Bi rûxandina rejîma Baas a Sûriyê re, dewleta Tirk bi rêya çeteyên ku di bin serweriya xwe de digirt, bi awayekî eşkere û bi lez û bez ket nava tevgerê da ku şekil bide pêşeroja siyasî ya Sûriyê.
Rejîma Tirk a faşîst a Osmanî ya nû, ji nûjenkirina leşkerî bigire heta çavkaniyên îdarî, siyasî, ewlekarî, dîplomatîk û aborî, ji danasîna Sûriyeya ku ji nû ve hatiye avakirin weke “Komara Erebî ya Sûriyeyê” dixwaze pênase bike, di hemû qadan de bi awayekî aktîf cih bigire. Bi maskekirina siyaseta xwe ya li ser derew û talanê ava kiriye hewl dide ji siyaseta hêzên navneteweyî ya ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn sûd werbigire.
Hêzên navneteweyî li ser esasê dabînkirina ewlehiya Israîlê, guhertina statûkoya dewletan û avakirina hevsengiyên aborî yên nû li herêmê, êrîşên leşkerî yên li ser Îran û hevalbendên wê hatî kirin bijardeyên nû derxist holê. Bi taybetî jî bi lawazbûna Îranê li herêmê, dewleta Tirk a ku dixwaze valahiya ku wê jê derkeve tije bike, li gor xwe hesabên weke “hêzeke herêmî” xwe nîşan bide dike.
Dewleta Tirk ku niha bi tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd ku li pêşiya xwe wek e asteng dibîne, dixwaze Kurdan biperçiqîne. Heger karibe Tevgera Azadiya Kurd tasfiye bike û xwestekên gelê Kurd “kêm bike” an jî tune bike, hem wê ji aliyê erdnîgarî ve berfireh bibe û hem jî di warê nifûsê de ji “tirkkirin”ê re cih veke.
DIXWAZE ÇETEYAN BI MANTIXÊ TUCARÊN QEYSERIYÊ BIXE BAZARA QADA NAVNETEWEYÎ
Wezîrê Derve yê Tirkiyê bi fermî ragihand ku divê gelê Kurd li Sûriyê û Rojava bi mafên xwe yên hemwelatîbûnê razî be, sîstema dewleta Sûriyê ya ji nû ve were avakirin bibe navend û navê wê jî “Komara Erebî ya Sûriyê” be. Helbet di vir de mijara herî girîng ji bo dewleta Tirk ew e ku Kurd bi ti awayî nikaribin di Sûriyeya ku ji nû ve hatiye avakirin de cih bigirin. Yek ji armanca mayîna rêxistina cîhadî ya radîkal HTŞ, ku hema bêje hemû cîhan wê wek terorîst dibîne, bi rastî bi nîşankirina wan û nêzîkbûna wan, bê statu û bê îrade hiştina gelê Kurd e. Ji bo vê yekê pêk bîne, li aliyekê êrîşên xwe yên qirkirinê yên li dijî Kurdên Rojava didomîne, li aliyê din jî bi mantiqê bazirganên Qeyserî, çeteyên El Nûsra û DAIŞ’ê di qada navneteweyî de dike bazarê. Qaraktera faşîst a dewleta Tirk ji pêkanîna her cure komkujiyan re guncav e.
Ji destpêka şerê li Sûriyeyê ve dewleta Tirk ji bo pêşî li destkeftiyên Kurdan bigire, çeteyên selefî-cîhadîst bikar tîne. Hîn jî çeteyên ku bi navê Îslama radîkal dewşirme kiriye-kom kirine bikaranîna wan a ji bo armancên xwe yên li Sûriyeyê didomîn e. Çeteyên yên ku hatine dewşirme yên di bin navê Artêşa Niştîmanî Azad (OSO) kom kiriye ji bo dewleta Tirk a dagirker amûrên kêrhatî yên bikaranînê ne. Ew pêkateyên paramîlîter ên ku tu armancên xwe tune, Îslamê weke maskeya îdeolojîk bi kar tîne û bi tevahî xizmetê ji armancên dewleta Tirk re dike. Her çend gelek kes OSO bi WAGNER, pêkateyek kirêt a Rûsyayê re bidin ber hev jî, diyar e ku ew pêkateyek paşverûtir e û hovîtiyê dike. Bi elimandina ku ji Împaratoriya Osmanî mîras maye, dewleta Tirk a dagirker li hemberî gel komên leşkerkirinê weke makîneyên qetlîamê bi kar tîne. Em ji êrîşên wan ên li ser Rojava, Kobanê, pira Qerakozak û Tişrînê fêm dikin ku têkiliya rêxistina bi navê OSO bi Sûriyeyê re nîne. Ev pêkhateya dij-mirovahiyê ku di bin fermandariya artêşa Tirk a qirker de ne xwediyê statuya “cerdevaniyê” jî, ne tenê li dijî Kurdan, li dijî hemû gel û baweriyên Sûriyeyê sûcên giran dike.
