Gotin û kirinên “Osmaniya Nû” yên ku di siyaseta derve ya dewleta Tirk a dagirker de di van salên dawî de derketine pêş, bi taybetî bi polîtîkayên leşkerî, siyasî û civakî-çandî yên li Iraq û Sûriyê bi awayekî berbiçav têne dîtin. Bajarên Mûsil û Kerkûkê yên li bakurê Iraqê, ji ber nakokiyên dîrokî, cihê xwe yê jeostratejîk û dewlemendiyên enerjîyê, di vîzyona siyaseta derve ya dewleta Tirk a dagirker de xwedî cihekî taybet in. Dewleta Tirk li herêmên Mûsil û Kerkûkê ne tenê sazkirina baregehên leşkerî dike, her wiha komên çekdarî yên herêmî ava dike û bi rêya van koman hewl dide ku qadên serweriyê yên paralel saz bike.
Prototîpa vê modelê li bakurê Sûriyê, bi taybetî li Îdlîb û Efrîna dagirkirî, hatiye dîtin. Nîşane û belgeyên cidî hene ku senaryoyekî bi vî rengî niha li Mûsil û Kerkûkê tê sepandin.
IRAQ HATE HIŞYARKIRIN!
Li Iraqê, di sala 2014’an de avabûna pêkhateyekê paralel a bi navê “Muhafizên Nînowa” yek ji van mînakan e. Hişyariya yekem ji aliyê rêveberê siyasî yê Şîî yê navdar ê Iraqê, Qeys El-Xezelî ve hate kirin. Di weaza xwe ya di nimêja Cejna Remezanê de, bi îstînadkirina hin belgeyan, hebûna planeke bi piştgiriya Tirkiyê eşkere kir û hikûmeta Iraqê hişyar kir.
Li gorî plana ku Xezelî eşkere kir, ciwanên Iraqî li Mûsil û Kerkûkê bi pere û mûçe di bin motivasyonên birdozîk û siyasî de dihatin xebitandin. Xezelî diyar kir ku ev rêbaz dişibe modela ku li Sûriyê ji aliyê komên terorîst ve hate sepandin. Her wiha wî eşkere kir ku ev kom di nav Hêzên Heşdî Şebî de cih girtine û bi sedan endamên wan di Tûgaya 59’an de hatine bicîhkirin ku ji xezîneya dewleta Iraqê jî mûçe distînin. Xezelî ragihand ku ev kom li Tirkiyê perwerde dîtine û li Mûsilê bi navê “Muhafizên Nînova” û li Kerkûkê jî bi navê “Hêzên Mertalê Kerkûkê” çalakin bi raya giştî re parve kir.
Gelo ev pêkhate kengî, li ku û ji aliyê kîjan ve hatine avakirin?
Muhafizên Nînowa di sala 2014’an de, bi piştgiriya rasterast a Tirkiyê û bi hevkariya waliyê wê demê yê Mûsilê Ethel Nuceyfî ve hate avakirin. Di destpêkê de nêzî 4 hezar kes tê de bûn, lê niha tê gotin ku ev hêza mîlîs nêzî 2 hezar û 500 endamên wê hene. Ev pêkhate li baregeha Başîkayê ya li Mûsilê ji aliyê Tirkiyê ve hatin perwerdekirin û bi çekkirin. Her çendî bi awayekî fermî wekî “ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ’ê” hatibin avakirin jî, li Iraqê wekî artêşeke paralel a neqanûnî têne dîtin.
Ev pêkhate ji sê tûgayên leşkerî pêk tê û li her du aliyên Mûsilê (rast û çep) çalak in. Tê gotin ku navenda tûgaya yekem li qada bazirganiyê ya li ser riya Mûsil-Dihokê ye. Hin belge nîşan didin ku ev hêza mîlîs rasterast ji aliyê Tirkiyê ve tê perwerdekirin, fînansekirin û bi çekên sivik û navîn têne bi çekkirin. Her wiha tê zanîn ku ew bi topên hawanê yên 82 mm û cûrbecûr cebilxane jî dane wan. Di heman demê de tê gotin ku ev pêkhate ji bo berjewendiyên Enqereyê çalakiyên îstîxbaratî û sîxuriyê dimeşîne. Wekî ku tê destnîşankirin armanca kurt, navîn û dirêj a van çalakiyan, guhertina hevsengiya siyasî ya Iraqê û desteserkirina Mûsil û Kerkûkê ye.
