KURDÎ
No Result
View All Result
  • Anasayfa
  • Haberler
  • Politik Analiz
  • Araştırmalar
  • Makaleler
  • Tüm Bölümler
    • Dizi Yazı
    • Serbest Yazılar
    • Kadın
    • Özgürlük Perspektifleri
    • Editörden
    • MİT Gerçekleri
    • Röportajlar
    • Dış Basından
KURDÎ
No Result
View All Result

ENKS, Daxwaza MSD`ê ya Sûriyeke Demokratîk û Biratiya Gelan Xirap Dibîne

by Lekolin
15 Mart 2020
in Haberler

14 Ağustos 2018 Salı Saat 09:45

NAVENDA NUÇEYAN – Endama Sekreteriya Giştî ya ENKS`ê Fesla Yûsif di daxuyaniya xwe ya di Rûdaw TV de, daxwaza MSD`ê ya Sûriyeke Demokratîk û biratiya Gelan pir xirab nirxand û got: “Danûstandinên wan ên li gel Şamê jî ne ji bo doz û mafên gelê Kurd e.

Endama Sekreteriya Giştî ya ENKS`ê
Fesla Yûsif di daxuyaniya xwe ya di Rûdaw TV de, daxwaza MSD`ê ya Sûriyeke
Demokratîk û biratiya Gelan pir xirab nirxand û got: “Danûstandinên wan ên li
gel Şamê jî ne ji bo doz û mafên gelê Kurd e.

Bertek û daxuyaniyên nakok ên
rêveberên Encumena Niştîmanî Kurdistan a li Suriyê (ENKS) yên derbarê hevdîtina
şandeya rêveberiya Bakurê Sûriyê û rejîma Sûriyê ya li Şamê de berdewam dikin. Endama
Sekreteriya Giştî ya ENKS`ê Fesla Yûsif, derbarê hevdîtinên Meclîsa Sûriya
Demokratîk (MSD) a bi rêjîmê re weke ku qaşo bi mafê Kurdan difikirin û tenê Kurd
di Sûriyê de hene dinirxîne. Yûsif,
di daxuyaniya xwe ya li ser Rûdaw TV de  mafê hemî pêkhateyên di Sûriyê de jiyan dikin
bin pê dike û weke ku pêkhateyên cuda di Sûriyê de nîne dinirxîne û daxwaza MSD`ê
ya Sûriyeyeke Demokratîk û biratiya Gelan xirap dibîne. Hat destnîşankirin ku armanc
ji van daxuyaniyan tenê reşkirina MSD`ê û berovajîkirina rastiyane.

 

Daxwaza Sûriyeyek Demokratîk Tiştek Xirab e?

Daxuyaniya Fesla Yûsif ya di dîroka
12.08.2018àn de li ser Rûdaw TV wiha bû:

“Pirsa Kurd di civîna wan de nayê gotûbêjkirin,
tenê behsa Sûriyeyeke demokratîk û biratiya gelan tê kirin. Danûstandinên MSD`ê
yên li gel rejîma Sûriyê çêdibin ne di asta siyasî û dîplomasî de ne. Tişta em
dizanin berpirsên ewlekariyê yên rejîma Sûriyê ligel wan rûdinin. Berpirsên MSD`ê
bixwe jî di daxuyaniyên xwe de dibêjin ku ew ne nûnerê gelê Kurd in û danûstandinên
wan ên li gel Şamê jî ne ji bo doz û mafên gelê Kurd e. Ew ji bo Sûriyeyeke
demokratîk, biratiya gelan, mafê hemû pêkhateyan dixebitin. Ew ji bo îdeolojî û
sîstema xwe kar dikin.

Ligel rayedarên rejîma Sûriyê derbarê
hevdîtinan de daxuyaniyên wan hatibin weşandin jî, Yûsif îdîa kir ku heta niha
jî bi awayeke fermî hikûmeta Sûriyê ev danûstandin û civîn ranegihandiye û got:
“Bi baweriya min tiştên di civînan de tên gotûbêjkirin di warê xizmetguzariyê
de ne.

 

Daxuyaniya MSD`ê çi bû? 

Hevseroka Rêveberiya MSD’ê Îlham Ehmed derbarê
hevdîtinên bi rêjîmê re hatine kirin de daxuyanî dabû gotibû: “Çareseriya
pirsgirêka Sûriyê bi diyloga Sûrî-Sûrî gengaze. Hevdîtin li ser vexwandina
hikûmeta Sûriyê bû û hejmarek ji dosyeyan hatin guftûgokirin, ji wan dosyeya
destûrî û xizmetguzariyê bûn. Me bi Şamê re li ser pêkanîna komîteyên hevbeş
lihev kir, bo pirsên girêdayî bi sîstema hikûmranî û rêvebirina navçeyên Sûriyê
û bi taybet navçeyên di bin destê me de behs bikin û me ti redkirin ji aliyê
hikûmetê ve derbarê Rêveberiya Xweser a ji navçeyên Kurdî re nedît. Pirsa
radestkirina navçeyên di bin kontrola me de nehat guftûgokirin û piraniya
pirsên di hevdîtina yekem de hatine guftûgokirin, dê di qonaxên bê de bêne rojevê,
bi taybet mafên gelê Kurd û pêkhateyên din di Sûriyê de.

Îlham Ehmed daxwaz ji Rûsyayê kir destêwerdan û
sererastkirina rewşa Efrînê bike û got: “Bi deh hezaran xelkê Efrînê derbider
bûne û divê pirsa Efrînê bi derxistina hêzên tirkî bê çareserkirin. Em naxwazin
Efrîn bibe Lîwa Iskenderon a nû.

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html

0

21

TR
KO

:” ”

:””

” “,” ”

0

21

TR
KO

:” ”

:””

” “,” ”

Daxwaza Sûriyeyek Demokratîk Tiştek Xirab e?Daxuyaniya MSD`ê çi bû?  Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanêwww.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html

Tags: araştırmadaxuyaniENKSkurdiKurdishkurdistanLekolinMSDPDK-STurkishTürkiye
Previous Post

KDP’nin HDP’lilere ‘Eylem ve Etkinliklere katılmayacaksın’ baskısı

Next Post

Halk İnisiyatifi’nden ‘Tarihi Buluşma’ İçin Çağrı

Son HABERLER

Haberler

‘Silahlarımızı Özgür İrademizle İmha Ediyoruz’

Barış ve Demokratik Toplum Grubu’nun...

by Lekolin
11 Temmuz 2025
1.4k
Haberler

Şehba’da Sivil Kurumlar İşgal Edildi; Kadın Öğretmenler Hedef Alındı- HABER ANALİZ

Türk devletinin işgali altındaki bölgeler...

by Lekolin
10 Temmuz 2025
1.4k
Dış Basından

Önder APO’nun Görüntülü Çağrısı Dünyada Yankılandı!

Önder Apo’nun 26 yıl sonra...

by Lekolin
9 Temmuz 2025
1.5k
Haberler

Şam ve İsrailli Pilotlar Türkiye’nin Konya Şehrinde Eğitim Görüyor – ÖZEL HABER

İsrail-İran savaşında kendisini İran’ın tarafında...

by Lekolin
7 Temmuz 2025
1.5k
Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi | Lekolin

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Yorum İlkesi

Takip Et