NEXŞEYA ROJHILATA NAVÎN
Dema şerê İsraîl û Hamasê dest pê kir serokê Îsraîlê Beyamîn Netenyahû di axaftinekî xwe de got: “Nexşeya Rojhilata Navîn dê were guhertin.” Piştî vî axavtinê gelek siyasetmedar û stratejîstan diyarkirin ku li Rojhilata Navîn “Şerê Cîhanê ya Sêyemîn” dest pê dike.
Erdogan got; “Em parvekirineke nû, wek Sykes-Pîcot qebûl nakin.”
Îranê ku her roj digot, “Em ê Îsraîlê tune bikin” niha dibêje “Em şer naxwazin.” Hêzên bi wekalet şerê İranê li derve dimeşînin derbeyên mezin ji İsraîlê xwarin.
Welatên Ereban bi “Peymana Îbrahîmî” ve hatine girêdan. Siyasetek ji derveyi berjewendiyên Emerîka û Brîtanya nikarin biafirînin. Amerîka û Brîtanya bê dudilî piştgiriya xwe bi İsraîlê re ragihandin, hêzên leşkerî û çekên giran şandin Rojhilata Navîn.
Diyare pêvajoyeke nû, dîzayneke nû di rojeva hêzên cîhanê de ye. Pêvajo bi serê xwe ne dij, ne jî alîgirê tu hêzekiye. Tişta diyarker ewe ku, kî/ê pêvajoyê çawa dixwîne û çawa xwe hazir dike?
Wek gelê Kurd heger vî pêvajoya nû em baş bixwînin û yekitiya xwe ava bikin, derfetên heyî baş binirxînin teqez em ê biser bikevin. Bi hêza yekitiya neteweyi gelê Kurd vê pêvajoyê pêşwazî bike dê destkeftiyên xwe li her çar parçeyê Kurdistanê qat be qat zêdetir bike.
Dewletên ku bi hişmendiya nijatperest, netewperest û mezhebperest hatibûn avakirin yek bi yek hildiweşin. Li Iraqê rejîma Baasê hilweşiya, li Sûriyeyê Baas di nav tengasiyake mezin de ye. Îran hem di nav xwe de tengasiyên mezin jiyan dike, hem jî di şerê “wekaletê de” şikestinên mezin xwarin. Tirkiye ji bo Kurdan ji holê rake hemû hêza navxweyi û derve bi kar anî, di dawiyê de bixwe lawaz ket û niha di nav tirseke mezin de ye.
Dewleta Tirk bi manevrayên xapînok hewl dide xwe ji bayê guhertinê biparêze. Wisa xuya dike dewleta Tirk di dîzaynkirina Rojhilata Navîn ya nû de tuneye. Dewleta ku xwe wek “Hevserokê Projeya Rojhilata Navîn a Mezin” bi nav dikir, ji erk hatiye dûrxistin. Êdî ne aktore, belkî bixwaze bibe pîyon. Rola xwe ya jeostratejîk û jeopolîtîk wenda dike.
REWŞA JEOPOLÎTÎK AMÛREKÎ XÛRT BÛ DI DESTÊ DAGIRKERIYÊ DE
Tê zanîn dewleta Tirk ji Şerê Cîhanê Yekemîn heta roja îro ji bo Kurdan qir bike, ji cîhanê alîkarî bigire, rewşa xwe ya jeopolîtîk dixist bazarê û bikar tanî. Rewşa jeopolîtîk amûrekî xurt bû di destê dagirkeriyê de. Bi vê şewazê hem ji Sowyet, hem ji Emerîka sûd digirt. Di şerê Suriyeyê de hem bi dewleta Rusan re, hem bi Emerikayê re pêwendî danî. Hemû pêwendiyên dewleta Tirk bi hêzên cîhanê re li ser esasê tunekirina Kurdan bû. Dîplomasiya xwe li dijî mafê Kurdan dîzayn kiribûn. Bi kîjan dewletên cîhanê re hevdîtin bikirana mijara sereke li dijî kurdan alîkarî xwestin bûn. Tirsa hebûna kurdan ewqas ketibû nava dilê wan, di her hevdîtinê de ev tirs didan der. Niha hemû dinya dizanê lawaziya dewleta Tirk di kuderê de ye. Di lîteratura siyaseta Tirkiyê de ji hebûna tirsa Kurdan re dibêjin “Zikê Nerm.” Yanî Kurd zikê nerm yê Tirka ne. Kî bixwaze li dewleta Tirkiyê bide ew ê li zikê nerm ya Tirkan bidin. Dewleta Tirk bi nijatperestiyeke hov “fobîa” bi navê Kurd ji bo xwe ava kir û li gor vê yekê siyaseta hundir û derve birêve bir. Civaka Tirkiyê li gor vê siyasetê dîzayn kir. Hemû sazî û rêxistinên fermî yên