24 Şubat 2014 Pazartesi Saat 08:43
Rojavayê Kurdistanê ji destpêka sedsala 20’emîn ve bûye hêlîna kesayet, tevger û rêxistinên Kurdistanî. Em ji Bedirxaniyan bigrin heya Nûrî Dêrsimî, Osman Sebrî, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistan, xwedîtî ji gelek şoreş û serhildanan re kiriye. Dîsa Rojavayê Kurdistanê di destpêka salên 1980’an de hembêza xwe ji pêşengên PKK’ê re vekir û bi dilgermî ew xwedî kirin.
Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ne tenê bûne hêlînên têkoşerên Kurd, her wiha tevgerên şoreşger yên Turkiyê û muxalifên rejîma Iraqê jî xwe bera nava dilê vê axê dan û vê axa pîroz ew hewandin.
Dibe ku hin ji xwendevanên me bêjin ku ‘ev qedera Rojavayê welatê me ye’ û dibe hineke din jî bêjin ‘nexêr, ev erka me ya neteweyî ye.’ Bi xwe her du nêrînan jî dipejirînim. Welatekî mîna Kurdistanê ku bi sedê salan e bindest e, êş û azarên însanên Kurd jî li kîjan parzemîna cihanê bin, weke hev e û mîna hestî û goşt girêdayî hev e. Lê mixabin di sedsala 21’emîn de, ev rastiya ku hatiye jiyan kirin ji bo hin partiyên Kurd li Başûr û Rojavayê Kurdistanê hatiye guhertin. Ev partiyên mijara gotinê, bê ku li kevneşopiya gelê Rojava binêrin ku çawa ew hembêz kirine û mal û canê xwe kirine qurban ketin nav helwestên erzan û bi yek hevokê keda gelê Rojava ya salan înkar kirin û gotin ‘tişta li Rojava tê jiyan kirin ne şoreş e’. Ji bo em karibin hîn bi zelalî rastiya rêveberiya PDK’ê fêmbikin û em bizanibin çima El Partî, partiya Azadî û partiyên din dijayetiya şoreşa Rojavayê Kurdistanê dikin divê em dîroka wan bi kurtî be jî nas bikin.
Cara yekem li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê di 14 Hezîrana 1957’an de, partiyeke siyasî tê avakirin û kesayetên partî avakirine ev in:
Osman Sebrî, Ebdulhemîd Hec Derwêş, Hemze El Niwêran, Şêx Mehemed Îsa Mele Mehmûd, Reşîd Hemo, Mehemed Elî Xoce, Xelîl Mehemed û Şewket Henan (beriya wê endamê partiya komunîst ya Sûriyê yên şaxê Helebê jî di nava wan de hebûn).
Nûreddîn Zaza Weke Serokê Partiye Hate Hilbijartin
Navê vê partiye, ‘Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê’ bû. Armanca partiyê, wek ‘azadkirin û yekîtiya Kurdistanê’ hatibû diyar kirin. Di vê derbarê de Osman Sebrî digot: ‘Di beşê çaremîn yê rêziknameya partiyê de dibêje ku partiyeke pêşketî û ji bo azadkirinê têkoşîn dike û şerê dagirker û hevalbendên wê dike. Dema ku siya dagirkeriyê bi dawî be û riyên mudexeleya derve bi dawî bên, wê demê partiya me ji bo 400 hezar Kurd ku li Rojavayê Kurdistanê ne, wê rêveberî û pergaleke taybet bixwaze’
Ev yek jî ji bo ku karibe mafên xwe yên siyasî, çandî û civakî bide jiyankirinê ye. Ev tê wateyê nimuneyeke daxwaza otonomî ji bo Rojavayê Kurdistanê li Sûriyê. Lê belê hevalên Osman Sebrî daxwaza yekbûn û serxwebûna çar perçeyên Kurdistanê dikirin.
Lê Osman Sebrî ev nêrîn red dikir û di got: ‘Ev daxwaz li gor şert û mercên herêm û gelê Kurd tê de jiyan dike û di navbera çar dewletan de ye”
Em dikarin bêjin ev nakokiya yekemîn a di navbera Osman Sebrî û hevalê wî de bû. Di sala 1960’an de Osman Sebrî heta dawî ji bo ramana xwe tekoşîn kir, lê hevalê wî hemûyan dev jê berdan. Lê belê di wê demê de, serokê partiyê Nûreddîn Zaza di got ku: “Ev ne partiyeke siyasî ye, lêbelê komeleyeke çandî ye”
Di wê demê de Ebdulhemîd Hec Derwêş jî digot: “Kurdên Sûriyê kêmnetewe ne û li Sûriyê dijîn”
Ev hemû nakokiyên ku em behsa wan dikin bûne sedem ku di nava partiyan de heta roja me ya îro perçebûn bê jiyan kirin.
