Di çarçoveya qanûnên nû yên di çarçoveya “Plana Çokdayînê” ya di sala 2016’an de ji aliyê hikûmeta şer a AKP-MHP’ê ve hatibû destpêkirin, bi taybetî li Bakurê Kurdistanê bi hevdîtinên bi muxtarên gund û bajaran re polîtîkaya sîxurtiyê pêşxistin, hewl dide heman siyasetê li Başûrê Kurdistanê jî bimeşîne. Hate hînbûn ku ji bo pêkanîna vê polîtîkayê komeke taybet a ji berpirsiyarên heremî yên MÎT’ê pêk tê hatiye erkdarkirin. Hêjayî gotinê ye ku herêma Berwarî weke herêma pîlot a yekemîn a vê projeyê hat hilbijartin ku piranî sînorên Bakur û Başûrê Kurdistanê dike hedef.
BERPIRSIYARÊN PROJEYÊ BERPIRSIYARÊN HEREMÎ YÊN MÎT’Ê SÎNAN UZE TAK Û ADIL UZERE HENE
Bi taybetî di sala dawî ku lez dane pêkanîna vê projeyî, wek e berpirsiyar endamê MÎT’ê Sînan Uze Tak û Adil Uzere nin. Endamên MÎT’ê yên bi navê Cemal û Îsa jî wek e cigirên wan hatine erkdarkirin. Hat diyarkirin ku nûnerên PDK’ê yên herêmê jî ev demeke dirêje ji bo rê li pêşiya wan vekin destpêka hevdîtinên bi mixtar û kesayetên heremê re bi hev re pêkanîne û wan bi erkdarên projeyê re daye naskirin. Vê yekî jî di çerçoveya tenê berjewendiyên xwe yên heremî ya PDK’ê tên kirin.
YÊN HEVDÎTINÊN MÎT’Ê DIDA ÇÊKIRIN EWNÎ Û WALIYÊ DUHOKÊ TATAR BÛN
Hat zanîn ku yên ku bi salane dibin sedem ku MÎT û artêşa Tirk li herêmê bi hêsanî fealiyetên xwe bimeşînin û li dijî hêzên gerîla gelê herêmê razî bikin, Endamê Polîtburoya PDK’ê Elî Ewnî û Waliyê Dihokê Elî Tatar in. Hate hînbûn ku kesên ku endamên MÎT’ê bi taybet di van 2 salên dawî de gelek caran li herêma Behdînanê bi giregir û rêveberên herêma Behdînanê re hevdîtinan eyar kirine Ewnî û Tatar in.
Lê belê piştre tîma MÎT’ê ya ku di vê projeyê de berpirsyar bû, PDK’ê ji navberê derxist û bi taybetî li herêma Berwarî mixtarên ku ji mêj ve ji Bakurê Kurdistanê hatine bicih bûne, nasnameya du hemwelatî girtine re hevdîtinan kirine. Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên pêbawer girtin, berpirsiyarê heremî ya MÎT’ê Sînan Uze Tak û ekîba pê re di hevdîtina bi muxtaran re ev tişt gotin: “Divê hûn jî mîna muxtarên Tirkiyeyê bi me re bixebitin. Tenê em dikarin we û herêma we biparêzin. Heke hûn alîkariyê bikin, em ê 400 $ jî fonê bidin we, lê em dikarin li gorî kalîteya agahiyên ku hûnê bidin me hûnê pereyek zêdetir jî bigirin. Hûn dizanin ku herêma we li derveyî hakimiyeta hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistana Federe ye. Em ê nehêlin tu kes zirarê bide we û tenê em dikarin we ji PKK’ê biparêzin. Em we ji hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Federe jî diparêzin. Bi her awayî nikarin zêde mudaxeleyî me bikin. Karê we di çarçoveya polîtîkaya ji holêrakirina PKK’ê de ye û hûn ê agahiyên derheqê kes an jî kesên alîkarî û lojîstîkê didin gerîlayan bidin me.”
LI HERÊMA BERWARIYÊ PEYAMA TAYBET: ‘HÛN BI XÊR HATIN TIRKIYÊ’
Hate hînbûn ku di çarçoveya projeyê de di dawiya sala 2023’an de li herêma Berwarî Îstasyona Xeta Telefonê ya Turkselê hat avakirin û piştre xetên Turksel û qevdeyên (bêtêl) ên destan li muxtar û kesayetên ku bi wan re hevdîtin hatiye kirin belav kirine. Li gorî vê yekê ji kesên ku xeta telefonê ya Turkselê vedikin peyameke taybet ku ji aliyê şîrketa Turkselê ve hatiye amadekirin a wek e “Hûn bi xêr hatin Tirkiyeyê” tê şandin. Ev yek jî asta îlhaqkirin û dagirkirina siyasî, leşkerî û îdarî ya Başûrê Kurdistanê ku PDK bi destê xwe pêşkeş kiriye radixe berçavan.
Di heman demê de, di çarçoveya projeyê de, bi serpereştiya hêzên pêşmerge yên ser bi PDKê ve, bi temamî li devera heta Garê ya devera Berwarî, bi dehan xalên kontrolê yên wesayîtan, navendên polîsan û qalekule (bircên kelehê) hatine çêkirin radestî dewleta Tirk a dagirker hatine kirin, dixwazin bi temamî Başûrê Kurdistanê îlhaq bikin.