dewleta dagirker li ser esasê dijminatiya Kurdan hatin avakirin. Di qada netewî û navnetewî de rêxistinên leşkerî û siyasî, wek Nato-Gladyo li dijî hereketa azadiya Kurdistanê hatin bikar anîn. Komploya 15’ê Şibatê li hember Rêber Apo bi destê Gladyoya ku İsraîl jî di nav de bû pêk anîn. Li dijî gerîlayên azadiyê çekên kîmyewî jî di nav de, hemû çekên qedexekirî bi îcazeya hêzên navnetewî bi kar anîn. Şebeka îxanetê jî di nav de hemû rê û rêbazên qirêj ceribandin. Tecrîda girankirî li ser Rêber Apo meşandin, li Bakur bi deh hezaran welatparêz girtin, êrîş li ser Rojavayê Kurdistanê kirin, lê nikarîbûn gelê Kurd teslîm bigirin an jî tesfiye bikin. Di encamê de gelê Kurd û pêşengên xwe berxwedanek bê hempa nîşan dan û hemû êrîşên dagirkeriyê vala derxistin. Siyaseta qirkirin û talankirinê ya dewleta Tirk îflas kir, dewlet û civak riziya. Siyaseta antîdemokratîk ewqas hov û bêpergal hat meşandin ku, şirîkên dewleta dagirker jî nikarîbûn êdî wan biparêzin. Siyaseta qirkirinê bi berxwedana gel, gerîla û Rêber Apo vala hatin derxistin û li her derê dinyayê hatin teşhîrkirin.
Di encama berxwedanê de her ku çû dostên Kurdan zêde bûn yên dewleta dagirker kêm bûn. Îro li her derê cîhanê ji bo azadiya Rêber Apo dengê azadîxwazan û dostên Kurdan bilind dibe. Hereketa Azadiya Kurdistanê li Rojhilata Navîn bûye aktorekî sereke. Di avabûna Rojhilata Navîn ya nû de ciyê Kurdan û Kurdistana azad vedibe. Êdî nikarin pêşî li vê rastiyê bigirin.
Hêza fikrî, sîyasî, leşkerî ya gelê Kurd gihiştiye wê astê ku bikaribe pêşengtiyê ji çareseriya pirsgirêkên heremê re bike. Neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratîk ne xewneke. Rastiyek û erkekî esasî ye li pêşiya me. “Kurdistana azad, Rojhilata Navîn ya konfederal û demokratîk” li pêşiya me ye.
Ji ber vê yekê bahsa çareserkirina pirsgirêka Kurd dikin. Hawara xwe digînin Rêber Apo. Herkes dizane li Rojhilata Navîn hêza herî dînamîk, şoreşger, ji guhertin û veguhertinê re vekirî û amadeye Kurd in, Hereketa Azadiya Kurdistanê PKK û Paradigmaya Rêber Apo ye.
Bê gûman hêza çareserkirina pirsgirêka Kurd û pirsgirêka Rojhilata Navîn bi Rêber Apo re heye. Di hevdîtina İmraliyê de Rêber Apo ev peyam dabû; “Tecrîd berdewam dike… Şert çi dibin bila bibin hêza min a teorîk û pratîk heye ku ez vê pêvajoyê ji qada pevçûn û şîdetê veguherim qada hiqukî û siyasetê.” Her kesê welatparêz, niştimanperwer, giranî û giringiya van gotinên Rêber Apo dilê xwe de hîs dike pêwîste ala têkoşîne bilindtir bike û asta têkoşîne xurttir bike. Heger em di vê pêvajoyê de hestên xwe, helwestên xwe, hişê xwe û dilê xwe bikin yek teqez em ê biser bikevin. Dagirkerên Kurdistanê di rewşa xwe ya herî lawaz de ne. Ev dewletên dagirker wek “mirovê nexweş” yê dema Şerê Cîhanê Yekemîn e. Li ber hilweşandinê ne.
“Korfamî” karesatan bixwere tîne. (Korfam ji kesên çavê wan dibine lê hişê wan tiştê ku dibine îdraq nakin re tê gotin) Korfam dibînin lê wek nabînin tevdigerin. Dibihîzin lê wek kerr û lalan tevdigerin. Rastiyên hene ji ber ku ne li gorî berjewendiyên wan in ji nedîti ve tên. Reng û rûyê korfam’an tuneye. Ew di nav dinyayeke derewîn de jiyan dikin.
Çavên me, dile me, hişê me ji naskirin û famkirinê re vekirî be.
Hîwa AZAD