Dewleta Tirk a dagirker destê xwe li ser hev dibe û tîne hesabê destdanîna li ser Sûriyeyê dike. Turaniyên faşîst bi coş û kelecan ji “firehbûna” cografîk a Tirkitiyê serxweş bûne. Ala Tirkiyeyê li kelaha Helebê bilind dikin û li mizgefta Emewî nimêj dikin. Li gor wan Sûriye welatê bav û kalê wan e û lazim e dîsa li wan vegere. Hilweşîna rejîma Baasê, derketina Îran û Rûsyayê ji Şamê kêfa wan xweş, çavê wan reş kiriye. “Serkeftina” hêzên cîhadîst wekî serkeftina xwe dibînin. Dema Şam ket destê HTŞ’yê yên ku destpêkê çûn Şamê û ew pîroz kirin dewleta Tirk a dagirker bû.
Tirkiye mîna mirîşka birçî xwe di embara genim de dibîne, xeyalên Osmaniya nû di serê xwe de dibe û tîne. Bi hilweşîna rejîma Baas û vekişîna rejîma Îranê “valatiya li heremê çêbûyî ji bo xwe wekî derfeteke mezin dibîne. Ji wan werî ku Sûriye dê ji wan re bimîne û ew çawa bixwazin ew ê hespê xwe bibezînin.
Dilxwe de dibêje ji kurdan pê ve tu astengî li pêşiya firehbûna min nemaye. Ez wan jî tune bikim, ez ê destê xwe deynim ser hemû dewlemendiyên sererd û binerd ên Sûriyeyê.
Plana dewleta dagirker ew e ku careke din bibe xwediyê cografyaya Osmaniya ruxiyayî.
Hesabên li Enqerê tên çêkirin li sînorên Rojava diqulipin û xera dibin. Ji ber vê yekê pir bi tundî bi ser gelê kurd de tên. Hemû çeteyên DAIŞ‘ê yên kirêgirtî dişîne ser kurdan. Dixwaze bi destê van çeteyên hov gelê kurd tune bike, ji astengbûnê derxîne.
SIWARÊN HESPÊ XELQÊ HER TIM PEYA DIMÎNIN
Dewleta Tirk a dagirker dixwaze ji derfetên ku hêzên navnetewî li Sûriyeyê afirandine sûd wergire û bernameya xwe ya Osmaniya nû pêk bîne. Ji bo vê yekê geh li hespê hêzên navnetewî siwar dibe, geh jî li hespê bi navê cîhadîstên (DAIŞ, El Nûsra, Îxwan, HTŞ, SMO) îslamî yên tundrew siwar dibe. Bi bikaranîna van hêzan dixwaze bigihêje armancên xwe. Lê bi qasî hesabên Tirkiyeyê hesabên hêzên din jî li ser heremê hene. Hesabê gelê Kurd û gelên heremê jî hene.
Yên dixwazin bikevin şûna rejîma Baas, bi aqlê dewleta dagirker a Tirkiyeyê sîstema rejîma hilweşiyayî di bin navekî din de bidomînin helbet emrê wan wê dirêj nebe.
Heger Sûriyeya ku ji nû ve tê avakirin demokratîk nebe, guhê wê ji mafên bingehîn ên gelan û baweriyan re vekirî nebe, nikare xwe li ser piyan bigire.
Sûriya nû pirreng û pirdeng nebe, ji daxwazên gelan re girtî be, dê nikaribe yekitiya xwe biparêze. Xweferzkirinên îdeolojîk, dînî, mezhebî, yekperest û desthilatdariya navendî wê bertekên tund bi xwe re bînin.
Bi dehan salan gelên Sûriyeyê têkoşîna azadiyê meşandin. Li dijî yekperestiya desthilatdariya Baasê li ber xwe dan. Niha grub werin bibêjin “her tişt li gor me be,” bê guman ji aliyê kesî ve nayên qebûlkirin.
NAVENDÎ NABE!
Bêguman pergala Sûriyeya nû wek berê navendî nabe! Heger wekî rejîma Baasê, HTŞ jî bibêje “tenê ez ê dewletê bi rê ve bibim û herkes lazim e li gor min bimeşe” dê rastî bertekên tund yê gelên Sûriyeyê were.
Ji niha ve gelê kurd, durzî, elewî, aliyên sekûler û demokrat rewşa heyî napejirînin û daxwaza parastina azadiya mafên xwe dikin. Li hember polîtîkayên înkar û tunekirinê yên rejîma Baasê, sererastkirineke esasî, pergaleke ku hemû dewlemendiyan di nav xwe de dihewîne neyê avakirin aramî û aşitî li Sûriyeyê çênabe.
