“Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo ya ku ji bo krîz û pirsgirêkên li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn hatine jiyîn çareserî pêşkêşî dike, nêzîkatiyeke paradîgmaya nû rave dike. Pirsgirêkan ji kavila tundiyê derdixe û digihîne asta siyaset û hiqûqê. Her wiha ji bo pêşîlêgirtina krîmînalîzekirina pirsgirêkan bi binavkirina wan weke “çalakiya terorê û rêxistina terorê”, bi rêbazên ne rewa û ferzkirina zemîna şer li ser marjînalîzekirina pirsgirêkan û derxistina pirsgirêkên civakî li ser zemîna siyaseta demokratîk a ku wan bi beşên herî berfireh ên civakî ve girê dide. Armanc dike ku civak di pirsgirêkên civakî de beşdar bibe, rol û mîsyona pêşengtiyê heta radeyekê mezin veguhêze û civakê di vê astê de bilind bike.
Ji xeynî mijarên ku me behs kirin, gelek nûbûn û dewlemendiyên mezin û biçûk di xwe de dihewîne. Di vê xalê de pirsa ku divê bê kirin ne ew e ku nêzîkatiya hêzên serdest çiqasî samîmî ye. Li ser esasê kîjan geşedanên navneteweyî, herêmî û neteweyî wan û bi taybetî jî dewleta Tirk neçar hişt ku çiraya kesk ji pêngava rêbertiyê re vekir? Dema ku ev hat fêmkirin em ê karibin rastiya ku ev pirsgirêk ji mesela samîmiyetê wirdetir e. Ji ber vê yekê, em dikarin qezayên rê, sabotaj, provokasyon û êrîşên ku dikarin pêş bikevin rasttir pêşbînî bikin.
GELO EV PÊNGAV JI BO DEWLETA TIRK TAKTÎK E?
Di perspektîfa bloka desthilatdar a Tirk û pêkhateyên wê de, sedema ku ronahiya kesk ji vê pêngavê re pêxistin bi rastiya wan a çaresernebûyî û astengkirî ve girêdayî ye. Yanî ev pêngava ku ji bo me stratejîk e, dibe ku ji bo dewleta Tirk a dagirker taktîkî be. Ji bo tasfiyekirina rastiya astengkirî ya hikûmetê, pêşîgirtina li hilweşîna ku diqewime û hêzên navneteweyî yên li benda mudaxeleyê ne û pêkanîna restorasyonek bi xisareke herî kêm e. Dixwazin bi çekên herî qirêj ên di destên xwe de, bi hîleyên herî bi dizî di mejiyê xwe de kom kirine û bi xeyalên herî xayîn dixwazin di pêvajoyê de bi pêş bixin. Wê bi ser bikevin an na, wê bi têkoşîna ku wê di pêvajoyê de pêk were diyar dibe. Di vê xalê de pêşdîtin, rêxistinbûn, afirînerî, cidiyet, dîsîplîn û biryardarî têgehên diyarker in.
Nêzîkatiya dewletê ya li pêvajoyê xwedî karaktereke dualî ye. Ya yekem vegerandina dewletê -ku Bahçelî berdevkê wê ye û pêvajoya vegerandina dewletê ew e ku bi kurdan re li ser daxwazên herî kêm tawîz bike û wan bikişîne ser zemîneke ku herî zêde wan lawaz bike- û ya din jî bêbandorkirin, lawazkirin û teslîmgirtina Tevgera Azadiya Kurd a bi awayekî ku berdewamiya desthilatdariyê misoger bike. Di encamê de, armanca van herdu nêzîkatiyan jî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, guhertina rastiya dewletê ya li ser înkara Kurd, demokratîkkirina wê nîne.
Pêvajo ji aliyê Rêber Apo ve hat îlankirin, Tevgera Azadiya Kurd bi biryara agirbestê careke din îspat kir ku bi Rêberetiya xwe re bûye yek. Di vê wateyê de pêvajo wê bibe keda Rêber Apo û pêre jî ya gelê Kurd. Dewleta Tirk ev daxwaz kir û Rêber Apo jî ev proje pêşkêş kir, lê ne li gorî xêr û xweşî û dilpakiya dewletê bû. Li ser esasê rastiya gelê rêxistinkirî û hişmend, ezmûna têkoşînê û rastiya kadroya pêşeng hatiye avakirin. Digel ku armancên dewletê yên ku me li jor bi kurtasî bilêv bikin jî, yên ku wê pêvajoyê veguherînin destkeftiyên di berjewendiya gelan de, rastiya qirkirin û faşîzmê ya di înkarê de hatiye pêçan paşve bixînin, hişmendiya demokratîk, çalakî û destkeftiyan biafirînin ev in.
ARMANCA OPERASYONÊ YA LI SER ENIYA CHP’Ê ÇI YE?
Piştî daxuyaniyên Erdogan û Bahçelî yên ku di vê pêvajoyê de weke zivirandinek “U” dihatin dîtin, destpêkirina operasyona li dijî CHP’ê û girtina endamên CHP’ê li gel Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû ku yek ji kesayetên girîng ên mûxalefetê ye, rastî piştrastkirina niyet û armancên AKP’ê yên ku me li jor ji bo dewlet û AKP aniye ziman.
