Piştî êrîşa çeteyên girêdayên Heyat Tahrîr El Şam (HTŞ) a li ser Helebê di 27’ê mijdarê de dest pê kir û bi ketina Şamê re rejîma Baas û hikumeta Esad a 61 sal hilweşiya, çavên her kesi çû ser vê mijarî û tê meraq kirin gelo HTŞ di wê ast an jî hêzî de bû ku di nava 12 rojan de rejîmeke 61 salin li ser hikume hilweşîn e?
Ji bo vê jî em ê hewil bidin, dosyayekê ku ji 4 xelekan pêk tê, pêvajoya ku HTŞ’ê têde derbas bûye, kiryarên wê, têkiliyên wê yên siyasî, leşkerî û hwd ên bi dewlet û hêzan re, di pêvajoya nû de bandora wê ya li ser welat û hêzên cîran ên derdora Sûriyê çiye, raxînin berçavan.
Piştî Amerîka mudaxeleya Iraqê kir, rejîma Esed erdê Sûriyê korîdorek ji çeteyên El Qaîde re vekir da ku derbasî Iraqê bibin û li dijî hêzên Amerîka dest bi çalakiyan bikin. Lê rejîma Esed piştî dereng be jî fêm kir ku jixwe yê El Qaîdê ava kiriye Amerîka bixwe ye, ev car beravajî raste rast derbarê tevgera çeteyên El Qaîdê yên li seranserê Iraqê û Sûriyê de agahiyên îstîxbaratî kom kir û bi CIA re parve kir. Heta tê gotin ku kuştina serçeteyê El Qaîdê ya Iraqê Ebû Museb Zerqawî bi hevkariya îstîxbarata rejîma Sûriyê pêk hatiye. Ev yek hişt ku El Qaîde bi awayek bi dizî cebheyek li Sûriyê vekir û kete pratîkê. Li ser vê esasî bi boneya tolhildanê di sala 2008’an de li taxa Qezazê ya Şamê de seyareyek bi awayê întîharî teqandin (Di wê demî de Amerîka li Iraqê kesê bi nave Ehmed Şerî bi leqaba Ebû Mihemed Colanî ji girtîgehê dabû berdan û şandibû Sûriyê). Piştre tevgera çeteyên El Qaîdê li Şamê berdewam kirin.
Di destpêka aloziya Sûrî de, bi perspektîfa Fermandariya Giştî ya Rêxistina Qayîdê bi navê Eymen Zewahirî, bi 6 endamên bi navê Salih Hemwî – ji Sûrî, Ebû Mariye Qehtanî -ji Iraqê, Mustefa Ebid Letîf leqeb Ebû Enes-ji Urdinê, Iyad Tibêsî leqeb Ebû Coleyîbîbî – ji Urdinê ku li Filistîne ji dayik bûye, Ebû Umer ji Filistînê derbasî Sûriyê bûn. Di 10.09.2011`an de, bi Ebû Mihemed Colanî re civiyan û raghandina Rêxistina Cebhet Nusra li ser bingeha avakirina Dewletekî Islamî li ser fikir û idiyolojiya cîhada selefî û radîkal îlan kirin. Destpêkê bingeha ku El Nusra xwe lê birêxistin kir, herêma Dêrazorê, Xûta ya Şamê û herêma Helebê bû. Bi berfirehbûna erdên ku ketin bin serweriya Cehhet El Nûsra re, bi xwe re nakokiyên navxweyî anî. Hin çeteyan dixwestin divê dewletek e Îslamî ya radîkal were avakirin, hin alî digotin dive îmara Îslamî ya Sûriyê were îlankirin. Lê plansaziya Ebû Mihemed Colanî cûda bû destnîşan kir ku divê di bin navê El Nûsra ya di Sûriyê de berdewam bikin. Ev yek bû sedem ku Cebhet El Nusra bibe sê beş. Beşek a herî hişk û radîkal, beşek navîn a li ser fikra ku wek e rêxistine El Qaîde û beşeke din jî îslameke nerm tevbigerin. Beşê hişk bi temamî jê veqetiya û jê DAIŞ hat avakirin ku hate asta li dijî Cebhet El Nusra jî şer bike. Beşa navîn jî piraniya wan çeteyên ji dewletên Ereb û biyanî yên wek e Siûdî Erebîstan, Misir, Urdinê, Ozbekîstan, Turkîstan pêk dihatin komên di bin nave Horasedîn, Ensar Îslam, Cebhet El Ozbek û Turkîstanî (Uygur) ne. Beşê nerm jî, piraniya wan ji Sûriyê ku piştî sala 2013’an de nave xwe dane guhertin û kirin Fetîh Şam. Mihemed Colanî bi daxuyaniyeke ragihand ku ew ji bin sîwana rêxistina El Qaîde derketine û ji niha û pê de di bin rêxistina Heyat Tahrîr El Şam (HTŞ) de tevbigerin. Li ser vê esasî herêma Idlibê jî wek e navend hilbijartin.
Ji ber gelek komên çete yên din ên di şerê dijî rejîma Esed ne birêxistinkirî bûn, ev yek hişt ku Îran û Rûsya hakimiyeta wan a li ser Sûriyê xûrt bibe. Li ser vê esasî NATO neçar ma ku piştgiriyê bide hêzekî wek e HTŞ’ê da ku hakimiyeta Îran û Rûsya ya di Sûriyê de sînordar bike. Jixwe hebûna dewleta Tirk a dagirker a di herema HTŞ’ê de li ser navê NATO’yê tevdigeriya. Lê hevkariya îstixbaratî ya HTŞ`ê û NATO di asta herî bilind de dihat meşandin û heta niha berdewame. Ji wan hevkariyan, tespîtkirina cihê Emîrê DAÎŞ`ê bi navê Ebû Bekir Bexdadî, tesfiyekirin û kûştina serçeteyên ku lidijî plana NATO tevger dikir, plansaziya hilweşandina rejîma Esed û tunekirina hebûna Îran û Rûsan a di Sûrî de. Di encamê de, HTŞ`ê dikarîbû plana NATO bi serkeftî pêk bîne.
Her çiqas HTŞ xwe guhertî û nerm bide nîşandan jî lê ji xeta xwe ya îdeolojiya îslama selefî û cîhada radîkal a li ser bingeha El Qaîde hatî avakirin berneda. Jixwe HTŞ di wê ferqê de ye eger dev ji vê xeta selefî û cîhada radîkal berde wê ji hûndirîn ve derbeyek mezin bixwe. Ji bo vê jî ev pirsên esasî derdikevin pêş; HTŞ li ser vê xetî berdewam bike wê hevsengiya di navbêra sîstema dewlet û sîstema rêxistiniya civakî çawa karibe ava bike? Bandor û helwestên dewletên hegemon û dewletên heremî piştî desteserkirina HTŞ’ê ya li Şamê wê çawa be?
Piştî têkçûna rejîma Esed û HTŞ`ê desthilata Şamê xist destê xwe, HTŞ di gelek astengiyên rêxistinî û navdewletî re derbas dibe, ji bo vê yekê gelek zehmtiyên rêxistinî jiyan dike. Her wiha pêve girêdayî zahmetiyê dê ji bo Sûriyeke nû bi rejîma olî an jî şerîatê bimeşîne an jî li gor kozmopolîtîk a Sûriyê wê sîstemek laîk a ku îdara olî û demokrasiyê bimeşîne? Ji bo vê jî niha çavên hemû hêzên navdewletî û heremî li ser vê çavdêriyê dikin û diyar e ku dê her kesek ji aliyê xwe ve mudaxeleyê bike.
KOMÊN BIYANÎ YÊN TEMAMÎ GİRÊDAYÎ EL QAÎDE
Bê guman di şerê vê dawiyê yê ku HTŞ`ê li dijî rejîma Esed pê rabû, komên radîkal yên biyanî di bin navê hêza taybet di despêka êrîşê de bûn, piştî kontrolkirina HTŞ`ê ji Şamê re, ev komên biyanî vegeriyan ji baregehên xwe yên di herêma Idilbê de, mîna bajarê Cisir Şixûr, Cebel Zawiye, Erîha, Ermendaz û Cebel Turkman.
Niha piştî HTŞ`ê desthilata Şamê xist bin kontrola xwe de, zexta yekem ji alî dewletan li ser tê kirin, avakirina artêşekî bê Idiyolojîk ji xelkê Sûrî. Di şopandina mijara zexta dewletan ji bo avakirina artêşa Sûrî ya nû, hate teqezkirin ku ev artêş heman rêbaza artêşa dewleta Libinanê be, bê çêkên giran, tenê parastina Sînorê xwe bike. Hemû komên çete werin helandin, çekên wan ji destê wan were girtin. Komên biyanî ji alî HTŞ`ê de werin helandin an tunekirin.
Li ser vî esasî teqez dibe ku HTŞ`ê di vê mijarê de wê destekdayînê ji MÎT`ê bigire, ji ber ev dosya komên radîkal dervayî MÎT`ê kes nikare çareser bike. Bê guman tê zanin wê MÎT`ê van komên biyanî li gor berjewndiya xwe a dijminatiya Kurdan bikar bîne. di encamê de van komên biyanî di bin navê komên çete li ser sînorê Bakûrê Kurdistanê di kampan de bicih bike, li gorî stratejiya xwe wan li dijî hêza QSD`ê û li çiyayê Başûrê Kurdistanê li dijî HPG`ê bikar bîne. ev stratejî ne nû ye, ji ber MÎT`ê berê ev yek pêkanî ye. Di Lîbya, Kerebax, çiyayê Zap û Metîna û li Rojhilatê Firatê de tecrûbe kiriye.
(XELEKA-2: Bandora hilweşîna rejîma Esed a li ser Îsraîlê, Lubnan û HTŞ wê vê hevsengiyê çawa bimeşîne?)
Mihemed Elî AKIF