NAVENDA NUÇEYAN- Hat diyarkirin ku DAIŞ û Tirkiye êrîşê Başûr dikin lê Pêşmergeyên PDK’ê jî li herêma Çomanê li hemberê gerîlayan gundiyan ji malên wan derdixe, hêz û cebilxaneyan bi cîh dike.
Hat diyarkirin ku bi destpêkirina êrîşen Dewlata Tirk a dagirker li ser heremên Metina, Zap û Avaşîn, pêşmergeyên PDK’e jî li herema Çomanê dest pê derxistana gundiyan ji malen wan kiriye û hêz û cebilxaneyên xwe bi cih dike.
Li gor agehiyên ku me bi dest xistine di 29’ê nîsan a 2021’an de gundên girêdayê Herêmê Çomanê li ser sînurê Kêlaşinê ya di navber Rojhilat û Başûrê Kurdistanê û her wekî din gundên ku girêdayê navçeya Berdenazê wekî gundê Jorîn, gundê Şoran û çend gundên din ji aliyê pêşmergeyên PDK’e ve hatiye vala kirin.
Girêdayê vê agahiyê jî çavkaniyê me yê li herêmê ji me re ragehand ku Pêşmergeyên PDK’ê ev nêzî 10 rojin li herêma Çoman, Kesrê, Hecî Umran, Xeneka, Diyana, Xelîfan, Sidêkan û Bradostê di nava liv û tevgerekê mezin de ne.
Hat zanîn ku pêşmergeyên PDK’ê ya ku li Herêmê Çomanê xwe bi cih kirine piranî ji wan di nav araziyê de dimînin û di heman demê de jî rê nadin gel û gundî herin nava bax û baxçeyên xwe.
Berî çend mehan jî hêzên bi navê Pêşmergeyên Roj a piraniyên wan ji aliye SADATê ve hatine perwerde kirin tevî çekên giran, wesayîtên zirxî û topan derbasî gundên girêdayî Çoman kiri bûn.
Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê