Dewleta Tirk a dagirker û hikumeta şer û faşist a AKP-MHP ji zimanê Kurdî ditirsin. Ew dizanin heta ku zîmanê Kurdî hebe nikarin vîna Kurdan bişkênin. Heta ku Kurd bi zimanê xwe biaxivin û perwerde bibînin nikarin Kurdan tune bikin. Ziman kok û hebûna gelê Kurd e. Mirov bi rêya ziman hestên xwe, helwestê xwe raber dike, çîrok û dîroka xwe dinivsîne. Ziman hebûneke hevpar (kolektif) a civakêye ku berhama hezaran salane û hişmendiyekî ava dike. Bi ziman mirov çêdibin, kesayet ava dibin. Bi ziman ruhê yekitiyê di nav civakan de ava dibin. Dijminê qirker û dagirker dixwaze bi polîtîkayên pişaftinê gelê Kurd di nav destdara faşîzmê de bihêrîne. Ew dixwazin ruhê kurdan tune bikin. Ji ruhê Kurdên azad ditirsin.
Faşizma Tirk di hemû qadên jiyanê de êrîşen îmha û tunekirinê li ser gelê Kurd dimeşîne. Tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO nîşaneya van êrîşên hovaneye ku bingeha hemû êrîşên dagirkeriyê îfade dike. Bê guman nêzîkatiyên li hember Rêber APO nêzîkatiyên li hember gelê Kurd e. Tecrîda girankirî ya ku li ser Rêber APO tê birêvebirin, êrîşen li ser ziman û çanda Kurdî ji hev qut nînin. Dewleta dagirker îro şerekî piralî li dijî gelê Kurd dimeşîne. Di aliye siyasî, aborî, civakî, eskerî, çandî û hwd de gelê Kurd bi êrîşên dijwar re rû bi rû dimîne. Li hember van hemû êrîşan di hemû qadan de berxwedanekî bê hempa ya Rêber APO, gerîlayên azadiyê û gelê Kurdistanê heye. Li hember hemû êrîşên dagirkerî û qirkirinê gelê Kurd serê xwe netewand û çok dananî. Gelê Kurd bi vînekî hîn xurt ku çavkaniya xwe ji berxwedana Rêber Apo û Gerîlayên azadiyê digire tekoşîna xwe mezin kir û li ber xwe da.
Sed salin dewleta Tirk bi hemû şêwazên dermirovî hewl dide Kurdan û zimanê Kurdî, Çanda qedîm a hezaran salan ji holê rake. Ji avabûna komara faşist heta roja me ya îro bi dehan caran gelê Kurd di qirkirinên mezin re derbasbûn. Navên gund û bajaran hatin guherandin, navên zarokan bi Kurdî hatin qedexekirin, Kurdî axaftin ji hemû qadên jiyanê de hat rakirin, cil û bergên kurdî hatin qedexekirin, dijminatiyeke bê ser û ber li dijî hemû reng û dengê kurdî hate kirin. Bi sedhezaran mirov ji cîh û warê xwe hatin derxistin, hatin girtin, hatin kuştin, di îşkenceyên hovane re hatin derbaskirin, lê gele Kurd teslîm nebû. Sed salin gelê Kurd li hember hemû cûre qirkirin û pişaftinê li ber xwe dide. Dewleta dagirker sed sale dixwaze erdnîgariya Kurdistanê ji xwe re bike war û Kurdan bi darê zorê bike Tirk. Lê heta niha bi ser neketin û biser nakevin. Gotin di cîh da be gelê Kurd her carê xwe ji nû ve ji xweliya xwe afirand.
Îro em dibinin dewleta Tirk, hukûmeta AKP-MHP’ê bi dirûşmeya ‘’yek al, yek ziman, yek milet, yek dewlet’’ tevdigerin û dixwazin hemû reng û dengên cûda ji holê rakin, tune bikin. Careke din hewl didin zimanê Kurdî ji hemû qadên jiyanê rakin. Bi ti awayî tehamûlê zimanê Kurdî nakin. Dijminatiyê li hember zimanê gele Kurd dikin.
Di parlementoya Tirkiyê de zimanê Kurdî hîna wek zimanê ‘nayê zanîn, nayê fêmkirin’ tê pênasekirin. Govend ji ber ku bi reng û dengê kurdî tên gerandin ciwan tên desteserkirin. Zarokên Kurd ji ber ku bi zimanê dayikê di baxçeyê zarokan de tên perwerdekirin derheqê dibistan, mamoste û şaredariyan de lêpirsîn tên vekirin. Li ser cadeyên trafîkê du peyvên Kurdî nivîskî dibînin yekser bi deste çeteyan wan nivîsan reş dikin. Herî dawî bi ser saziyên ku xebatên ziman û perwerdeya Kurdî dimeşînin û pirtûkxaneyekî Kurdî de girtin û bi dehan mamoste, mirovên kedkar û xemxwarên zimanê Kurdî girtin.
Dixwazin gele Kurd ji holê rakin. Li ber çavê hemû cîhanê her roj li dijî Gerîlayên azadiya kurdistanê bi hemû cûre çeken giran û qedexekirî êrîşan pêk tînin. Kurdekî azad li ku derê hebe dixwazin îmha bikin. Ji bo faşîzma Tirkiyê ‘kurdê baş kurdê ku miriye.’ Heger hebe hebûnekî li ser navê kurdbûyinê divê ew kurd be ku di çerxa pişaftinê re hatibin derbaskirin, hemû şeref û keramet jê hatibe standin û bibe xizmetkarekî baş yê faşîzma tirk. Bi qasî ku bikaribe pê kurdên azad tune bike rê dide kûrdbûyina faşil!
Rêber APO di pareznameya 5’an a bi navê ‘Parastina Kurdên Di nava Pençe Qirkirina Çandî de’ pişaftinê wiha pênase dike;
‘’Armanca pişaftinê, ji bo mekanizmaya mêtinkarî û desthilatdariyê bi mesrefa herî kêm kole peydakirine. Koma tê pişaftin, nasname û hêza wê ya berxwedanê tê şikandin, di nava elîtên serdest de ji bo bibin xulamên kêrhatî tên amadekirin… Xulamê kêrhatî divê sedî sed bişibe efendiye xwe, ji bo bibe duvikê wî her tiştî dike…bê wijdan, bêexlaq û bêzêhniyetin, di xulamtiyê de dikevin pêşbaziyê. Tu biryar û çalakiya wî ya bi awayeke azad bike tineye. Ji nasnameya xwe ya civakî re xiyanetê dike. Wisa dikin ku wek heywanekî di şiklê mirov de û tenê li pey ziktêrkirina xwe biçe.’’
Bele dewleta dagirker û qirker dixwaze hebûna kurdan nemine. Ji bo vê yeke serî li hemû rê û rêbazên qirêj dide. Bi qasî ku bikarin propaganda nijatperestiya tirkitiyê bikin ‘îcaze’ didin zimanê kurdî. Ji bo ku bikaribin kuştin, dagirkirin, qirkirin, talankirina li ser gelê Kurd û erdnîgariya Kurdistanê dapoşin dibêjin ‘’Kurd birayên me ne.’’ Hevoka kurdî ji bo ku kurdan ji holê rakin wekû çekekî îmhayê bikar tînin. Gelek caran navê Ahmedê Xanê û Feqiyê Teyran ji bo dijminatiya nijatperest a hişk veşêrin bi awayeke bêaxlaq bikartînin.
Li hemberî politikaya pişaftinê bi biryar, înad û israr divê em xwedî li nasnameya xwe û zimanê xwe derkevin. Ziman û perwerdeya zimanê Kurdî bikin qada têkoşînê. Ala têkoşîne bi xwedîderketina ziman, çand û nasnameya xwe bilind bikin. Heger em naxwazin bi pişaftinê ji holê rabin pêwîste em li dijî pişaftinê bisekinin, têkoşînê mezin bikin, zorokên xwe bi zimanê Kurdî, bi jiyana Kurdî, bi çanda Kurdî mezin bikin. Divê gele me li ziman û çanda xwe, li pêşeroja xwe xwedî derkeve. Wekî gelê me di dirûşmeyên xwe de dibêjin ‘Zimanê me hebûna me ye,’ wê demê divê em li hebûna xwe xwedî derkevin. Nehêlin tu kes hebûna me tehdit bike.
Heger di her malekî de kurdî were axaftin, di her gund, kolan, bajarekî de kurdî were axaftin, li şûnên karkirinê, li parlemento, li şaredariyê, li zanîngeh û hemû dibistanan, li bazarê, li dikan û qahwexaneyan Kurdî were axavtin, di bernameyên telewîzyon û radyoyan de Kurdî were axaftin em ê faşîzma dagirker û qirker felc bikin. Em ê faşîzmê di nav hevok û çîrok, wêje û stranên zimanê Kurdî de bifetisînin. Bi feraseta herdem li her dere zimanê kurdî emê hêz û taqata faşîzma tirk ku dixwaze kurdan ji holê rake bişkênin. Ji bo vê yeke divê têkoşîna me ji bo parastin û pêşdebirina zimanê kurdî bi awayekî xurttir û berfirehtir dewam bike. HER DEM KURDÎ LI HER DERÊ KURDÎ
Hîwa AZAD