Hêzên hegemon ku ji bo serweriya giştî cîhanê bike destpêkê sîstema netew-dewletê di Rojhilata Navîn de ava kir, di roja me ya îro de ji bo derbaskirina xitimandina xwe sîstema ava kiribûn hêdî hêdî ew bixwe rûdixînin. Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de dewleta Tirk a dagirker hate avakirin, Şerê Cîhanê yê Duyemîn de jî Îsraîl hate avakirin û di Şerê Cîhanê Sêyemîn de jî hegemonya Îsraîlê berfirehtir û pêş dixin.
Di rûxandina dewleta Sûriyê re, her çiqas dewleta Tirk a dagirker pesin û propagandayê dike ku wê rûxandiye dike jî, lê ev yek tenê propagandaye. Ji ber ku di vê mijarî de her çiqas Îran derbeyek mezin xwaribe jî Tirkiye jî derbeyek mezin xwar û xuyaye dê hê jî bixwe.
ZAROKÊ NESEQIRÎ YA NATO’YÊ JI NIHA Û ŞÛNDE DÊ ÇI BIKE?
Li vir pirsa girîng; zarokê neseqirî ya NATO’yê dewleta Tirk ku her tim û her cûre piştgiriyê digirt, êrîşê derdorê dikir, pêlîstokên wê ji destê wê hatiye standin dê ji niha û şûnde çi bike? Dewleta Tirk a dagirker ji roja ku ketibû NATO û têkiliyekê bi Yekîtiya Ewropa (YE) re hebû, kesî dengê xwe ji kiryarên wan re nedikir. Dewleta Tirk bi alikariya wan hêzan li gor siyaseta wan dimeşiya, bi saya vê di hêla siyasî, dîplomasî, aborî û leşkerî de pir qezanc dikir. Lê di roja me ya îro de ango di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de rola Îran û dewleta Tirk a dagirker li Rojhilata Navîn nema, erk û rolê dabûn wan bi dawî bû. Ji ber ku ji vir û şûnda li Rojhilata Navîn çi pêş bikeve dê bi Îtîfaqa Îbrahîmî ango tifaqa di navbêra Îsraîl û Ereban de wê pêş bikeve. Di sala 2024’an de rojeva avakirina NATO’ya Ereban jî bi vê rastiyê ve girêdayî ye. Ji ber ku ev yek di heman demî de sermayeya Ereb û Cihuyan gihandina hev û bi vê îtîfaqî re hem sermaye digihêjîne hev û hem jî rolê ku berê dabûn Îran û Tirkiyê niha ew rol dane Îsraîl û Ereban. Di nav dewletên Ereban de yê bi vê rolî rabe jî Siûdî Erebîstan e. Berê Misir li pêş bû, ji vir û şûnda dê Siûdî Erebîstan bidin pêş û rolê ku berê Misirê dilîst dê ew bilîze.
MIJARA RIYA ENERJIYÊ ÎTÎFAQAN SERÛBIN KIRIYE!
Bêguman ev rewş encama xitimandina pergala modernîteya kapîtalîst e û ji bo derbas bikin jî di nava hewildana derbaskirina vê xitimandinê de ne. Ji ber wê jî pergala modernîta Kapîtalîst niha li Rojhilata Navîn bi avakirina hin tifaqên balkêş pêvajoyek nûh daye destpêkirin. Ger bi baldarî bê temaşekirin, berê li dijî Îsrailê cepheya Ereban ya ku dijî Îsraîl disekinîn hebû, niha ew hemû têk çûn. Kes niha dengê xwe nake, ji ber ew tifaqên berê hemû têk çûn. Ev serdemeke ku pir gûhertin çêdibin, guhertinên bingehên li Rojhilata Navîn çêdibin in.
Şerê Cîhanê yê Yekemîn li ser pergala Modernîta Kapîtalîzm ku çewa çavkaniya enerjiyê, xeta enerjiyê bi dest bixe pêş ket. Ew xet li ser Hindistan û Ewrûpa hate avakirin. Di Şerê Cîhanê ya Duyemîn de pirsgirêk li pêşiya wan, derfetê ku di şerê cihanê yê yekemin ketibû destê Almanaya hebû, ji vê ders derxistin û hewl dan vê xeta enerjî di ser İranê re derbas bikin. Sedema ku Hîtler êrîşî Rûsya kir ew bû ku, xeta Qafqasiya bi dest bixe û xwe bigihîne Azerbaycanê û ji wir re xwe bigihîne Hindistanê ji bo ku çavkaniya enerjiyê bi dest bixe. Li İranê li milekê hegemonya İngîltere û li milê din Sovyet hebûn, Îran di nava xwe de parve kiribûn. Li wir li dijî Almanya cepheyek vekirin. Bi erkdarkirina şahê İranê xwestin ku Almanya sînordar bikin. 1970’yan de dema ku dîtin Şah weke tê xwestin nikare daxwazên wan pêk bîne, mudaxele kirin, li Îranê tevlîhevî çêkirin û Şahê İranê Riza Şah derbasê Misirê kirin, jê re gotin ‘li wir be heya ku aloziyên li Îranê bisekine’, piştrne Xûmeynî hate amadekirin û derbe li Îran pêş xistin. Ya Xumeynî ji Firansa li balafirê suwar kirin anîn danîn Îranê, di roja me ya îro de jî heman tişt li Sûrî jî kirin. Ya Beşar Esed birin Rûsya û ya HTŞ-Colanî riya wê vekirin anîn Şamê. Şerê ku li qada Iraq û Sûrî pêşket ji bo her dewletê zirarên mezin çêkir.