Pir eşkere ye ku dema ku Kurd li ser navê xwe şer dikin û dibin xwedî hêz û di qada navneteweyî de têne qebûlkirin, baronên şer ên dewleta Tirk a dagirker jî di xapandinên paranoîd de derbas dibin. Hebûna azad a Kurdan ji bo xwe weke “tehdîd” dibînin. Dewlet û hêzên hikûmetê di rewşeke wiha de nikarin xwe bi rê ve bibin, pirsgirêkên civakî çareser bikin. Di rastiyê de ev zihniyeta ku statukoya herêmê diparêze, ji ber ku pirsgirêkek cidî derdixe holê, divê were derbaskirin.
MIROVÊ NEXWEŞ OSMANÎ JI TIRKIYÊ RE MÎRATE MAYE!
Di dema hilweşîna Împaratoriya Osmanî û avakirina Komara Tirkiyeyê de, li ser navê ‘Yek dewlet û yek netewe’ gel rastî qirkirinê hat. Kurd, Ermenî, Rûman û gelek gel û kêmnetewên din rastî polîtîkayên înkar û îmhayê hatin. Diyare ku mereziya “mirovê nexweş Împaratoriya Osmanî” ji dewleta Tirk a dagirker re mîras maye, niha dewleta Tirk a faşist di Rojhilata Navîn de ji heman derdî bêzar e. Fobiya Kurdan ewqasî li zîhniyet û siyaseta wan a faşîst ketiye, weke ku ji bilî mirin, kuştin û qetlîamê çareserî tune ye. Di encam de, ger xwe ji demokratîkbûnê re vekirî nehêle, nexweşiya ku wî bi genetîk ji “mirovê nexweş” wergirtiye dê dawiya wî jî bîne. Pêwist e bizane ku yên ku siyaseta Îttîhad û Terakkî didomînin û rêya Enver û Talat Paşa dişopînin dê heman qederî bijîn. Dîrok xwe tekerur-dubare nake, tenê dema ku ders jê dernexin wê hikmu xwe beyan bike.
Dewleta Tirk a dagirker ku her roj êrîşên nû li dijî Rojava pêk tîne, Kurdan qetil dike û hewl dide rêveberiya xweser a gelê Kurd tune bike, ‘Li Kurd ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê aşitî’ û Kurdê Rojava re şer ferz dike ma dikare pêş bikeve?
Xuya ye ku di siyaseta înkar û îmhaya li ser Kurdan de ti guhertin nîne. Li ber çavê hemû cîhanê, sivîlên bêçek ên ku li bendava Tişrînê ji bo parastina av û axa xwe ji dagirkeran li ber xwe didin, ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve tên bombekirin û qetilkirin! Di kuştina sivîlên bêguneh de kes bi qasî dewleta Tirk a dagirker hişk nîne. Di vî warî de sicîla wî pir berfireh e. Tişta ku dewlet û hukûmet bi xapandinên nîjadperest û neteweperest tevdigerin, yek tişt ji bo Kurdan guncav bihesibînin, ew jî hovîtî ye. Baronên şer ên dewleta Tirk a dagiker ku bi şandina keriyê qatilên xwe dişîne ser Kurdan pesnê xwe dide, heta ku neçar nemînin ‘bi kesî re aştiyê’ nakin.
Kevirên statukoyê di Rojhilata Navîn de ji cihê xwe lebitîne, êdî Cin ji şûşê derketiye. Ger gelê Kurd yekîtiya demokratîk a modela netew demokratîk pêş bixe, Cin a ku ji şûşê derketiye di halê “Çi ji min dixwazî bixwaze” de ye. Divê ev baş were bilêvkirin; di hêla hêza leşkerî, îradeya siyasî, bingeha civakî û aborî de di Rojhilata Navîn de Kurd êdî aktoreke jêneger e. Di erdnigariyeke ku Kurd bibin aqtor dê dewleta Tirk a dagirker nikaribe kengê bixwaze hespê xwe bibezîne.
Baronên faşîst ên dewleta Tirk ji ber ku nikarin pêşketinên li Sûriye û Rojava kontrol bikin her ku diçe êrîşkartir dibin. Her ku êrîşkar dibin, berê xwe didin axaftin û kiryarên provokatîf. Gelê Kurd, Rojava û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hem weke bijardeyeke demokratîk û hem jî weke hêzeke siyasî û leşkerî ji HTŞ li Şamê û OSO ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên birêvebirin, niha li ber çavê hêzên navneteweyî bi hêztir û rewatir in.
Li Sûriyê serdemek veguhêz heye. Kes bi rêveberiya HTŞ ya heyî bawer nake. Ji bo jê bawer bikin wext jê re danîne. Gelo wê wext û qerawat-cilê taxim dê zihniyeta selefî demokratîk bike an na nayê zanîn!
Gelo dê pergalek ku herkesî hembêz dike, hurmeta cudahiyan bigire û li ser esasê beşdariya demokratîk a gel, ol û mezheban bê avakirin? Ev ji bo her kesî gumanbar e!
Di rewşa heyî de ti kes xwe ewle nabîne. Ji ber vê yekê tiştekî xwezayîtir nîne ku Kurd bibin şirîkê hikûmeta Şamê ku dê ava bibe de cih bigirin, nîqaş û tevgerên ku tevaya Sûriyê bigire nav xwe bi pêş bixin û xwesteka Suriyeyake Federe jî pir xwezayî ye.
Hîwa AZAD