Her ku Kurd bi dijmin re hevkarî kirine, xweseriya xwe winda kirin û li dijî wan hatiye bi kar anîn. Dîroka Kurdan bi mînakên dîrokî yê ku vê yekê piştrast dikin tijî ye. Tu carî hevkariya bi dijmin re ji bo Kurdan nebuye çareserî. Berovajî wê buye sedema felktên mezin ji bo wan. Êdî wisa weke terzek hatiye rûniştandin. Kengî dijmin xwestiye wan ji bo xwe bi kar aniye. Di heman demê de jî her tim ji bo berjewendiyên xwe jî dev ji wan berdane. Ji bilî yekîtiyê jî tu çareya Kurdan nemaye. Her ku yekîtî dereng dikeve, Kurd winda dikin. Lewma hevkarên dijminê Kurdan her tim ji yekîtiyê reviyan û nexwestine bikin. Ji ber ku dijmin jî dizanê kengî yekîtî pêk were, wê demê siyaseta qirkirina Kurdan têk diçe û bi dawî dibe. Gotina bav û kala jî gereke newê jibîr kirin, dibêje: “Rî dibe bost, dijmin nabe dost”.
ŞERÊ SEFEWIYAN-OSMANIYAN Û WINDAHIYÊN KURDAN
Rojihilata Navîn di serdema her du împaratoriyên dawî yên li ser vê xakê, rastî gelek nakokiyan û pêvçûnên serwerkirina hegemoniyê hatin. Împaratoriya Osmanî di sedsala 14`min de hate damezrandin. Împaratoriya Sefewî jî di destpêka sedsala 16`min de hate damezrandin. Qeraktêra şerê di navbera her du împaratoriyan de jî li gorî wê serdemê bû. Ew jî xwe dispart hegemoniya olî, lewma her duyan jî di mezhebên cuda ji xwe re esas girtin û li gorî wê jî xwestin hegemoniya xwe li ser Rojhilata Navîn serwer bikin. Herêma herî zêde pevçûnên van her du imparatoriyan çêbun jî, herêma Kurdistanê bû. Ji bo vê yekê jî her du aliyan jî bi rêbazê ku dişibin hev, xwestin kurdan jî bikşînin nava vê şerî. Di vê armanca xwe de jî bi serketin. Lewma di şerê Caldêran ye sala 1514`an de û di şerê Nisêbîn ye sala 1623`an de Kurdan weke beşek alîgirê Sefewiyan û beşekî di ku alîgiriya Osmaniyan dikirin cihê xwe têde girtin. Heya ku di encama wê de, tifaqa Qesra Şêrîn ya sala 1939`an de çêbu û sînorê her du împaratoriyan hate diyar kirin. Di vî şerî de jî yê ku herî zêde zirar dît dîsa Kurd bun. Ji ber ku ev cara yekemîn bu ku Kurdistan bu du parçe. Di heman demê de jî hemû sozên ku ji kurdên hevkar re jî hatin dayin, her du aliyan jî ev soz bin pê kirin û berovajî wan soza jî her ku çû zexta wan li ser Kurdan zêdetir bû û mêtîngeriya xwe li ser Kurdistanê jî xurtir kirin.
ŞERÊ CÎHANÊ YÊ YEKEMÎN Û DUYEMÎN
Her çiqasî Kurd di van şeran de jî bi rengekî yekser cihê xwe têde negirtin. Lê dîsa jî ji aliye hin dewletan ve ji bo pêkanîna armancên xwe bi kar anîn û di bin siya wan de jî şer kirin. Ev yek jî ji bandora siyaseta ku Osmanî û Sefewiya li ser Kurdan dane meşandin ne qûte. Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de, beşek ji Kurdan hem bi dilxwazî û hem jî bi darê zorê piştgiriya Osmaniyan kirin. Osmanî jî wan li dijî Rûsya bi kar anî û di gelek cebheyên şer yên Osmanî û Rûsan de Kurd di şer de amadebûn. Di heman demê de jî di Şerê Cîhanê Duyemîn de jî Rûsya piştgiriya Kurdên Rojhilat kirin û di encamê de Komara Mihabad di sala 1946`an de hate damezrandin. Armanca Rûsa jî ji vê yekê ew bu ku Kurdan li dijî Îranê bi kar bînin û bibe sedema zextekê li ser wê. Di encamê de û ji ber berjewendiyên xwe ye stratejîk dev ji piştgiriya Kurdan berdan. Di her du şeran de jî Kurd dîsa bûne qurbaniyên hêzên hegemon. Yê herî zirar jî dîtin dîsa Kurd bûn. Di encamê de jî Hevpeymana Sykes Pico 1916 Kurdistan kirin çar parçe. Ne pêkanîna hevpeymana Sevres 1920`an de, dîsa bi hevpeymana Lozanê sala 1923`an de ku têde Kurd hatin inkar kirin.
DI ŞERÊN NETEW DEWLETAN DE
Bi avabûna netew dewletan re di Rojhilata Navîn de karaktêra şer jî hate guhertin. Êdî şer bi rengekî şêmbertir û zelaltir hate meşandin. Di heman demê de jî şerên di heremê de jî zêdetir bûn. Ji ber ku ew sînorê ku ji derve ve hatin diyar kirin. Hem ji aliye civakan ve û hem jî ji aliye deshilatdaran ve bi hêsanî nehate qebullkirin û bû sedema şerekî nû di heremê de. Di vê pevajoyê de jî weke pêvajoyên din, ji her alî ve lîstik li ser Kurdan hatin meşandin. Bi taybet li ser Kurdên başûr hatin meşandin. Di şerê rizgariya Kurd ye Îraqê sala 1961`an de hikumeta Îraqê tengav kirin û hevpeymanek bi hikumeta wê re li ser desxistina Kurdan ji Rêveberiye Xweser re. Îran piştgirî dida tevgera Kurdî, lê dema ku berjewendiyên wê ketin mijarê, bi hikumeta Îraqê re Itîfaqa Cezair Imze kir û piştgiriya xwe ji wan kişand. Di vê demê de jî parçebûn di nava partiyên kurdî de jî çêbû. Di pêvajoya şerê Îraq û Îranê (1980-1988) de ev parçebûn baştir hate dîtin û bandora wê jî li ber çavan bû. Dîsa dijminan Kurdan ji bo berjewendiyên xwe wan bi kar anîn û tu sûd ji vê pêvajoyê nehat girtin. Di heman demê de jî bû zemînek ku şerê Kurdan navxweyî dest pê bike. Rêjîma Îraqê jî 1988`an de operasyona Enfal dest pê kir, ku di encama wê de 180 hezar Kurd hatin qetkilkirin. Dîsa pêvajoya di navbera 1994`an de û heya 1998`an de jî şerê navxeyî ya Kurdan hebû. Ev şer jî hemû dijminên Kurdistanê di nav de bûn û li gorî berjewendiyên xwe alîkariya Kurdan dikirin da ku Kurdan qetil bikin.
DI ŞERÊ CÎHANÊ YA SÊYEMÎN DE
Di berdewamiya şerê qirkirinê ye ku dewleta Tirk didê meşandin, Êrîşên xwe li ser Tevgera Azadiyê gurtir kirin. Dema ku kete tengaviye de jî her tim alîkarî ji kurdên hevkar xwestin. Tu carî PDK`ê banga dewleta Tirk a dagirker vala dernexistiye û her tim bi cih aniye. Ev ne bes bû xwest ku dewleta Tirk a dagirker zextê û gefa li YNK jî bixwe da ku wê bikşîne polîtîka xwe. Da ku PDK ruye xwe li hemberî civaka Kurd Sipî bike û îxaneta xwe veşêre. Xwest nîşan bide ku “Weke şerê me, şerê parastina xaka Başûr e û li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê ye“. Lê YNK`ê ne hate lîstka ku PDK`ê û Tirkan plankiribû. Di heman demê de jî û ji bo parastina xwe têkiliyên xwe bi Îranê re xurt kir. Ji ber ku ferehbuna berê ya dewleta Tirk a dagirker li ser xaka Başûrê Kurdistanê, di warê stratejîk de jî xeterî ji bo Îranê hene. Lewma Îran jî piştgirî da YNK`ê, di encama wê de jî, wilayeta Kerkuk bi destxist. Hin heremên ku bîrên petrolê jî lê hene YNK`ê teslîmî Heşda Şabî kirin. Herî dawî jî SÎHA ya dewleta Tirk a dagirker li ser Kerkukê hate xistin. Her du hêzên heremî Tirk û Îran name dane hev û sînorê xwe diyar kirin. Lewma di vî mijarê de jî tu berjewendiyên Kurdan tune ye. Ji ber ku şerekî serweriya desthilatdariye ye. Gereke Kurd jî bi vê yekê newin xapandin û hişyar bin. Ji tecrubeyên dîrokî ders werê derxistin.
DI ENCAM DE
Eger Kurd dixwazin di vê pêvajoya Şerê Cîhanê ye Sêyemînê de, windahiyê jiyan nekin û xwe biparêzin, divê ji bilî yekîtiyê tiştekî cuda ji bo xwe nehilbijêrin. Banga KNK`ê ji bo xwe esas bigirin. Helwest PDK`ê ya ji yekîtiye re, helwesta dijmin nîşan dide. Gerek ev yek ji ber hemû tevgerên Kurd were zelal kirin û li dijî wê helwest were pêşxistin. Çareserî ne di hevkariye de ye çareserî di yekîtiye de ye. Çi kesê ku hevkarî kiriye winda kiriye. Di asta Îraqê jî windahiyên PDK`ê têne dîtin û ev windahî jî dewam dikin. Gerek ew jî sedemê bibînin û derbas bikin. An jî wê di demeke kurt de, rêxistinên di xeta PDK`ê de hilweşin û têk biçin. Ji ber hevkarî di heman demê de sedemê lihevkirinê dide dijmin. Xûrtbûna têkiliyên dijmin jî, her tim li ser qirkirina Kurdan pêş ketiye.
Asiman SOZDAR