PÊŞKETINA TEVGERA AZADIYÊ YA NATO’YÊ TIRSAND!
Piştî hilweşîna Yekîtiya Sowyetan, Tevgera Azadiya Kurdistanê ku cara yekemîn e tevgerekî bê piştgiriya hêzên derve derketibû ser dikê, bi taybet gelê Kurd û civakên Rojhilata Navîn ên bindest hêviyekê pir mezin pêve girêdabûn. Tevgera Azadiyê ku li Bakurê Kurdistanê bi çalakiyên gerîlayan coşek mezin dida civakê, di pîrozbahiyên Newroza salên 1990’î û şûnde berxwedanekê giranbûha li dardixistin û ev coşek teyisandina xwe li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî dikir. Ev pêşketina Tevgera Azadiya Kurd ya NATO’yê çavtirsandî kir û li ser vê yekî di sala 1992’an de bi destê dewleta Tirk a dagirker ya PDK’ê li hember gerîlayên azadiyê da şerkirin. Di esasê xwe de ev mudaxeleya NATO bi xwe bû. Ev yek heya Komploya Navneteweyî ya li ser Rêber Apo hat û ev yek ji bo bi temamî ji holê bê rakirin, her berdewam kir. Em ji vê yekî re dikarin bibêjin ku çewa me di beşa yekemîn de anîbû ziman Şerê Cîhanê ya Sêyemîn bû şerê navbêra xeta Modernîteya Demokratîk a ji aliyê Rêber Apo ve hatiye afirandin û Modernîteya Kapîtalîst a ku NATO-Amerîka pêşengtiya wê dike ye. Lewra baş dizanibûn ku ger ev xet di Kurdistanê de serwer bibe dê di tevahî Rojhilata Navîn de serwer bibe û belavê cîhanê bibe. Ev hewildana mudaxeleyê heya roja me ya îro jî berdewam dike.
Bêguman ji vê pêvajoya ku em qala wê dikin, dewleta Tirk ji bo qirkirina Kurdan temam bike êrîşên xwe xûrtir kir û jê sûd wergirt, her wiha Îranê jî ji vê pêvajoyî pir sûd wergirt. Lewra heya demên dawî jî hewil da plana xwe ya Hîlala Şîa di Rojhilata Navîn de berfireh bike û serweriyek giştî çêbike. Îranê wisa dizanî siyaseta ku dimeşîne siyasetek serkeftî ye, ji bo wê jî ev yek bi Îranê re serxweşiya serkeftinê çêkir û difikirî ku ew dê karibe di Rojhilata Navîn de pêngavên pir mezin bavêje. Lê tenê ji şer, krîz û qaosên derketibûn holê û piştî hilweşîna Sowyetê valatiyên çêbibûn tenê sûd jê wergirtibû. Ev rastî di dema kuştina Qasim Silêmanî ya sala 2019’an de derket holê. Lewra bûyera kuştina Qasim Silêmanî ne bûyerek ji rêzê bû, ev bûyer di Rojhilata Navîn de pêvajoyek nû da destpêkirin. Bêguman beriya wê de jî şerek hebû lê bi kuştina wî re ev şer ket merheleyeke nû û êdî pir bi lez birêve çû.
Dema ku Sovyet belav bû Amerîka, Projeya Rojhilata Navîn a Mezin xiste rojevê û xwestin bi vê projeyî Rojhilata Navîn ji nû ve dizayn bikin û li ser vê esasî cîhanê rêxistin bikin. Ev projeya ku ji bo dîzayna nû ya Rojhilata Navîn pêş bixin bi salane ser kar dikin û di encama wê de gavên ku niha tên avêtin û şerê tê kirin jî ji bona şekildayîna Rojhilata Navîn û cihanê ye. Weke Şerê Cihanê yê yekemin û dûyemîn Şerê Cîhanê yê Sêyemîn jî navend Rojhilata Navîn e.
PÊŞÎ YA ERDOGAN PIVDAN PIŞTRE BI DESTÊ ÎSRAÎLÊ TEQANDIN!