Sîstema nû ya ku were avakirin heger sedî sed demokrat nebe, ji federasyon, xweserî û baweriyên cuda re vekirî nebe, daxwazên gelan û baweriyan ji nedîtî ve werin dîtin, mafên bingehîn yê jiyana civakê werin îhlalkirin û îhmalkirin, guman têde nîne ku deriyê şer û aloziyan careke din wê were vekirin.
Sîstema dewleta nû ya li Sûriyeyê ava bibe dê helwestên hêzên navnetewî jî bandor bike. Çavên hemû dinyayê li ser Sûriyeyê ne.
Herkes dişopîne dê hikûmeteke çawa were avakirin. Biqasî ku hêzên cîhadîst û dewleta Tirk dixwazin li gor dilê xwe dewletê dîzayn bikin, ewqas jî hêzên navnetewî dixwazin Sûriyeyê li gor xwe dîzayn bikin.
Heger mirov bifikire ku hêzên navnetewî dê îşê xwe ji Sûriyeya nû neynin û di halê xwe de bihelin ew ê bibe xafleteke mezin. Bernameya hêzên navnetewî bi giştî guhertin û ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn e. Pêwîst e rewşa Sûriyeyê jî di vî çarçoveyê de were destgirtin. Sûriye beşek ji vê dîzayna nû ye.
Tesfiyekirina hêzên Îran û Rûsyayê li heremê dide nîşandan ku hêzên navnetewî di pêkanîna projeyên xwe de bi israr in.
Dewleta tirk mîna keftarên li dora termê riziyayî digere, dixwaze xwe bike şirîkê avakirina Sûrîyeya nû. Hemû hesabê xwe li ser tunekirina Destkeftiyên Rojava dike. Ji bo kurdên Rojavayê di qirkirinê re derbas bike çi ji destê wê tê dike. Ji roja ku Şam ketiye destê HTŞyê ve û heta niha dewleta tirk ji Şamê derneketiye. Ew dixwazin pergala Şamê ya siyasî, civakî û leşkerî li gor xwe ava bikin, bimeşînin û li dij gelê kurd bi kar bînin.
Lê rastiyek heye şirîkên dewleta Tirk yên li Şamê hîna di lîsta terorê de ne. Hemû dinya bi şik û guman li van grûban dinêrin. Di aliyekî de pêwendîyê bi HTŞyê re çêdikin lê di aliyê din de tedbîrê xwe yê siyasî jî digirin. Amerîkayê biryara ambargoya li ser Sûriyê heta 2029‘an dirêj kir. Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar ji rojnameya Jerusalem Post re wiha got: “Ev komeke terorîst a ji Îdlibê ye ku Şam xistiye bin kontrola xwe. Cîhan wan wekî hikûmeteke nû û bi îstiqrar dibîne lê armanca wan tenê ji bo hêsankirina vegera penaberan e. Ev rejîmeke Îslamî ye.”
Di vê rewşê de careke din tê dîtin ku li Sûriyeyê pêvajoya guhertin û veguhertinan bi dawî nebûye. Heger bernameya avakirina rêveberiya Sûriyeya nû pirreng û pirdeng nebe, ji demokrasiyê re vekirî nebe, wê aloziyên mezin derkevin.
Nimûneya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikare bibe modela bihevrejiyankirina gelan. Pergala netewa demokratîk dikare hemû Sûriyeyê hembêz bike çareseriyeke wekhev û azad ji bo gelên heremê biafirîne.
Li şûna ku kurd û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxwaza mafê xwe ji Cîhadîstên Şamê bikin projeya ku demokratîkkirina Şamê jî digire nav xwe pêşkeşî gelan bikin dê zêdetir encam bigire û serkeftî be.
Piraniya gel ji hatina cîhadîstan ne razî ye. Herroj li kolanên bajarên Sûriyeyê ji bo ku wekî wan nafikirin û jiyan nakin însan tên kuştin. Ji ber vê yekê gel û baweriyên cuda di nav lêgerînan de ne. Wê bixwazin bi pergala netewa demokratîk re jiyan bikin. Ji bo vê ew ê bixwazin bi kurdan û hêzên ku kurd pêşengtiya wan dikin re lihevkirinan çêkin. Dibe ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibe projeyeke esasî ji bo hemû gelên Sûriyeyê. Kî dizane?
Hîwa AZAD