07 Ağustos 2018 Salı Saat 06:23
Walîyê Silêmanîyê Heval Ebubekir ji
bo vekirina geştên balafirxaneya Tirkiyê di 5 Tebaxa 2018’an de serdana Bexda
kiribû û bi rêveberê giştî yê balafirxaneyên Iraqê Elî Celîl re civiyabu. Li
gorî agahiyan di civînê de waliyê Silêmaniyê daxwaz ji rêveberê giştî yê
balafirxaneya Iraqê kiriye ku bikevin navbera wan û Tirkiyê de û ji bo vekirina
balafirxaneya Silêmaniyê hewildanên ciddî bikin.
‘BEXDA JÎ NİKARE TİŞTEKÊ BİKE’
Lê endamekî ji rêveberîya YNK’ê ku
nexwest navê xwe diyar bike ragihand ku hewlên wan ji bo asayîkirina peywendiyên
navbera Tirkiyê û YNK’ê de bê encam bûne û Bexda jî nikare ji bo rakirina
dorpêça ser firokxaneya Silêmaniyê zextê li Tirkiyê bike.
‘TİRKİYE Lİ HİNCETAN DİGERE’
Heman çavkanî diyar kir ku, Tirkiye
tenê hincetan digire û bê sedem YNK’ê suçdar dike û da zanîn ku Tirkiye daxwaza
derxistina PKK’ê ji herêma Kurdistanê dike. Çavkanî, anî ziman ku Tirkiye ligel
bi alîkariya hêzên heremî (YNK, PDK) bi salane li hemberî PKK’ê şer dike ew bi
xwe ji nikarin PKK’ê ji herêma Kurdistanê derxin.
Rêveberê Giştî yê Firokexaneya
Navdewletî ya Silêmaniyê Tahîr Ebdullah jî da zanîn ku wan ji bo rakirina
dorpêça Tirkiyê gelek hewildan kirin lê mixabin hikumeta İraqê tu bertekên
erênî nedane heya niha û got: “Gelek xemsarî nêzî mijarê bune. Me di derbarê
mijarê de nameyek taybet ji Heyder Ebadî re şand lê heya niha tu bersiv ji mere
ne hatine dayîn.’’
Hêzên Taybet ên HPG’ê di 4’ê
Tebaxa 2017’an de li navçeya Dukan a girêdayî Silêmanîyê du endamên MİT’ê yên
payebilind ên bi navê Erhan Pekçetîn û Aydin Gunel jî di nav de gelek endaman bi
operasyonekê desteser kiribûn. Ji ber vê sedemê ji Tirkiyê ji Nunerê YNK’ê
Behruz Gelalî xwest ku di nava sê rojande ji Tirkiyê derkeve. Ji vir û şunde
têkilîyên wan xirab bibûn.
0
21
:” ”
:””
” “,” ”
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
0
21
TR
KO
:” ”
:””
” “,” ”
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanêwww.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html