku dizanin destpêka şoreşa Rojava Kobanî ye, lewra êrîş dikin. Ewil xwestin bi
destê DAIŞ’ê serkeftinê bi dest bixin, lê niha Tirkiye rasterast ketiye
dewreyê.

Heman êvara piştî daxuyaniya Haco, Endamê Komîteya
Karê Derve yê ENKS’ê Îbrahîm Biro axivî. Biro jî wiha gotibû: “Rûsya bi biryar
e ku pirsgirêka Kurdên Sûriyeyê çareser bike, nêrîna Rûsyayê di vî warî de
erênî ye lê PYD ji vê yekê aciz e.

Tirkiye bi hevkariya Rûsyayê kete Efrînê û Efrîn
dagir kir. Rûsya di wan deman de daxuyaniyên dijberî Rojava dide. ENKS heya niha
ji bo mezinbûna şoreşa Rojava tu xebat nekiriye. Beriya niha jî berdevkên
ENKS’ê digotin ku “Tirkiye zûtir mudaxeleyê Rojava bikirina PYD evqas mezin
nedibû û rasterast bangawaziya mudaxeleya Rojava dikirin.

 Jixwe wateya
ev helwdanên ENKS’ê hene. Niha pêvajoya avakirina maseya çareseriya meseleya
Sûriyeyê hatiye rojevê, ENKS di demek wiha de xwe nîşan dide. Rola ENKS’ê çi
ye? Ev yek rola Kurdên ku li ser navê gelê Kurd beşdarî konferansa Lozanê bûbûn
tîne bîra mirov. Çawa ku wan Kurdan got “tu daxwazeke me ya azadiyê nîne niha
ENKS jî heman rolê dilîze. ENKS bi vê helwesta xwe şirîkê êrîşên li ser gelê Kurd
e.

0

21

TR
KO

:” ”

:””

” “,

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html

Ji ber daxuyaniya ENKS’ê
ya Efrînê ya dewleta Tirk aciz kirin hev sûcdar dikin!Baş e di vê demî de
daxuyaniyên Biro û Haco çewa bûn?Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

Paylaş204Paylaş128
Önceki yazı

Tevhid-İ Teşkilat Yahut Takke Düşerken Kelin Zuhuru

Sonraki Haber

ENKS Yöneticileri MİT’e yaranmak için yarış halindeler!

Son HABERLER

Haberler

Önder Apo: Hukuki Ve Yasal Sürecin Başlaması İçin Herkes Elinden Geleni Yapmalıdır

Yayınlayan Lêkolîn
21 July 2026
0
1.4k

Halkların Eşitlik ve Demokrasi Partisi...

Daha fazla okuDetails

‘Önderliğinden Savaşçısına Kadar Demokratik Siyasete Katılımı Sağlayacak Bir Yasa Çıkarılmalı’

20 July 2026
1.5k

KCK: Rojava Halkımız Kazanımlarını Rêber Apo Çizgisinde Koruyup Geliştirmesini Bilecektir!

19 July 2026
1.4k

MİT’in İran İle İş birliği Ve Aşiretler Üzerindeki Planları- HABER ANALİZ

16 July 2026
1.6k

Öne Çıkan Yazılar

  • MİT ve Parastin’ın Yeni Ajan Ağını Deşifre Ediyoruz!- ÖZEL HABER

    848 Paylaşım
    Paylaş 339 Paylaş 212
  • ‘Önderliğinden Savaşçısına Kadar Demokratik Siyasete Katılımı Sağlayacak Bir Yasa Çıkarılmalı’

    510 Paylaşım
    Paylaş 204 Paylaş 128
  • MİT’in İran İle İş birliği Ve Aşiretler Üzerindeki Planları- HABER ANALİZ

    573 Paylaşım
    Paylaş 229 Paylaş 143
  • Bir Devrimin Sessiz Gücü

    505 Paylaşım
    Paylaş 202 Paylaş 126
  • Suriye Sahilinde MİT Faaliyetleri: Radar, İletişim ve Askeri Altyapı – ÖZEL DOSYA

    504 Paylaşım
    Paylaş 202 Paylaş 126

Önder Apo: Hukuki Ve Yasal Sürecin Başlaması İçin Herkes Elinden Geleni Yapmalıdır

Suriye Sahilinde MİT Faaliyetleri: Radar, İletişim ve Askeri Altyapı – ÖZEL DOSYA

Bir Devrimin Sessiz Gücü

‘Önderliğinden Savaşçısına Kadar Demokratik Siyasete Katılımı Sağlayacak Bir Yasa Çıkarılmalı’

KCK: Rojava Halkımız Kazanımlarını Rêber Apo Çizgisinde Koruyup Geliştirmesini Bilecektir!

19 Temmuz Devrimi: Bir Halkın Hafızası, Kazanımları ve Geleceğe Dair Dersler

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi | Lekolin

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Yorum İlkesi

Takip Et

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç