11 Şubat 2011 Cuma Saat 08:56
Komeleya Nivîskarên Kurd di roja 14’ê Sibatê de li Amedê bernameyeke Roja Çîrokan li dar dixe.
Bi boneya Roja Çîrokê ya Cîhanê, Komeleya Nivîskarê Kurd li Amedê bi beşdariya nivîskarên wekî Mehmet Çakmak, Sebahattîn Gultekîn û Îsmaîl Dîndar di roja 14’ê Sibatê de li hêwana şaxa Egîtîm-Sen a Amedê bernameyek wê were lidarxistin.
Piştî nîqaşa komeleyê ya derbarê kongreya awarte de –ku hatibû bi betalkirin- û wê di meha havînê ya pêşîn de bi awayekî asayî pêk were, ev bername ya pêşîn e ku ji aliyê Komeleya Nivîskarên Kurd ve tê amadekirin.
Li gorî agahiyên ku bi dest ketiye Komeleya Nivîskarên Kurd bernameyeke gelekî dewlemend a sê mehan amade kiriye
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info