Behsa Hêzên Mertalê Kerkûkê jî têne kirin. Ev pêkhate li gorî Muhafizên Nînowa nûtir e. Her çendî hêj bi awayekî fermî nehatibe naskirin jî, tê gotin ku armanc adaptasyona modela Nînovayê ye ji bo Kerkûkê. Li gorî rapora Yekîneya Têkoşîna li dijî Terorê ya Iraqê, hêzeke mîlîs a bi navê “Mertalê Kerkûkê” hatiye avakirin û ev pêkhate bi du teşkîlatên cuda çalakiyan dimeşîne. Wekî ku tê ragihandin, pêkhateya yêkem ji 11 tabûran pêk tê ku her yek ji 150 heta 200 kesan dihewîne û li Taxa Badr, Yaycî, Turklan û Enstîtuya Teknîkî ya Kerkûkê bi cih bûne.
KOMA RASTERAST GİRÊDAYÎ DEWLETA TIRK E
Te gotin ku di nav Hêzên Mertalên Kerkûkê de baskê duyem yekser girêdayî Tirkiyê ye. Her wiha hatiye belgekirin ku endamên vê komê li navenda Kerkûkê ji ofîseke guhertina diravan her kesî 500 dolar muçe distîne. Li gorî belgeyên Yekîneya Têkoşîna li dijî Terorê, hemû endamên vê komê li ser axa Tirkiyê perwerde dîtine.
RAPORA INSS’Ê: EV PÊKHATE RASTERAST EWLEKARIYA IRAQÊ TEHDÎT DIKIN
Raporên Xizmeta Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê (INSS) yên derbarê van hêzên mîlîs ên paralel de gelekî balkêş in. Rapor diyar dike ku koma bi navê “Muhafizên Nînova” rasterast bi MÎT’ê ve girêdayî ye. Her wiha eşkere dike ku ev kom perwerdeya xwe ji efserên leşkerî yên Tirk digirin û piştgiriya darayî jî ji Tirkiyê tê peydakirin.
Di raporê de her wiha tê gotin ku di navbera salên 2022-2023’an de ev hêz li herêmên cuda çalak bûne û bi taybetî li derdora Mûsilê di kampên leşkerî de kom bûne. Di raporê de tê destnîşankirin ku piştî lêkolînên ewlehiyê hate fêmkirin ku ev kom ji bo armancên stratejik ên Tirkiyê li Bakurê Iraqê xizmetê dike û hewl dide hevsengiya siyasî-leşkerî ya herêmê biguherîne. Di dawiyê de jî tê gotin ku ev rewş wekî pêşveçûneke ku serweriya Iraqê tehdît dike tê nirxandin.
Ji vê raporê jî tê fêmkirin ku ev pêkhate, bi navê peydakirina ewlehiyê, di esasê xwe de ji bo îstîxbarata Tirkiyê çalakiyên sîxuriyê dimeşînin û di bin perdeya siyasî û leşkerî ya herêmî de tevdigere. Yek ji armancên bingehîn ên vê pêkhateyê, avakirina hêzeke mîlîs a Sunnî ya serbixwe ji artêşa Iraqê ye ku girêdayî Tirkiyê be û otorîteyeke herêmî ya dilsoz ava bike. Di dema ku fersend çêbibe, ev hêz ji bo guhertina hevsengiya siyasî tê bikaranîn.
Ev hemû bûyer niha li Iraqê vê pirsî tîne rojevê: “Gelo Tirkiye modela Îdlîbê li Iraqê dixwaze bicîh bike?” Wekî ku tê zanîn, dewleta Tirk li bakurê Sûriyê, bi avakirina komên mîlîs ên çekdar ên wekî SMO (Artêşa Neteweyî ya Sûriyê), bi perwerde, muçe û piştgiriyên lojîstîkî, pêkhateyên rêveberiyê yên paralel ava kir, hevsengiya siyasî ya Sûriyê guherand û di dawiyê de rê li ber hilweşandina Esed vekir.
Modeleke bi vî rengî niha li Iraqê bi rêya pêkhateyên çete yên wekî Muhafizên Nînova û Hêzên Mertalê Kerkûkê tê sepandin. Her çendî meşrûiyeta van pêkhateyan li Iraqê hêj qels be jî, ji bo pêşerojê metirsiyeke mezin nîşan didin. Hin pisporên siyasî piştgiriya Tirkiyê ya ji van pêkhateyan re wekî stratejiyeke dagirkeriyê ya nû bi nav dikin.
ENSAR EL ÎSLAM JÎ DI NAV DE YE
Bi van koman re, dewleta Tirk a dagirker komên çete yên Ensar El Îslamê yên li Sûriyê jî li Iraq û Başûrê Kurdistanê xistiye dewrê. Malpera me Lekolin.org di 15’ê Nîsanê de bi nûçeya taybet a bi sernavê “MÎT Koma Terorîst a Ensar El Îslamê Piştî Sûriyê Niha li Iraqê Bikar Tîne” ev yek bi awayekî berfireh eşkere kiribû.
Zerya DERSIM