Dema ku li Başurê Kurdistanê di şexsê PDK’ê de xeta îxanetê ya li dijî gelê Kurd û destkeftiyên wan kûrtir dibe û li hemberî van destkeftiyan jî pozîsyona êrîşê digire; polîtîkayên îxanetê yên qirêj ku navenda wê Enqere û Hewlêrê tên amadekirin, li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê ENKS’ê ve tê meşandin. ENKS û axayên eşîrên wê PDK/Barzanî, di dîroka kurdan de bûna aliyê herî bi sancî-êşî û kurmê hûndirîn dewam dike.
Tifaqên qirêj ên li derdora MÎT-KDP-ENKS’ê bi awayekî şênber derdikevin holê, mîrateya dîrokî ya ENKS’ê ku bi awayekî aktîf lingê Rojava yê vê xiyanetê dimeşîne, ji aliyê kê ve û bi kîjan armancê hatiye avakirin, tora têkiliyên wê yên bi PDK/Parastin û dewleta Tirk a dagirker/MÎT’ê re çawa ye, di demek kin de em ê wek e malpera Lekolin.org bi agahî û belgeyên girîng wek e dosyayekê biweşînin.