Berî êrîşên Îsraîl a li ser Filîstîn dest pê bike, hêzên hegemon pir hêzên xwe li Rojhilata Navîn bi taybet ser xeta Behra Spî zêde kirin. Ji bo plana xwe ya di mijara enerjiyê bidin destpêkirin, ya hikumeta AKP-Erdogan pivdan û wî wek e alîkarê serokatiya Projiya Mezin a Rojhilata Navîn dan nîşandan û bi destê wî bi riya Hamasê êrîşê ser Îsraîlê dan destpêkir. Bi vê awayî ji bo Îsraîlê hincetek dane avakirin. Ango ya Erdogan di vê mijarî de dan şixûlandin. Ev yek li hesabê Tirkiyê jî dihat ku dixwestin bi Hamasê plana enerjiyê ya li ser Hîndîstan û Îsraîlê deras dibe asteng bike. Lê Îsraîlê destpêkê derbeyek mezin li Hamasê da, piştre Hizbûllah û herî dawî jî li Sûriyê da. Îsraîlê bi vê hemlê nehişt ku dewleta Tirk li gor dixwaze wan riyan ava bike. Ji aliyek ve gotin di cih de be van hêzên hegemon di serî de Amerîka pêşî ya Erdogan pivdan piştre bi destê Îsrailê ew teqandin.
Ev mijara riya enerjiyê ya Rûsya û Çînê jî aciz kiribû. Ew jî dixwestin ku bi temamî xeta enerjî li ser Rûsya re derbasê Avrûpa be, lê NATO mûdaxele kir û şerê Ukrayna derxist û bi şêwazî pêşî lê girt û nehîşt ku ew xet bê meşandin. Piştî wê xwestin ji Azerbaycan û Ermenîstan re wê korîdorê vekin, lê ew jî hate astengkirin. Tekane riyek ma, ew jî rêya Hindistan û İsraîl bû. Ev rewş darbeyek mezin ji Tirkan re bû. Lewra hem ji ber têkiliya Tirkiye ya bi Rûsya re xweş bû ber bi xirabûnê ve çû û hem jî ew tifaqa ku dê riya enerjiyê ya li ser Iraqê pêş bixin ber bi têkçûnê ve diçe. Plana ku li dijî Erdoğan şûxilandin heman plana ku berî wê li ser Kuweytê ceribandibûn. Ji bona mijara behra spî Erdoğan bi karanîn, ji bo van Sûrî jî Erdogan bi kar tînin. Ger ew hamle Îsraîl kiriba di navbêra Îsraîl û Ereban de nakokî derketibûya. Lê ji ber bi Erdogan dane kirin ew bertek û nakokiyên dê li dijî Îsraîlê hatibûya kirin asteng kirin.
Destpêkê Erdogan û dewleta Tirk derveyê her tiştî hiştin, heya ku Îsraîl derbe li Hûzbilah xist û Hizbulah hêza xwe ji Sûrî kişand û Sûrî di holê de ma. Piştre agirbest li Lûbanê ragihandin û berê xwe dan Sûriyê. Di serî de İstîxbarata İsraîlê çû Tirkiyê û hevdîtin çêkir, pişt re wezîrê parastinê yê İngilîzan çû Tirkiyê, şûnda jî Generalê Sekreterya NATO çû piştî wê êrîşa HTŞ’ê li berameberê Sûrî destpêkir. Êrîşa HTŞ’ê li Sûrî destpêkirina wê di 27’ê Mijdarê de bû û di heman rojî de êrişa dewleta Brîtaniyan li ser navend û komeleyên Kurdan kirin û gelek kes hatin girtin. Di heman dîrokê de HTŞ’ê xistin tevgerê ji ber ku ev hemleyek li dijî Tevgera Azadiya Kurd bû. Siyaseta Rojhilata Navîn niha ji aliyê Brîtaniyan ve tê meşandin. Her çiqas di pratîkê de Amerîka û Îsraîl xuya bikin jî esas vê şerî birêve dibe Ingîlîz in. Di şerên cîhanê yên yekemîn û duyemîn de jî Brîtanya heman şêwazî tevlî bibû. Ji ber ku di rewşên wiha de Îngîlîz xuya nakin lê her tişt ji aliyê wan ve tê meşandin.
Lê rastiyek jî heye ku geşedanên ku niha li qada Sûriyê diqewimin HTŞ û Colanî bi vê halê xwe dom bike dê nikaribe ji qalibê komek radîqal a ku teng difikire derbas bike. Li gor xuya dike ji ber Îsraîl parastina Modernîteya Kapîtalîst a di Rojhilata Navîn de dike û karibe hakimiyeta Amerîka û Îsraîlê di heremê de pêş bixe, çawa li dijî Rejîma Baas bû heman wisa li dijî HTŞ’ê ye jî. Em dikarin bibêjin yek ji sedema wê ya esasî ku dixwaze dewleta Tirk a dagirker di heremê de xwe belav bike û ya din jî tirseke ku Tevgera Azadiyê li ser esasê Modernîteya Demokratîk di tevahî heremê de pêş bikeve ye.
Ji EDÎTOR
Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê