18 Ağustos 2017 Cuma Saat 15:38
Ev bersiv jî divê Emerîka qebûl neke. Encama pêşveçûneke
weke vê dê koalîsyoneke li dijî Emerîka ava bike û gefan li Urdun û Îsraîlê
bixwe û rê li pêşiya Îranê were vekirin ku hegomonya xwe li gelek deverên
herêmê ferz bike. Nerazîbûna devkî li hemberî vê yekê jî dê weke pêkenokekê be
li şûna wê, divê li ser erdê jî neyê qebûlkirin, nemaze bi riya bikaranîna hêza
koalîsyonekê ku Emerîka neçare ava bike û rêveberiya wê bike.
Şerê Sûriyê hemû derfetên peydakirina şêwazekî hêsan a
vegerandina welat dîsa di hevgirtineke nû de hilweşand. Lê mirov dikare di asta
navîn de gumana danûstandinekê bi Rûsyayê re di derbarê çawa hevsengiya
berjewendiyên me û wan pêk bîne de bike û li aliyê din asta tundiyê lewaz
bikeve da ku gelek koçber karibin vegerin warên xwe. Lê ev danûstandin tiştekî
pêk naîne, tenê ger di destpêkê de Rûsya rêzdariya hêza Emerîka bike û ger
Rûsya nas bikin ku lihevkirin pêwîste.
Heta li gorî senaryoyên herî baş li gel têkçûna
“DAIŞ” û windakirina serweriya li ser “Dewletê” dibe ku
hebûna xwe weke komeke terorîst berdewam bike. Îcar El-Qaîdê û komên cîhadîst
ên din winda nabin. Her wiha pirsa duyemîn jî ev e: Em ê çawa xebatên xwe li
dijî cîhadîstên Sunnî berdewam bikin ku komplogeriya xwe li ser Emerîka
berdewam dikin? Divê zelal be ku serweriya Şîayî li herêmê dê bibe sedema
xurtbûna van koman û xizmeta leşkerkirina di welat de û li herêmên Sunnî bike.
Dibe ku razîbûna Emerîka yan qebûlkirina wê hegomoniyê Emerîka veguherîne
armanca mezin a van koman.
Ji ber van hemûyan encameke nayê hezkirin derdikeve û bê
guman Koçka Spî û gelek Emerîkiyên din jî napejirîne. Têkçûna “DAIŞ”
destdirêjiya me di aloziyên Rojhilata Navîn de bi dawî nake. Dibe ku di rastiyê
de vê destdirêjiyê zêde bike. Dubarekirina şerên Îraqê nabe ku artêşeke mezin a
Emerîka li ser erdê were bicihkirin û berdewameke dirêj weke ya dema niha pêk
nayê: dibe ku 5000 leşker li Îraqê, 1000 leşker li Sûriyeyê û 1000 heta 2000 li
Urdunê bêne bi cihkirin. Ji vê yekê bêtir hêza deryayî ya şeşemîn û baregehên
ku em bi riya wan karibin serweriya xwe li ser herêmê ferz bikin.
Ji ber ku Îran hewldanên xwe ya ferzkirina hegomoniyê li ser
giştî herêmê didomîne, komên cîhadîst ên Sunnî jî Emerîka armanc dikin, têkçûna
“DAIŞ” dê para Emerîka di siyasetên hêzan de li Rojhilata Navîn
biguherîne – lê kêm nake.
Elliott Abrams/ Rojnameya El-Xed / komeke pisporan (Foreign Affairs)
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
Rojnameya El-Xed / komeke pisporan (Foreign Affairs)