Di encama destwerdana 20’ê Adara 2003’yan li Iraqê rejîma Baasê bi pêşengiya Amerîka, Brîtanya û hezên koalisyonê ve hate ruxandin û Sedam Hisên 5’ê Mijdara 2006’an de ji ber tawanên şer hat dadgehkirin, sucdar hat dîtin û hat darvekirin.
Piştî destwerdana hêzên hevpeyman li ser Iraqê rejîma Baasê hilweşiya Iraq ji nûve hat sazkirin. Iraq ji dewleta navendî vegûherî dewleteke federal ku di nav de neteweya Kurd û Ereb bi hev re jiyan dikin û mafên wan yên bingehîn di destura nû de hatiye parastin. Dewletên navnetewî, bi navê ew “demokrasî û azadî” tînin heremê bi pêşengiya hêzên koalîsyonê destûr amadekirin û dewleteke federal a ne navendî li Rojhilata Navîn avakirin.
ALOZIYA IRAQÊ HERÎ ZÊDE KÎJAN HÊZ KUR DIKIN?
Ev destwerdan û avakirina dewleta nû ya li Iraqê yekem pêngava hilweşandina peymana Sykes-Pîcot bû. Hêzên navnetewî bi destê xwe netew-dewletên ku di şerê cîhana yekemîn de ava kiribûn xerakirin. Ev bûyera wisa dida diyarkirin ku pergala netewdewletên hişk li Rojhilata Navîn gihiştine dawiya temenê xwe. Dewletên din a wê li gor paradîgmaya nû xwe bigûherînin û li gel rewşa nû bigûncînin, yan jî ew ê di statukoparêziyê de israr bikin û hilweşin. Peyam bi hilweşandina rejîma Baas ya Iraqê û niha jî ya Sûriyê ve pir zelal û vekiriye. Îran û Tirkiye du dewletên ku pêwîstiya wan ji van bûyeran ders werbigrin heye.
Bêgûman rejîma Baasê rejîmeke dîktator û qirker bû! Lê divê neyê jibîrkirin rejîma qirker û dîktator di bin siya Amerîka û Ewrûpayê de mezin bibû. Çavkaniya pergala ku dewleta Iraqê li ser hatibû avakirin argumanên teorîk û polîtîk yên modernîteya kapîtalîst bi kar dianîn. Yanî Sedam û yên wek wî zarokên hişmendiya netew-dewletê bûn ku li Ewrûpayê ji dayik bibû.
Tawanên rejîma Baasê li dijî mirovahiyê, wekû kîmyabarana Helebçe, komkujiya Enfalê, qirkirina li ser şîa’yan bi erêkirin û rewakirina hêzên navneteweyî pêk dihatin. Mezinbûna rejîma Baasê û dîktatoriya Sedam Hisên bi destê hêzên Ewrûpayê bûn. Di şerê Îran û Iraqê de (1980-1988) Amerîka û Ewrûpa piştgiriya rejîma Baasê û Sedam dikirin. Dema tawanên li dijî gelê Kurd û Erebê Şîa dihatin kirin, wek Enfal, kîmyabarana Helebçe û qirkirinên komî deng ji wan hêzan dernediket. Lê dema ku Sedam bi armanca bidestxistina heremên petrolê xwest Kuweytê dagir bike Ewrûpa û Amerîka hatin ser xetê û gotin bisekine!
PÊŞÎ DÎKTATORIYAN AVA DIKIN PIŞTRE JÎ LI GOR BERJEWENDIYÊN XWE HILDIWEŞÎNIN
Dema ku Sedam û Hikûmeta Baasê êdî li pêşiya berjewendiyên Amerîka û Ewrûpa bûn asteng wê demê bi propagandayên şerê taybet Sedam Hisên û Hikûmeta Baasê wek dîktator û tawanbarê şer îlankirin û ji desthilatdariyê xistin.
Taybetmendiyeke hêzên emperyalîst ewe ku pêşî dîktatoran mezin dikin, piştre ji bo destwerdana xwe rewa bikin wan dîktatora dikin qurbanê pergalê. Wekî ku rejîmên nexweş û dîktator ne encama hişmendiyên wan in tevdigerin.
Ji bo meşrûyeta destwerdanên eskerî û sîyasî pêwîstiya hêzên serdest bi çekirina dîktatoran heye. Ji ber ku hêzên navnetewî bi çêkirina kaosê xwe li ser piyan digrin. Heger tevlîhevî û kaos tunebe pêwîste tevlîhevî û kaos werin avakirin. Bi teknîk û amûrên paropagandayê avakirina qehreman û dîktatoran ji bo hêzên emperyal ne karekî zahmete. Dema li hesabê wan neyê dikarin gelên azadîxwaz û rêxistinên wan ên şoreşger bixin lîsta terorê û terorîst îlan bikin. Lê dema ku li hesabên wan were dikarin bermayiyên wek DAIŞ’ê, grupên wek Talîban, tundrewên wek HTŞ û kesên qirker yên wek Colanî jî bikin şoreşger!
Ji bo van hêzan îstiqrar di hebûn û kurkirina kaosê de ye. Li cem wan kaos îstiqrar e! Li ser hebûna kaosê dikarin jiyan bikin û siyaseta mijokdariyê birêve bibin. 22 sal li ser destwerdan û ruxandina rejîma Baasê re derbas bûn, Iraq hîn jî negihiştiye ‘aramî û aşitiya nav xwe.’ Şer û pevçûn, nakokiyên mezhebî, qewmî hîn jî berdewam dikin.
Guhertin di dewletê de tenê di asta desthilatdariyê de çêbû. Elî çû Welî hat! Guhertin di hişmendiya desthilatdarî û rêveberiyê de pêknehat. Rêber Apo bahsa şoreşa hişmendiyê dike, dibêje “heta ku di hişmendiyê de” şoreş çênebe, şoreşa çandî dê pêk neyê, civaka exlaqî û polîtîk neyê avakirin dê pirsgirêkên desthilatdarî û nexweşiyên ku bixwe re tîne berdewam bikin. Li cîyê ku pirsgirêkên zîhniyetê neyê çareserkirin pirsgirêkên sîyasî û civakî dê xwe dubare bikin.
Şîayên ku di bin desthilatdariya Baasê de dihatin perçiqandin piştî hilweşîna rejîma Baasê bûne desthilatdar. Gelê Kurd bi têkoşîna dehan salan û bi berdelên pir giran azadiya xwe bidestxistin û bûn xwedî statuya sîyasî. Lê mixabin cewherê desthilatdariyê negûherî. Gotina “desthilatdarî bikeve destê mirovê herî baş wê di nav 24 saetan de bibe kesê herî xirab,” careke din rast derket. Heger hişmendiya demokratîk, rêveberî û saziyên civakan yên xwe ji nexweşiyên desthilatdariyê biparêzin tunebin, pergala desthilatdariyê wê despotên nû biafirîne.
Rexmê ku di çawaniya (nîtelîk) dewleta Iraqê de guhertin pêkhatin, (ji dewleta navendî derbasî dewleteke Federal bû) lê di hişmendî û pratîka rêveberiyê de refleksên wek dema Baasê berdewam dikin. Nijadperestî, mezhebperestî hîn jî bi awayekî xurt xwe nîşan dide.
Şêwazê birêxistinkirina dewleta Iraqê di aliyê destûrî de rê nade ku aliyekî tenê bikaribe hêz bigre destê xwe û hikum li giştî bike. Ji bo birêvebirina dewletê konsensuseke civakî, siyasî pêwîst dike. Li şûna ku bi şewrên demokratîk di navbera pêkhateyan de danûstandin û lihevhatin werin çêkirin, çavbirçitiya bila desthilat ya min be tevdigerin. Ev jî dibe sedem ku grûb û aliyên siyasî xwe bispêrin hêzên derveyê Iraqê. Xwe spartina hêzên derve pirsgirêkên heyi kurtir dikin û rê li pêş nakokiyên nû vedikin.
Guhertina rejîma Baas wek tê gotin aşitî û aramî neanî Iraqê. Berovajî, şerê desthilatdariyê di navbera aliyên siyasî de gurtir kir. Tunebûna hişmendiyeke demokratîk, hevdu qebûlnekirin, pêşxistina mezhebperestî û nijadperestiyê wisa lê kir ku hêzên derve destwerdanê li ser civak û siyaseta Iraqê bikin. Hem grûpên di nav Iraqê, yên ku dixwazin xwe bikin hêz, hem jî dewletên cîranên Iraqê wek Tirkiye û İran di bêîstiqrarkirina heremê de gihiştin hev.
Komên Şîa xwe nêzîkî dewleta Îranê kirin. Îran li ser pişta wan koman destwerdanê li ser siyaseta Iraqê dike. Îran bi rêya van koman li Iraqê bi bandor dibe. Piştî 2003’yan Îran bi awayeke pir aktîf ket nav siyaseta Iraqê. Ji aliyê siyasî, heta aliyê leşkerî û aborî Îran di nav dewleta Iraqê de pir bi hêz û bandor bû. Di avakirin û hilweşandina hikumetên Iraqê de Îran bû xwedî hêzeke esasî. Piştî 2003’yan li Iraqê çend hikumet hatibin avakirin, rola dewleta İranê di avakirina hikumetan de diyarkere. Ji ber vê yekê gelek caran Îran û hêzên din ên li ser Iraqê xwe xwedî gotin dibînin tên beramber hev. Ji ber vê yekê Îsraîl û Amerîka piştî Sûriye û Lubnanê hewl didin ji Iraqê jî hêzên Îranê derxînin û bandora Îranê li ser Iraqê kêm bikin.
Li ser Iraq a ji hêz ketî, Iraqa ji nexweşî û destwerdanên derve re vekiriye dewleta Tirk jî dixwaze sûd bigre. Ji bo ku bikaribe Iraqê kontrol bike tevdigere. Di nav bajarên Iraqê de bi taybet li Kerkuk û Mûsûlê rêxistinên girêdayê xwe yên wek sîyasî û leşkerî ava kiriye. Li Başûrê Kurdistanê jixwe bi alîkariya PDK li gelek deveran bi cih bûye. Li çiyayên Başûrê Kurdistanê bi alîkariya PDK’ê di bin navê li dijî şerê PKK’ê xwe bi cih dike. Her çend dewleta tirk hebûna xwe ya li Iraq û Başûrê Kurdistanê bi hinceta şerê li dijî PKK’ê bi nav bike jî, armanca wan ya esasî dagirkirina giştî Kurdistanê û pêkanîna xeyala mîsak-i mîlî ye.
Wek dewleteke berdewama Osmaniyan Tirkiye, Iraqê beşeke milkê xwe yê ji dest çûyi dihesibîne. Ji ber vê yekê siyaseta mîsak-i mîllî tim di rojeva wan de ye. Di stratejiya siyeseta xwe ya kontrolkirina heremê de ji bo bigihêje armanca xwe rê û rêbazên cûrbecûr bikar tîne. Li ser esasê dijayetiya Kurdan bike, rêxistinên tundrew yên wek DAIŞ, îxwan, Erebên sune li dora xwe kom dike, Tirkmenên Iraqê dixe bin xizmeta armancên xwe û ji bo dagirkeriyê tevdigere.
Hîwa AZAD