Yek jê ewlekirina îktîdara AKP’ê û ji holê rakirina astengiyên li ber vê yekê ye, ya din jî ew e ku dewlet bikeve ber restorasyoneke hîn faşîst, hîn înkarker, hîn despotîk. Dema ku di bin navê pêvajoya aştî û çareseriyê de hewl didin Tevgera Azadiya Kurd bêbandor bikin, li aliyê din tasfiyekirina CHP’ê ku wek e alternatîfa desthiladariya AKP’ê tê dîtin e. Di heman demê de zemînên yekîtî û têkoşîna hevpar a du hêzên muxalîf ên li dijî desthilatdariyê têk diçin. Li ser vî esasî çalakî hatin lidarxistin û operasyona CHP’ê hat destpêkirin. Armanca sereke ew e ku bi her awayî bêbandorkirina hemû komên li dijî hikûmetê ye. Eşkere ye ku Rêber Apo pêvajoya ku bi armanca aştî û demokratîkbûnê daye destpêkirin, AKP dixwaze vê pêvajoyî Tirkiye û Kurdistanê teslîm bigire digire dest.
Zîhniyeteke ku bawer dike bi vê awayî bikeve pêvajoyê wê bi ser bikeve û xwe biparêze li ser hikum e. Lêbelê dema ku dînamîkên navxweyî û konjonktura cîhan-herêmê li ber çavan bê girtin, diyar dibe ku ev yek dibe sedema windakirina aqil. Pêvajoya hilweşîna desthilatdariya AKP-MHP’ê bi rastiya ku desthilatdariya desteka civakê winda kiriye, nekarî berxwedana gelê Kurd bişkîne, nekariye hilweşînê di hemû qadên jiyanê de bi taybet di warê aborî, perwerde û tenduristiyê de bisekinîne, tifaqên xwe yên navneteweyî û herêmî winda kiriye û ji hemû projeyên siyasî hatiye dûrxistin, dest pê kiriye. Mudaxeleya li dijî CHP’ê ya ku bi binçavkirina Îmamoglû destpê kir, veguherî daxwaza sosyal demokrasiya ku li hemû Tirkiye û Kurdistanê belav bûye, hem ji Îmamoglû û hem jî ji CHP’ê wêdetir e. Civak li ser esasê daxwazên herî bingehîn ên demokratîk daketin qadan. Berevajî ku dihat fikirîn, hemû komên mûxalîf bûn yek, dînamîka demokrasiya Kurd a ku dihate fikirîn ku ji ber pêvajoya aştiyê bêdeng bimîne, bi dînamîk û nêzîkatiya xwe ya hişmendî, bi ezmûn û zanîna xwe ya ku ji destpêkê ve cihê xwe li kolanan girtiye, careke din nîşan da ku dînamîka herî xurt a demokrasiyê ye. Pêvajoya pêş a li Tirkiye û Kurdistanê wê li kolanan pêk were, gelê me wê pêşeroja xwe ya demokratîk li kolanan pêş bixe û li kolanan daxwazên xwe li ser desthiladariyê ferz bike.
YÊ HELWESTA HÊZÊN NAVNETEWEYÎ DIYAR BIKE TÊKOŞÎNA DEMOKRASIYÊ YE
Helbet nêzîkatiya hêzên navneteweyî di çarçoveya geşedanên li Tirkiye û Kurdistanê de girîng e. Lê belê divê neyê jibîrkirin ku ya ku wê nêzîkatiya hêzên serdest diyar bike dînamîzm, afirînerî û israra gelê me ya di têkoşîna demokrasiyê de ye. Ev hêzan ji dînamîkên di nava Tirkiyeyê û têkoşîna di navbera wan de ne xwedî nêzîkatiyeke xwerêveberiyê ne û nabin jî. Ya ku wê helwest û nêzîkatiyên wan diyar bike jî têkoşîn e. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ne li hundir û ne jî li qada navneteweyî tiştekî ku bi dest bixe ji tu kesî re nîne û ev yek gelek caran tê îfadekirin. Ji ber ku nekare rastiya ne tenê gelên Tirkiyeyê, her wiha li cîhanê û herêmê jî fêm bike û bi israra xwe ya li hember bayê tevgerê bike, bûye barek. Xuya ye ku destwerdana li dijî CHP’ê hem ji aliyê raya giştî ya navxweyî û hem jî ji aliyê derve ve weke nêzîkatiyeke ne rewa û despotîk tê dîtin û heta niha yek daxuyanî jî ji bloka desthilatdar re nehatiye kirin. Berovajî vê rewabûna desthilatdariya AKP-MHP’ê tê pirsîn û li ser daxwazên gelê me yên demokrasiyê daxuyanî tên dayîn.
Li vir tişta ku divê li ber çavan bê girtin ew e ku nekevin nava nêzîkatî û polîtîkayên ku gelê me bi paş ve bikişîne û pasîf bibe. Dînamîzm û yekitiya gelê Kurd, tecrûbe û zanîna wî, hêza pêşeng a têkoşîna demokrasiyê ye. Ji ber ku Tirkiye bi vê rola dîrokî dizane, divê bi gelê xwe re bi hêztir li hev kom bibe, bibe yek û bigihîje daxwazên hevpar. Bêyî ku bikeve nava oportunîzm û pragmatîzmê, bêyî ku derfetê bide nêzîkatiyên provokatîf û parçeker, divê bi hembêzkirina hemû maf û daxwazên demokratîk karibe têkoşîna demokrasiyê bimeşîne.
Xwepêşandanên kolanan ên ku piştî pîrozbahiyên Newrozê yên herî bi heybet di dîroka Tirkiyeyê de xwepêşandanên kolanan ên herî girseyî ne û wisa xuya ye ku bi hêsanî bi dawî nabin. Her pergala zilmê leheng û pêşengên xwe diafirîne. Daxwaza demokrasiyê ya ku derketiye kolanan wê bi afirandina leheng û pêşengên xwe pêş bikeve.
Hakki TEKÎN