23 Temmuz 2018 Pazartesi Saat 12:57
Firokeyên
şer ên dewleta dagirker a Tirkiyê bi giranî sînorê 10 gundên navçeyên
Sîdekan li devera Biradost bombebaran kirin.
Li gorî agahîyan, duh êvarê firokeyên
dewleta dagirker a Tirkiyê gundên Xelîfan, Koner, Şoşne, Mezarê Şoşnê, Çiyadîl,
Gerûyê Kewrit, Xakurk, geliyê Xakurkê, geliyê Mixarê û geliyê Reş li devera
Biradost bi giranî bombebaran kirin.
Di heman demê de jî şer û
pevçûnên giran di navbera gerîllayên HPG’ê û artêşa dagirker a Tirkan li sînorê
gundê Çiyadîl derket û pevçûn berdewam dikin. Her wiha tê gotin ku ev herêm ji
alîyê 7 helîkopterên leşkerî yên Tirkîyê ji esman ve hat bombebaran kirin û agir
bi dar û daristanên wê navçeyê ketiye.
Ji ber van êrişên dewleta Tirkiyê heya niha dar
û daristan, bax û baxçeyên gundîyan zererekî mezin ditîye. Her wiha gelek gund
hatine vala kirin û jiyan lê hatiye xilaskirin.
nerazîbuna xwe li dijî van êrîşan dîyarkir û got ‘’Jiyana me li ser Çandinîyê
û xwedîkirina sewalan derbaz dibe, lê ev demeki dirêje ji ber êrişên dewleta
Tirk em nikarin herin gundên xwe karê xwe bikin. Ji ber topbarana dewleta Tirk
gelek zeviyên me zerer dîtine, agir bi dar û daristanên me ketine. Li gundên me
ji derveyî xelkê sivîl tu kesê din nînin. Em dixwazin Hukmeta Herêmê li dijî
van êrişan helwesta xwe diyar bike û ev êrîş werin rawestandin’’.
Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
0
21
TR
KO
:” ”
:””
” “,” ”