Kongireya Adarê Ya Sala 1964’an
Endamên partiyê yên wê deme ev kesayet bûn: Osman Sebrî, Reşîd Hemo, Kemal Ebdî, Xalid Meşayîx, Ebdullah Mele Elî, Ezîz Dawûd, Mehemed Mele Elî û 2 endamên yedek Mehmed Mustafa û Mele Mehemed bû. Ji ber nakokî û pirsgirêkên navxweyî û mudexeleya Partiya Demokrata Kurdistanê û Mele Mustafa Berzanî, di kongireyê de biryar tê girtin ku Nûreddîn Zaza, Mehmed Îsa û Hemza Niwêran 2 salan ji partiyê bêne dûr xistin û Hemîdê Hec Derwêş jî 2 salan endamtiya wî bê sekinandin.
Partiya Demokrata Kurd Li Sûriyê
Piştî vê pêvajoyê rewş zêde naye guhertin û sazkirina konferansa partiyê ya sala 1969’an de dikeve rojeva siyasetmedaran. Di vê konferansê de Osman Sebrî bi ‘îxaneta li gel rejîma Îraqê’ tê tawanbarkirin. Di wê demê de Selah Bedreddîn dibe sekreterê partiyê û nakokiyên di navbera wan de her ku diçe zêde dibe. Lê di sala 1970’an de, li ser vî bingehî Mele Mustafa Berzanî wan vedixwîne gel xwe, wana li gel xwe rehîn digre û bi fermana Mele Mustafa Berzanî ‘Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê’ (El partî) tê damezrandin û kesekî bi navê Deham Mîro jî wek serok tê diyar kirin. Lê ya balkêş ew e ku Deham Mîro di pêş de wek serokê desteya çareserkirina nakokiyên nav partiyê hatibû nîşandan. Piştre bi biryara Mele Mustafa bû serokê partiyê.
Berzanî ew endamên Partiyê yên ku 2 salan li cem xwe rehîne girtibûn paşî serbest berdan. Partiya Çepgir hin endamên xwe bi tawana ku tawîz dane Berzanî, ji nava xwe dûrxistin. Di wê demê de kesên ku hatibûn dûrxistin Partiyeke nû bi navê ‘Hizb Iştîrakî el Kurdî fî Sûriye’ (Partiya Sosyalîst a Kurd li Sûriye) bi rêveberiya Salih Gedo damezrandin. Ji ber hin sedem û nakokiyên hundur yên sala 1975’an sekreterê giştî yê vê partiyê tê qewitandin. Lê Selah Bedreddîn ji nû ve partiyekê bi navê ‘Partiya Yekîtiya Gel a Kurd li Sûriyê’ saz dike. Ev partî di sala 1976’an de tê damezrandin. Selah Bedreddîn heta kongireya dawî serokatiyê ji partiyê re dike û piştre Mustafa Cuma partiyê bi rêve dibe.
Partiya Çep jî ji aliyê Îsmet Seyda ve hate birêve birin. Hemû partiyên çep di bin siwanekê de, di nava demekê de heta sala 1978’an hate birêve birin, lê hevûdin tehemûl nakin û perçebûn dikeve nava wan. Ev sîwan bû 5 partî û Fuad Elîko, Hesen Tenurî, Ismaîl Omer û Şêx Alî û hin kesayetên din her yek ji wan partiyên nû avakirin. Lê dîsa kesên ku perçebûn kirin bi hevre yek partiyê ava dikin û wek ‘Partiya Yekîtiya Demokratên Kurd li Sûriye’ bi nav dikin. Ev yek di sala 1992’an de pêk hat. Lê perçebûna van kesan her berdewam kir û her yek ji wan di nava xwe de bûn 3- 4 perçe.
Di Partiya Çep de Îsmet Seyda hewl da ku bi rêveberîya partiyê re di nava partiyê de kombûnekê çêke. Di astekê de bi ser ket û di nava dîroka partiyê siyasî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de tê gotin ku ev pêvajo wek firsenda zêrîn tê bi nav kirin.
Di sala 1982’an de, di encama nakokiyên di navbera Îsmet Seyda ku sekreterê partiyê bû û birazayê wî Sevgat Seyda de perçebûn dikeve nava Partiya Yekîtiya Demokratên Kurd li Sûriye û Sevgat Seyda navê partiyê wek ‘Partiya Şexîlê ya Kurdî’ diguherîne. Lê temenê Partiya Şexîlê tenê 6 sal bû û di sala 1988’an de perçe dibe û vê carê Ebdulbasit Seyda tevlî partiyê vedigere nava Partiya Yekîtiya Demokratên Kurd li Sûriye. Lê piştî sekreterê partiyê wefat dike serokatiya partiyê dikeve destê Yusûf Dîbo.
Di sala 1990’an de Partiya Yekîtiya Demokratên Kurd li Sûriye careke din perçe dibe û Yusuf Dîbo partiyeke din bi heman navî saz dike û heta kongireya sala 1996’an berdewam dike û di kongireyê de Mehmed Musa Mehmed dibe serokê partiyê û beşê din yê perçebûyî bi partiya Yekîtiya Gel re peyman çêdike û navê partiyê dikin Partiya Azadî ya Kurd û serokê wê dibe Xêredîn Murad.
Sekreterê vê partiyê dikarî bi siyaseta xwe ya taybet, ji salên 1990 – 1996’an pêşiya perçebûnê bigre . Lê pişt re kesê bi navê Tahir Sefûk û Ezîz Dawî perçebûnê dixin nava partiyê û bi heman navî partiyeke nû saz dikin. Lê perçebûna duyemîn bi heman navî di sala 1996’an de hate kirin. Serkêşê vê perçebûnê Ezîz dawî ye û navê partiyê bû Partiya Wekheviya Kurd.
Partiya Demokrata Kurdên Sûriyê (El Partî)
Weke di serî de hate gotin ev partî di sala 1970’an de bi destê Mele Mustafa Berzanî hate damezrandin. Lê qedera vê partiyê heman qedera partiyên din yê Rojava bû di warê perçebûnê de. Partiya Demokrata Kurd (El partî) bi heman navî ji aliyê Cemal Şêx Baqî perçe bû. Ji ber serokê partiyê Deham Mîro di sala 1975’an de ji aliyê dewleta Sûriyê ve hate girtin, serokatiya el Partî kete destê Kemal Derwêş û Derwêş heta sala 1980’an dewam kir. Pişt re Şêx Alî û hin hevalê wî perçebûn xistin nava partiyê. Lê her çendî perçebûn di nav partiyê de tê kirin jî nakokî û pevçûnê nava partiyan bi dawî nabe. Di sala 1987’an de Îsmaîl Emo û hevalê wî perçebûnê dixin nav partiyê. Di sala 1997’an de piştî ku sekreterê partiyê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dide kongireya El partî tê li darxistin. Lê heta pêkanîna kongirê nakokiya di navbera Nesreddîn İbrahîm û Suud Mele de li ser serokatiyê didomê. Di wê demê de partî dibe du beş. Beşek Nesreddîn İbrahîm û beşê din Mehmed Nezîr Mustafa serokatiyê dikin, lê belê ji beşê Mehmed Nezîr Mustafa Ebdurehmen Wecîh cûda dibe. Herî dawî serokatiya El partî dikeve destê Ebdulhekîm Beşar.
Reşîd Hemo Daxive
Reşîd Hemo ku yek ji damezrênerê Partiya Demokrata Kurd li Sûriye di nirxandineke xwe de wiha dibêje: “Têkiliyên di navbera me û Cemal Ebdulnasir gelek baş bûn. Radyoya Kurdî li Qahîrê di bin qontirola Fuad Mehsûm de hate vekirin. Wê demê Ebdulhemîd Serac ku wezîrê navxwe yê Sûriyê û berpirsiyarê dosya bakurê Sûriyê bû ji rayedarên Kurdan re dibêje ku eger Kurdên Bakurê Kurdistanê li hember Tirkiyê tahrîk bikin, desteka ku bixwazin wê bê dayîn.
Her wiha Hemo dibêje: “Min jî ji Ebdulhemîd Serac re got ku divê hun jî ji bo me li Şamê kanaleka ragihandinê û çapxaneyekê vekin. Ebdul Hemîd Serac û muxabaratên Sûriyê daxwaza me qebul kir” Lê piştî ku Kurdan helwesta xwe li hember Cemal Ebdulnasir guhert û li gel Partiya Komunîst cihê xwe girtin, Ebdulhemîd Serac û rejîma Sûriyê helwesta xwe li dijî Kurdan guhertin.
Piştî guhertina helwesta Ebdulhemîd Serac û Şamê cara yekemîn nakokî di navbera rayedarên partiya Kurd de derdikeve ser avê. Di navbera Mehmed Îsa û Ebdulhemîd Hec Derwêş li herêma Hesekê nakokî derdikeve û li ser desthilatdariya partiyê li vê herêmê pêş dikeve. Li pişt wan nakokiyan Mele Ebdulhekîm û Mele Ebdulferdî li bajarê Hesekê piştgirî didan Mehmed Îsa û li Qamişlo û Dirbesiyê jî piştgiriya xwe didan Ebdulhemîd Derwêş. Li gor hin şîrovekarên siyasî dibêjin ku nakokiyên îro yên di navbera partiyê Kurd de bingeha xwe ji vir digre.
Agahiyên Kronolojik
– Cara yekê di 14 Hezîrana 1957’an Partiya Demokrata Kurdistan li Sûriyê hate avakirin.
– Di 12 Tebaxa 1960’an de, piraniya rêveberên partiyê ji aliyê Komara Hevbeş (Sûriye-Misir) ve hatin girtin.
– Di sala 1961’an de navê partiyê hate guhertin. Bi vê guhertinê peyva Kurdistan hate derxistin û bû Kurd.
– Di 5 Tebaxa 1965’an Partî tê perçekirin. Yên çepgir û rastgir derdikevin holê. Ev perçebûn di encama nakokiyên di navbera Berzanî û Telebanî de hate kirin. Yên çepgir bi serkêşiya Osman Sebrî û bi piştgiriya Berzanî û yên rastgir jî bi serkêşiya Ebdulhemîd Hec Derwêş û bi piştgiriya Telebanî kar dikirin.
– Di 26 Tebaxa 1970’an de mudexeleya Berzanî tê kirin û lijneyek tê sazkirin ku her du aliyên çepgir û rastgir bigihîne hev, lê ev lijne bi ser nakeve û bi fermana Berzanî rêveberiyeke demî (qiyada merheliye) ji partiyê re tê avakirin.
– Di sala 1973’an de gelek rêveberên partiyê yên rêveberiya demî têne girtin ku bi sedema li hember derketina pirojeya asîmîlesyona kembera Erebî ku di sala 1974’an de pêk hat.
– Di sala 1975’an de bi nakokiyan perçebûna partiyê tê kirin. Partiya Demokrat a Kurd bi serokatiya Hemîd Sîno û ya din bi navê Partiya Demokrat ya Sûriyê bi serokatiya Şêx Mehmed Baqî.
– Di sala 1981’an de Şêx Alî ji partiya Şêx Mehmed Baqî qut dibe û navê wê dibe Partiya Karker yên Demokrat a Kurd li Sûriyê û piştî vê yekê ev partî dibe partiya Yekîtî.
– Di sala 1995’an de di kongireya heftemîn ya partiyê de Kemal Ehmed Derwêş bi piştgiriya Berzanî, dibe serokê partiya Demokrata Kurd li Sûriyê. Di kongireya 8. de ya 30 Nîsana 1998’an de careke din perçebûn çêdibe û bi heman navî du partî didomin. Yek bi serokatiya Nesredîn İbrahîm û ya din bi serokatiya Mehemed Nezîr Mustafa. Perçebûna dawî ya vê partiyê ji aliyê Ebdulrehman Wecîh ji Mehmed Nezîr Mustafa qut dibe û partiyeke bi navê El partî Dimokratî El Kurdî sazdike.
Navên Partiyên Rojava Ku Ji Kevneşopiya Başûrê Kurdistanê Tên
Navên giştî yên partiyên kurd ku ji kevneşopiya Başûrê Kurdistanê û bi taybet PDK tên û niha hebûna xwe didomin.
1- Partiya Demokratên Pêşverû ya Kurd li Sûriye (Ebdulhemîd Hec Derwêş)
Li ser kevneşopiya YNK’ê ye lê niha nêzîkî PDK ye.
2- Partiya Netewî ya Sûriyê (Tahir Sifûk)
3- Partiya Wekheviya Kurd (Nimet Dawud)
4- Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê -Elpartî (Nesredîn Ibrahîm)
5- Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê – Elpartî ( Ebdulhekîm Beşar)
6- Partiya Demokrata El Kurd li Sûriyê (Ebdurehmen Wecîh) yên niha Ebdulkerim Siko û Lezgîn Fexrî
7- Partiya Yekîtiya Demokratên Kurd li Sûriye (Îsmaîl Emo) paşî Şêx Alî, Zerdeşt Mehmed û Hebîb Îbrahîm. Lê sekreterê partiyê yê vê demê Şêx Alî ye. (Ji ber hemû serokên partiyan ji herêma Cizîrê ne di nava vê partiyê de nakokî derket. Vê nakokiyê perçebûnek bi xwe re anî. Beşê partiyê yê Cizîrê serokê wê İsmail Emo piştî İsmaîl Omer Zerdeşt Mehmed serkêşiya vê nakokiyê kişand û beşê Herêma Efrînê Şêx Alî ye. Kesên din yên navê wan hatiye ziman jî bi serê xwe, xwe serokê partiyê ilan kirine. Lê tu têkiliya wan bi hev re nîne û her yek ji wan dibêjin yên rast em in.
8 – Partiya Yekîtiya Kurd (İsmaîl Emo) Fuad Eliko, Hesen Tenurî, Ismail Hemê û herî dawiyê Ibrahîm Biro sekreteriya vê partiyê kirine.
9- Partiya Yekîtiya Kurdistanî (Ebdulbaset Hemo)
10- Partiya Demokrata Kurdî li Sûriye (Cemal Şêx Baqî)
11- Partiya Azadî ya Kurdî (Xêredîn Murad) niha Mustafa Cuma sekreterê vê partiyê ye
12- Partiya Azadî ya Kurdî (Mustafa Oso ye û ji Mustafa Cuma qut bû)
13- Teyar Musteqbel (Meş’el Temo) piştî kuştina Meş’el Temo kar û xebata vê partiyê li ser erdê nema, tenê di warê ragihandinê û li Ewrupa xebata wan tê dîtin.
Encam
Li gor di nexşeya partiyên Kurd tê diyar kirin tu partiyên ku hatine damezrandin û perçe nebûne nîne. Her weha hin partî bi PDK’ê ve û hin partî jî bi YNK’ê ve girêdayîne. Em dikarin bêjin partiyên ku qaşo meylên wan çepgir in û xwe weke çepgir bi nav dikin li pey şopa Deham Mîro ne ku girêdayî Mustafa Berzanî û PDK’ê ne. Partiyên ku qaşo xwe rastgir bi nav dikin û pêşketinê weke reform bi nav dikin, partiyên ku mîrasa xwe ji Partiya Demokratîk a Pêşveru a Kurdên Sûriyê digrin ku serokatiya wê Hemîdê Hec Derwêş dike, ev jî li ser xeta YNK’ê bû.
Lê di dema dawî de her çiqas serok û nûnerê partiyan çûnûhatina Başûrê Kurdistanê (Hewlêr) dikin jî PDK’ê Ebdulhekîm Beşar weke serokê hemûyan dibînê û rolekî wiha daye vî şexsî.
Wekî Din:
– Ji partiyên hatine ziman 13 partî beşdarî Encûmena Niştimanî a Kurd (ENKS) bûne.
– Partiyê kurd yên cihê xwe di Meclis El Wetanî Sûriye de digrin, Partiya Azadî Kurdî û Partiya Yekîtî Kurdistanî û hin kesên weke Selah Bedredîn û Ebdulbasit Seyda ne. Di demên dawiyê de ENKS’ê jî beşdarî hêzên muxalefeta Sûriyê bû ya bi navê Îtîlafa Sûriyê ku navenda xwe li Stenbolê ye.
– Hin partiyên din yên weke Elpartî Dîmoratî Kurdî (Ebdulhekîm Beşar), Teyar Musteqbel, Wîfaq û Hevgirtinê Ciwana ku di heman demê de endamên ENKS’ê ne, dixwestin eniyekê ya hêzên demoratîk saz bikin lê bi ser neketine. Ev kom yekser têkiliya wan bi Tirkiyê û Emerîka re heye.
Dîsa Partiya Azadî ya Mustafa Cuma, Partiya Azadî ya Mustafa Oso û Elpartî ya Ebdulhekîm Beşar yê ‘Yekîtiya Siyasî’ weke eltarnatîfa Desteya Bilind a Kurd avakirin yekser bi telîmata PDK’ê kar dike û xwedî têkîliyen baş bi Tirkiyê re ne.
Adnan Mustafa
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.org – www.navendalekolin.com -www.lekolin.net – www.lekolin.info