• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Nûçe

Li Pişt Perdê Tiştên Ku Li Gundê Aşmê Qewimî – NÛÇE TAYBET

NAVENDA NÛÇEYAN - Herêma Kobanê ku hertim bûye mijara nîqaşan, çeteyên girêdayî MÎT’ê yên SMO û komên cîhadîst ên di nava HTŞ’ê de li gundê Aşmê fitîleya provokasyoneke nû vêxistin. Em wekî malpera Lekolin.org pişt perdeya bûyerên li gundê Aşmê aşkere dikin.

Yayınlayan Lekolin
12 June 2026
Kategori: Nûçe
254 2
A A
Li Pişt Perdê Tiştên Ku Li Gundê Aşmê Qewimî – NÛÇE TAYBET
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Wekî ku tê zanîn, di 10’ê Hezîranê de di demên nîvro de, şivanekî ji gundê Aşmê û şivanekî ji gundê Cehdê dema ku pez xwedî dikirin, bi hev ketin. Pişt re şivanê ji Cehdê çû ba hêzên ewlehiya navxweyî yên girêdayî HTŞ û SMO û li ser şivanê Aşmê îdiayên bêbingeh kir û gilî kir. Çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên SMO û komên cîhadîst ên di nava HTŞ’ê de vê yekê weke hinceteke êrîşê bi kar anîn û serî li gundê Aşmê yê ku piraniya niştecihên wî Kurd in, dan.

Di heman rojê de saet 22:00’an de, van komên çete yên ku provokasyonê derdixistin, xwestin bikevin gundê Aşmê, lê gelê gund li hemberî wan berxwedan nîşan da û di navbera gundiyan û çeteyan de pevçûn derket. Di dema pevçûnan de endamekî Asayîşa Kobanê yê destûrdar jî birîndar bû. Her wiha 2 endamên SMO û HTŞ û berpirsiyarê hêzên ewlehiya navxweyî yê bi navê Ebû Eymen jî birîndar bûn. Di pevçûnan de 2 gundî jî ji aliyê HTŞ û SMO ve hatin binçavkirin.

ÇETEYÊN GIRÊDAYÎ MÎT’Ê HÊZÊN TEKVIYÊ ŞANDIN

Dewleta Tirk a ku demeke dirêj e polîtîkayên xwe yên qirêj li hemberî Kobanê didomîne, bi riya MÎT’ê ferman da komên çete yên El Emşat û El Hemzat ku bikevin tevgerê. Di 11’ê Hezîranê de saet 12:30’an de komên çete yên Emşat û Hemzat bi 5 wesayitên doçka montekirî ji Sirrînê derbasî gundê Cehdê bûn. Di nav Sirrînê de çete li ber xaniyê berê yê Meclisa Leşkerî ya Sirrînê û derdora wê bi cih bûn.

Di heman demê de komên cîhadîst ên girêdayî HTŞ’ê bi konvoyeke leşkerî ya mezin serî li gundê Aşmê dan û li gorî agahiyên ku em gihiştine wan, 23 ciwanên gund hatine binçavkirin. Wekî Lekolin.org navên ciwanên ku hatine girtin ku me piştrast kirine wiha ne:

-Ehmed Bekir Hemo

-Nîhad Ehmed Hemmû

-Ednan Ehmed Hemo

-Xelîl Hemed Derwîş

-Heysem Fewaz Elî

-Merwan Îbrahîm Derwîş

-Îsmaîl Ednan Îsmaîl

-Mihemed Cemal Hebaş

-Xebat Salih Hebaş

-Kemal Salih Hebaş

-Yûsif Salih Hebaş

-Mehmet Yahya Hebaş

-Ziyad Yahya Hebaş

-Ednan Salih Hemo

-Alaa Îbrahîm Hemmû

-Muslim Ednan Derwîş

-Yûsif Ednan Derwîş

-Îsmaîl Elî Îsmaîl

-Mehmet Berkel Osman

-Cemal Berkel Osman

-Îsmaîl Îbrahîm Hebaş

-Mihemed Ebdulbaset Derwîş

Di dema êrîşê de Asayîşa Kobanê û hêzên HAT’ê ketin gundê Cehdê û li rewşê mudaxele kirin.

Di heman rojê de çeteyên El Emşat li rojavayê Pira Qereqozaq, li derdora gundê Qebir Êmo kom bûn. Komên cîhadîst ên girêdayî HTŞ’ê jî ji bo bidomandin û amadekirina zemîna êrîşê, derbasbûna Pira Qereqozaq qedexe kirin.

Piştre saet 13:00’an de çeteyên El Emşat bi wesayitên Toyota, megzemîn û H100’ên doçka û BKC montekirî ji aliyê Sirrînê ve derbasî aliyê Cehdê bûn. Li gorî agahiyên hatine wergirtin, di nîvro de çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên ji Minbic û Cerablusê jî dihate bendewariya derbasbûna aliyê Cehdê, lê heta saet 19:00’î ti çete derbas nebûn. Lê belê tevgera çeteyan li Sirrîn û Şêxler didomiya. Di êvarê de, piştî ku şaneyên veşartî yên girêdayî MÎT’ê hewildan zeviyên çandiniyê yên li derdora Cebel el-Faraj, gundê Bendêr û Kanaa bişewitînin, li kontrola hevbeş a Hêzên Ewlehiya Navxweyî ya Cebel el-Faraj bi çekên makîneyî û RPG’an êrîş kirin û piştre ber bi gundên Ereb ên Şêx û yên din ve reviyan.

MÎT û îstîxbarata HTŞ’ê ji bo berdewamkirina pevçûnên ku du roj in li herêmê didomin, bi riya medya civakî hewldana kışkırtina eşîrên Ereb li hemberî Kurdan dikin.

Di demên dawî de li Rojava (Bakur û Rojhilatê Sûriyê), bi taybetî li gundewarên Qamişlo, Hesekê û Kobanê, êrîş û hewldanên kaosê yên ku bi destê MÎT’ê bi navê hêzên eşîran û şaneyên veşartî tên kirin, di nûçeya taybet a me ya 18’ê Gulanê 2026’an de me hûrgilî eşkere kiribû. MÎT heman polîtîkayê li Kobanê jî dimeşîne û armanc dike ku destkeftiyên Rojava tasfiye bike, nakokiya mezhebî/Kurd-Ereb kûr bike û pevçûnê fireh bike.

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: Gundê AşmêhtşKOBANEMITROJAVAŞaneSirrînTIRKIYE
Önceki yazı

Manîfestoya Civaka Komunal a Demokratîk -BEŞA 1

Sonraki Haber

Karayilan: Divê Rêber Apo Azad Bibe û Hebûna Gelê Kurd Zagonî Bibe

Benzer Haberler

Rêber Apo: Demokrasiya Xwecihî Şahdemarê Entegrasyona Demokratîk E
Nûçe

Rêber Apo: Demokrasiya Xwecihî Şahdemarê Entegrasyona Demokratîk E

8 June 2026
Bi Piştgiriya Dewleta Tirkiyê di Iraq û Sûriyê de Vegera DAIŞ’ê– NÛÇE ANALÎZ
Analîz Siyasî

Bi Piştgiriya Dewleta Tirkiyê di Iraq û Sûriyê de Vegera DAIŞ’ê– NÛÇE ANALÎZ

5 June 2026
Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET
Nûçe

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

3 June 2026
Sonraki Haber
Karayilan: Divê Rêber Apo Azad Bibe û Hebûna Gelê Kurd Zagonî Bibe

Karayilan: Divê Rêber Apo Azad Bibe û Hebûna Gelê Kurd Zagonî Bibe

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Manîfestoya Civaka Komunal a Demokratîk -BEŞA 1

    Manîfestoya Civaka Komunal a Demokratîk -BEŞA 1

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125
  • Li Pişt Perdê Tiştên Ku Li Gundê Aşmê Qewimî – NÛÇE TAYBET

    498 Paylaşım
    Paylaş 199 Paylaş 125
  • Kesayetiya Mêtînger û Psîkolojiya Civakî

    498 Paylaşım
    Paylaş 199 Paylaş 125
  • Rojhilata Navîn, Konfederalîzma Demokratîk û Siyaset

    497 Paylaşım
    Paylaş 199 Paylaş 124
  • Kenê Xerabiya Asayî: Bêwatebûna Nijadperestiyê Ya Li Tirkiyeyê

    495 Paylaşım
    Paylaş 198 Paylaş 124

Karayilan: Divê Rêber Apo Azad Bibe û Hebûna Gelê Kurd Zagonî Bibe

Li Pişt Perdê Tiştên Ku Li Gundê Aşmê Qewimî – NÛÇE TAYBET

Manîfestoya Civaka Komunal a Demokratîk -BEŞA 1

Rojhilata Navîn, Konfederalîzma Demokratîk û Siyaset

Karasû: Pirsgirêka Kurd Pirsgirêka Bingehîn a Tirkiyeyê ye, Nabe Ku Weke Amûrekê Bê Bikaranîn

Rêber Apo: Demokrasiya Xwecihî Şahdemarê Entegrasyona Demokratîk E

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist