Dewleta Tirk a dagirker ku li dijî gerîlayên azadiyê yên li Qada Parastina Medyayê hem bejayî û hem jî hewayî derbeyên mezin dixwe, dîsa ya PDK’ê ya ku bi her awayî piştgiriyê dideyê xiste tevgerê. Parastin a ku bi talîmat û perspektîfên MÎT’ê tevdigere ekîba sîxûra ku amadekiriye di bin navê Weqfa Xêrxwaziya Barzanî de dişîne qadên gerîlayê.
Weqfa Xêrxwaziya Barzanî ku bi piştgiriya ENKS’ê destpêkê li Efrînê piştre jî li Serêkaniyê buro vekir û dagirî û pêkanînên hovane yên komên çete û dewleta Tirk a dagirker hewil dide rewa bide nîşandan, di heman demî de Kurdên welatparêz jî dixe hedefên çeteyan. Niha heman sazî ku berê bi perspektîfa MÎT’ê li Zaxo di bin navê alîkariya mirovî de welatiyan bi zorê dikir sîxûr, wek e berdewamiya vê xebatî ji navçeya Amediyê ya Duhokê bigire heya gundewarên herema Heftanînê dimeşîne.
Li gor agahiyên ku wek Lekolîn.org bidest xistiye MÎT û Parastin bi hevkarî ya Xelef Îlyas Qolo ya eslê xwe Şengalî ye kirine sîxûr, bi ekîbeke pê re di nava Weqfa Xêrxwaziya Barzanî de hatiye bicihkirin.
Xelef Îlyas Qolo û ekîba pê re hatine amadekirin ji bo karibin bi hêsanî tevbigerin, di nava vê saziyê ku di gund û qampên wek e Bersîvê 2, Misurkê, Sêmêlê û Qesrokê de xebat dimeşîne de hatin bi cih kirin û di heremên wek e Duhok, Amediyê, Metîna û Zaxo de li dijî gerîlayên azadiyê xebatên îstîxbaratî dimeşînin. Xelef Îlyas Qolo bi ekîba xwe re hem ji bo di qadê de tora sîxûran ava bike da ku tevgera gerîlayên azadiyê yên di heremê de bişopînin, li ser riyan cîhazên GPS û kamera werin bicihkirin. Agahiyên tên komkirin di ser Parastinê de ji MÎT’ê re radigihînin.
Hat diyarkirin ku têkiliya Xelef Îlyas Qolo ya bi MÎT’ê re bi riya Endamê Polîtburoya PDK’ê Elî Ewnî de hatiye kirin. Dewleta Tirk a dagirker ku Plana Çokdayînê xistiye meriyetê û şûnde Elî Ewnî li dijî Tevgera Azadiyê ji bo MÎT’ê xebatên siyasî û îstîxbaratî dimeşîne.
XELEF LI ŞENGALÊ JÎ SÎXÛRTİYÊ DIKIR
Hat destnîşankirin ku Xelef Îlyas Qolo bi xwe di êrîşên komkujiyê ya MÎT û Parastinê ya ku li ser Şengalê pêk dihatin de cih digirt.
Her wiha berî li herema Zaxo were peywirdarkirin li Efrînê dijî kurdan êrîşên suîqastê pêk tanî û bi piştgiriya ENKS’ê ji bo Rêveberiya Xweser propagandaya reşkirinê bike hatibû erkdarkirin. Lê piştî HTŞ’ê di 27’ê Mijdarê de êrîşê Helebê kir, ji aliyê MÎT’ê ve cihê peywira Xelef Qolo hate guhertin û li Duhok û Zaxo ji bo xebatên îstîxbaratî hatiye bicihkirin.
Kar û kiryarên qirêj yên Weqfa Xêrxwaziya Barzanî di serî de Efrîn û heremên dagirkirî dimeşand gelek caran hatibûn deşifrekirin. Mînaka wê ya herî şênber malpera me Lekolin.org di nûçeya xwe ya taybet a di 27’ê Tîrmehê 2024’an de hatibû weşandin. Di nûçeyê de ev sazî ku bi kordînasyona MÎT’ê li Efrîn û Serêkaniyê hatine bicihkirin, bi destê ENKS’ê çeteyên komên Tirkmen û ciwanên Kurd ji bo li dijî gerîlayên azadiyê şer bikin şandibûn Başûrê Kurdistanê.